Serokê ENS’yê li Hewlêrê ye
Serokê ENS’yê ji bo Kurdan razî bike li Hewlêrê ye
Serokê Encumena Nîştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) ya ku piştgirî welatên Rojava û Tirkiye-Qetar-S.Erebîstan digire, Ebdulbasit Seyda ji bo razîkirina rêxistinên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê hat serdana Herêma Kurdistana Federal.
Li gorî nûçeya AFP disperse rayedarên Encumena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) Serokê ENS’yê Ebdulbasit Seyda di êvara yeşkemê de hatiye Hewlêrê. Rayedarê ku nexwest navê xwe aşkere bike ragihand ku Seyda dê bi Serokê Herêma Kurdistanê û rêveberên din ên Kurdan re hevdîtin pêk bînin.
Rayedarê ENS’ê got; “Ji bo Kurd beşdarî Encunema Nîştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) bibin, Seyda dixwaze peymanek bi Kurdan re mor bike.”
Li gorî nûçeya AFP’ê dê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) a ku PYD jî di nava wê de ye û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) jî dê berşdarî hevdîtina bibin. Lê heta niha çavkaniyên MGRK’yê ev agahî piştrast nekirine.
Lê li gorî agahiyên gihiştine ANF’ê, Hevserokê PYD’ê û endamê Heyeta Bilind a Kurdan ku ji bo her du meclîsên Kurdan pêk tê Salih Mislim jî li Hewlêrê ye.
Seyda di hevdîtina beriya niha bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû re pêk anîbû de îdîa kiribû ku PYD nunertiya Kurdan nake.
Seyda ku bi eslê xwe Kurd e, di van demên dawiyê de bû serokê ENS’ya ku heta niha nekariye piştgirî ji muxalefeta hindur a Sûriyeyê werbigire. Jixwe Seyda ne di nava Kurdan û ne jî di nava muxalefetê baş nayê nasîn. Ev demek dirêj bû li Ewropayê dijiya. Seyda heta niha tu piştgiriyek ji Rojavayê Kurdistanê jî wernegirtiye.
ENS, bi hevkariya welatên Rojava û welatên Qetar-Tirkiye-Erebîstan Siûdî ku bi zextên li hemberî azadiyan û weke dijminên azadiyan tên nasîn, li Stenbolê hatibû avakirin. Ev konsey (encumen) heta niha daxwazên Kurdan hemû red dike.
Lê balkêş bû ku serdana Seyda ya li Hewlêrê beriya ya Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû pêk hat. Tê payîn ku Davûtoglû sibê jî were Hewlêrê.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 25’ê tîrmehê de destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê weke “Pêkhateyeke terorîst” bi nav kir û gef li Kurdan xwar. Erdogan got; “Li bakûrê Sûriyeyê pêkhateyek heye, ji bo me pêkhateya terorê ye. Mudaxalekirina wir mafê me yê herî sereke ye.” Serokwezîrê Tirk Erdogan di daxuyaniya 26’ê tîrmehê dabû de jî careke din gef li Kurdan xwaribû û gotibû; “. Em der barê mijarê de hemû tedbîrên xwe digirin. Avakirina Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriye şaş e. Em dê di vê mijarê de bi Herêma Kurdan a Bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) re hevdîtin pêk bînin. Welatê 900 kîlometre sînorê wan heye bêdeng dimîne? " Erdogan dabû diyarkirin ku ew ê Davûtoglû bişîne Hewlêrê.
ANF NEWS AGENCY