1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Serok û Endamên YPK'ê êrîşên TSK 'ê şermezar kir
Serok û Endamên YPK'ê êrîşên TSK 'ê şermezar kir,serok,û,endamên,ypk,ê,êrîşên,tsk,ê,şermezar,kir

Serok û Endamên YPK'ê êrîşên TSK 'ê şermezar kir

A+ A-

Serokê Yekitiya Parlamenterên Kurdistan (YPK) Nimet Abdullah, Endamê YPK'ê Tariq Cenbaz û Zana Rostayî êrîşên Tirkiyeyê yên ser Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kirin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê nerazîbunên li hember erîşên Tirkiye û İranê her ku diçin zêde dibin. Serokê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê (YPK) Nimet Abdullah û endamên YPK'ê Tariq Cenbaz û Zana Rostayî êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bi tundî şermezarkirin. Serokê YPK'ê Abullah, diyar kir ku gelê kurd di dîrokê de hertim bi êrîşên dagirkeran re rû bi rû mane û her tim bi êrîşên kimyawî û zordariyên din re rû bi rû mane. Abdullah, da zanîn ku divê pirsgirêk ne bi şer bi aştiyê bê çareserkirin û wiha got: "Êrîşên Îranê û Tirkiyê dibin sedema kuştina welatiyên sivîl. Tenê welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest didin û zirarê dibînin. Pêwîste herdu welat li gel kurdan rûnên û mafê kurdan bê dayîn. Divê pirsgirêka kurd li hemû başan bi rêya aştiyê bê çareserkirin. Divê hikûmeta Iraq û Kurdistanê ji bo rawestandina şer têkevin nava hewldanan.

Ji xelkê re alîkarî ji walitên xwe re bombe

Endamê YPK'ê Tariq Cenbaz jî anî ziman ku ev êrîş destdirêjiya li ser axa Kurdistanê ye û wiha got: "Divê ev êrîş dubare nebin. Bi salane şer tê kirin û heya niha tu tişt nehatiye bi destxistin ji xeyrê kuştine. Ji bo wê yekê divê êdî dewletên Tirk û Iran bi rêyên aştiyane kêşeyên nav xwede çareser bikin." Cenbaz balkişand ser siyaseta Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayip Erdoxan jî û wiha pêde çû: "Li milekê misilmanî yan jî xêrxazî li milê din jî qetlîaman dike. Heya niha tu hêz li cihanê nekariye bi tund û tujitiyê îradeya gelan bişkîne, Divê bi rêyên diyalogê pirsgirêk çareser bibin.

'Êrîş xizmeta welat nake'

Endamê YPK'ê Zana Rostayî jî êrîşê bi tundî şermezar kir û wiha axivî: "Ev êrîş tu faydayê wê li welatan tune. Di vê meha pîroz de qetilkirina mirovên bêguneh şermeke mirovahiyê ye. Pirsgirêk bi êrîş û tundiyê çareser nabin. Divê hikûmeta Iraqê û Kurdistanê jî helwesta xwe nîşan bidin û pirsgirêkê çareser bikin." DÎHA (ei-mk/îk/mae)