1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Serokê AKP'yî gelo ji bo endamê îstîxbaratê ye nayê girtin?
Serokê AKP'yî gelo ji bo endamê îstîxbaratê ye nayê girtin?,serokê,akp,yî,gelo,ji,bo,endamê,îstîxbaratê,ye,nayê,girtin

Serokê AKP'yî gelo ji bo endamê îstîxbaratê ye nayê girtin?

A+ A-

09:37 27.12.2013 1 / 3 ROJDA KORKMAZ

DÊRSIM(DÎHA) - Serokê berê yê Rêxistina AKP'ê ya Pilûr Riza Çolak ku ji doza li hember zaroka 15 salî ya astengdar A.K. destdirêjiya cinsî kiriye 4 sal in tê dadgehkirin ji ber di tevahiya dozê de nehatiye girtin rastî nerazîbûnan hat. Axaftina, bersûc Çolak a 12'ê Çileya 2011'an de ku gotibû, "Ez mirovekî girêdayî dewleta xwe me. Ez ji ala xwe hez dikim, ez îstîxbatavan im, li komploya rêxistinê rast hatim" bi mirov re pirsa gelo ji ber vê nayê girtin tîne aqilan.

Li navçeya Pilûr a Dêrsimê der barê Serokê Rêxistina Pilûr a AKP'ê Riza Çolak ê li hember zaroka 15 salî ya astendar A.K. destdirêjiya cinsî kir, doz hat vekirin îro 20'emîn rûniştina dozê li Edliyeya Dêrsimê pêk hat. Heyeta dadgehê rewşa delîlên heyî wek sedem nîşan da û doz taloqî 5'ê Sibatê kir. Di doza ku 4 sal in berdewam dike de tevî parêzerên zaroka mexdûr A.K. daxwaz dikin Çolak bê girtin jî ji aliyê dadgehê ve tê redkirin. Axaftina, bersûc Çolak a 12'ê Çileya 2011'an de ku gotibû, "Ez mirovekî girêdayî dewleta xwe me. Ez ji ala xwe hez dikim, ez îstîxbatavan im, li komploya rêxistinê rast hatim" bi mirov re pirsa gelo ji ber vê nayê girtin tîne aqilan.

'Ji ber hevkarî bi leşkeran re kiriye…'

Di zabitnameyên şahidan de, ku tê gotin Çolak bi leşker û îstîxbaratê re di nav hevkariyê de ji aliye gelê Pilûrê jî tê zanîn.

'Daxwaza Çolak lêpirsîn bikin hat redkirin'

Ligel vê dîsa di zabitnameyên rûniştina dozê ya 12'ê Çileya 2011'an de axaftina Çolak a "Ji ber ez alîgirê dewletê me, min dişopînin" dubare dike û diyar dike ku li herêmê bi salan bi polîs û leşkeran re kar kiriye bal dikişîne. Dozgerê Komarê daxwaza parêzerên zaroka mexdûr A.K. a lêpirsînkirina têkiliyên Çolak bi îstîxbartê re bi sedema,"Mijara lêpirsînkirina endamê îstîxbaratê ye yan na, bi sûcê binê wê hatiye xêzkirin re nîn e" red kir.

(yş/mae)