1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Serokatî azad nebe aştî jî nabe´
´Serokatî azad nebe aştî jî nabe´,serokatî,azad,nebe,aştî,jî,nabe

´Serokatî azad nebe aştî jî nabe´

'Heta serokatî azad nebe bila tu kes li benda aştiyê nebe'

A+ A-

Çalakiyên gireva birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin her roj berfireh dibin. Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê jî 10 girtiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Bavê girtiyê bi navê Necmettîn Ayhan Yahya Ayhan, diyar kir ku ew piştgiriyê dide çalakiya kurê xwe û wiha got: "Heta serokatî azada nebe bila tu kes li benda aştiyê nemîne."

Çalakiya gireva birçîbûnêya li girtîgehên Tirkiyeyê dest pê kir ket roja 24'emîn û her roj çalakî berfireh dibe. Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê jî 10 girtiyan di 23'yê îlonê de dest bi çalakiya bêdem û dorvenger kirin. Bavê ji girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê Necmettîn Ayhan Yahya Ayhan, diyar kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê dide çalakiya kurê xwe. Ayhan, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku ew çalakiya girtiyan silav dike û wiha got: "Heke çalakiyên gireva birçîbûnê, berxwedana girtîgehan û gerîla neba em îro niha tunebûn. Dijminê me îro kesê herî bi qîmet avêtiye girtîgehê. Ew serokê me ye. 15 mehin em tu agahiyn ji serokê xwe nagirin. Em vê yekê qebûl nakin. Me ji bo azadiya serokê xwe canê xwe daneye holê. Can û malê me di vê rê de biçe jî em jêvenagerin."

'Heta serokatî azada nebe bila tu kes li benda aştiyê nebe'

Ayhan, da zanîn ku 15 mehin li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin û wiha axivî: "Heta serokatî azad nebe bila tu kes li benda aştiyê nebe. Em di wê baweriyê de ne. Ez bang li kurdên din dikim. Bi taybet Huseyîn Çelîk, Mehmet Metîner, Orhan Mîroglu na 'MÎToglu' dikim. Bila vî şerî bibînin û rast tevbigerin. Heke dê di xwînê de bixeniqin." Ayhan, wiha bang li xizmên girtiyan jî kir: "Divê malbat tengazer nebin. Divê malbat her tim li cem girtiyan bin. Em dê serbikevin. Çi bikin bila bikin. Me bigirin û bikujin em ji riya xwe venagerin. Heta serokatiya me azad nebe em azad nabin. Kurdistan azad nabe."

Ayhan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim dubare bikim. Ez çavên Necmettîn maç dikim û piştgiriyê didim wî. Ez soz didim hate dawiya jiyana xwe ez dê di riya wî hilbijartî ya serokatiyê de bimeşim."

(bd/mae)