1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Serokê FIFA: Bila penaltî bê rakirin
Serokê FIFA: Bila penaltî bê rakirin,serokê,fifa,bila,penaltî,bê,rakirin

Serokê FIFA: Bila penaltî bê rakirin

A+ A-

MONCHENGLADBACH 08.03.2014 07:31:10 Serokê Yekitiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) Sepp Blatter da xuyakirin ku dive di futbolê de penaltî bê rakirin.

Rêveberê FIFA'yê yê Swîsreyî di pêşkêşiyeke li bajarê Almanya Monchengladbachê de axivî û destnîşan kir ku bi pêkanîna penaltiyê re futbolê 'bingeh' û 'esasa' xwe winda kiriye. Blatter got, "Di rewşa penaltî de tîm li holê nîne, bi tenê yek li pêşberî yekî heye. Di encamê de jî eyk winda dike û ev jî li lîstika (futbol) me nayê."

Blatter got, "penaltî loto ye û ji bo lîstikvanan trajedî ye. Ev bi tenê ji bo televîzyonan baş e, ji ber ku di vê rewşê de asta temaşekirinê zêde dibe" û diyar kir ku di rewşa heyî de hînê alternatîfa penaltiyê nîne.

Serokê FIFA'yê Sepp Blatter ê 77 salî beriya niha dabû xuyakirin ku divê penaltî ji nava pîvanên futbolê yên profesyonel were birin. Blatter beriya niha di demên beriya kûpayên cîhanê de jî ev daxwaza xwe anîbû ziman, lê bi ser neketibû.

Eger ev daxwaz bê qebûlkirin jî ne pêkane ku bigihêje Kûpaya Cîhanê ya 12-13'ê Hezîranê ya li Brezîlyayê.

Der barê rewşa xebatên înşaetê yên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2022'an li Qatarê de ku her sal bi sedan xebatkarên biyanî jiyana xwe ji dest didin û rê li ber binpêkirinên mafên mirovan vedike Serokê FIFA'yê got, "Li Qatarê tiştên ne li gorî jiyanê, ne li gorî mafên mirovan û ne li gorî bingeha xebatê hene. Em ji bo vê têdikoşin û berpirsyariyê hildigirin ser milê xwe. Lê belê em weke saziyeke sporê nikarin hemû berpirsyariyê hilgirin ser milê xwe. Em nikarin di şûna kargehên karkeran dişînin wê derê berpirsyariyê hilgirin. Ji dayîna nebaş a heqdestan, em ne berpirsyar in."