"Serokatiya Herêma Kurdistanê wek dezgehekî hizbî ye"
Parlamenterê YNK'ê Mehmûd: Serokatiya Herêma Kurdistanê wek dezgehekî hizbî ye
09:27 02.11.2013
HEWLÊR (DÎHA) - Parlamenterekî Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) rexneyên tund li serokatiya Herêma Kurdistana Federal digire û ragihand ku nabe dezgehên fermî ji bo berjewendiyên teng ên hizbî werin bikaranîn.
Parlamenterê YNK'ê yê hatî hilbijartin Salar Mehmûd li ser rûpelê xwe yê taybet ê tora civakî Facebookê bi navnîşana 'Serokatiya Herêmê wekî dezgehekî hizbiye' behsa nakokiyên siyasî yên navbera Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dike û rexne li partiya xwe YNK'ê digire ku bêdenge. Salar Mehmûd li ser nakokiyên di navbera PDK û PYD'ê de wiha got: "Ev demekî dirêje pirsgirêkên veşartî di navbera PYD û PDK'ê de hene. Di demên dawiyê de ev pirsgirêk ketin di nava dezgehên ragihandinê de û ji meseleya sînorê navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de zêdetir diyar bû. Ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji çi bigirin, di vê demê de pêwîst nedikir û berevajîtiya wê baştir bû." Parlamenterê YNK'ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: "Bêdengiya partiyên siyasî yên Kurdistanê ya li hember vê terefgeriya Serokatiya Herêma Kurdistanê cihê rexneyên tund e. Herwiha ez rexneyê li wê biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê digirim ku bi navê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye dayîn û sînor li ser yek ji serkirdeyê kurdên Rojava digire ku hê jî kifnê kurê wî Şervan zer nebibû. Di eniya parastina welat û xaka xwe de şehîd bû. Ev kar bûn sedemê Kongreya Neteweyî ji nav biçe, berpirsyartî li ser stoyê kê û çi aliyeke ye? Di demek ku bi milyonan kurd li benda lidarxistina vê kongreyê bûn."
Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd li ser bêdengiya partiya xwe jî wiha dibêje: "Di hemû rewşekê de û niha jî, em dibêjin nabe dezgehên fermî ji bo berjewendiyên teng ên hizbî bên bikaranîn. Ya ji hemûyê dilgirantir jî ew e ku ez nizanim çima YNK li ser vê pirsê tenê bi daxuyaniyekî berdevekê polîtburoyê xwe bes dibîne."
(mt/mae)