Serokwezîrê Îraqê: Ez spasdarê PKKê me
Serokwezîrê Îraqê Îbadî, ji bo televizyona Al Hurra ku li Amerîkayê bi erebî weşanê dike, rewşa dawî ya Îraqê nirxand.
Serokwezîrê Îraqê Heyder El Îbadî, di hevpeyvîna xwe ya 10ê cotmehê de derbarê rewşa Îraqê ya dawî de daxuyaniyan da û derbarê têkiliyên bi Tirkiye û bi PKKê re de jî, agahiyan da.
Îbadî got; ”PKK ji bo parastina sivîlan, erkeka mîna ya rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî pêk anî. Ez spasdarê wan im.”
Îbadî da zanîn ku wî têkoşîna PKKê ya li dijî DAÎŞê, bi serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re axiviye û ji Dawutoglu re wiha gotiye; “PKK mirovên di bin metirsiya komkujiya DAÎŞê de ne diparêze û ev tiştekî mirovperwerî ye.”
Îbadî diyar kir ku PKK li axa Îraqê bi hay û gumana wan li dijî DAÎŞê têdikoşe û got; ”PKK bi parastin û birina kesên sivîl ji herêmên ewle re, karekî mîna yê rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî kiriye.”
Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku eger Tirkiye li ser axa Îraqê êrîşê PKKê bike, dê li dij derkevin û wiha berdewam kir; ”Bêyî destûra Îraqê welatekî din bê û mudaxeleyê axa Îraqê bike, dê mîna dijmin bê dîtin û em vê aşkere diyar dikin.” Îbadî derbarê têkiliyên navbera hukûmeya Îraqê û PKKê de jî wiha got; ”Niha di navbera PKKê û Tirkiyeyê de muzakere hene. Eger Tirkiye dikare muzakereyan bike, em ê çima nikaribin têkiliyan deynin û ji bo parastina sivîlan li hev nekin.”
Çavkanî:IMC TV Werger: Amîda Kurd