1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser qetilkirina Wedat daxuyanî da
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser qetilkirina Wedat daxuyanî da,serokatiya,herêma,kurdistanê,li,ser,qetilkirina,wedat,daxuyanî,da

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser qetilkirina Wedat daxuyanî da

A+ A-

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî du roj bi ser qetilkirina rojnameger Wedat Hisên Elî li herêma Dihokê, re derbas bûn, îro di roja veşartina cenazeyê Wedat de berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah daxuyaniyek da.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê dayî de, diyar dike ku yek ji ofîsên Mesûd Barzanî li ser navê wî peywendî li gel malbata rojnameger Wedat re çêkiriye û wiha ragihand; “Yek ji ofîsên girêdayî Barzanî li ser navê wî, peywendî li gel bavê rojnamger Wedat, Hisên Elî re çêkiriye sersaxî jê re xwestiye.

Her wiha diyar dike ku Barzanî ji malbatê re diyar kiriye ku bi ti şêweyekî sûcek wiha nayê veşartin û pêwîste di demek herî zû de tewanbar bên peydakirin û cezarkirin. Barzanî ji bo peydarkirina tewanbaran jî ji sazî û aliyên peywendîdar xwestiye ku li ser rewşê lêkolîn bidin destpêkirin û tewanbar bên girtin.”

(sk)