Serokê Giştî yê demên dijwar: Murat Bozlak
ENQERE (DÎHA) – Murat Bozlak ê demên herî dijwar ên siyasetê de ji DEP’ê heta HADEP’ê gelek peywir girt li ser milê xwe ji 1994’an heta 1999’an Serokatiya Giştî ya HADEP’ê kir. Bozlak ê demên wekî provokasyona alê û komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan pêk hat, jiya ji ber lêpirsînên dozgerê bi navê Talat Şalk ê li dijî wî lêpirsînên vekiribû jî 5 salên xwe yên serokatiya partiyê 3 sal di girtîgehê de derbas kir. Bozlak dema ku bi hemû rêveberên partiyê re hatibû girtin gazî kedkarên partiyê kiribû û bi gotina “Îro şunde, serokê giştî yê partiyê jî çayciyê partiyê jî hûn in” partî emanetî wan kiribû.
Murat Bozlak ê jiyana xwe fedayî siyaseta kurd kiribû, rastî êrîşa çekdarî û girtinan hat di partiyên wekî HEP, DEP, SODEP, SHP’ê de di nava damezineran de girt, herî dawî Serokatiya Giştî ya HADEP’ê kir, di nava Tevgera Civaka Demokratîk de cih girt, ji bo avakirina DTP’ê pêşengî kir di 64 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku hate bihistin Bozlak ê ev demeke dirêj e tedawiya pençeşêrê dîdit wefat kiriye, malbat, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan, parlamenter, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hezkiriyên wî herikin nexweşxaneyê.
Parêzerî bû sedama naskirina wî ya siyasetê
Wefata Bozlak ji bo siyaseta kurd bû windahiyeke mezin, bi jiyan û têkoşîna xwe ve jî ji bo xurtbûna siyaseta kurd gelek xebatên wî çêbû. Bozlak ê di 30’ê Kanûna 1952’yan de li gundê Aktaş ê Şereflîkoçhîsara Enqereyê hate dinê di dema xwendekariya xwe de hişmendiya siyasî ya kurdîtiyê û bi esasî jî di dema parêzeriya xwe de nas kir. Tiştên ku bûye şahid, tiştên ku xwendiye hişt ku hêj parêzerekî ciwan bû berê wî da siyasetê û bi awayeke aktîf bi SODEP’ê dest bi siyasetê kir. Piştre jî di nava damezinerên SHP’ê de cih girt. Ji ber ku di nava SHP’ê de siyasetmedarên kurd rastî cudakariyê dihatin Murat Bozlak jî di nava lêgerînê de bû. Bozlak hem damezirineriya HEP girt ser xwe hem jî bi siyasetmedarên kurd ên ji SHP’ê hatin îxraçkirin re derbasî HEP’ê bû. Bozlak ê di nave partiyên wekî DEP û OZDEP’ê de cih girtin û hin peywir jî girt di esasê xwe de di nava HADEP’ê de derket pêş.
Dewletê ji ber ku nekarî bikuje avên zindanê
Piştî ku di 11’ê Gulana 1994’an de HADEP hate avakirin Bozlak bû Serokê Giştî yê HADEP’ê, heta ku di 1999’an de ji bo wî û gelek siyasetmedarên kurd qedexeya siyasî hate Serokatiya Giştî ya HADEP’ê berdewam kir. Ji ber ku Bozlak di 1999’an rastî qedexeya siyasî hat heta 2002’yan a roja ku HADEP hate girtin Ahmet Turan Demîr bû Serokê Giştî yê HADEP’ê. Bozlak di nava 5 salên ku Serokatiya Giştî ya HADEP’ê meşan de gelek caran rastî êrîşan hat, hate binçavkirin û girtin. Hêj SekreteRê Giştî yê DEP’ê bû di 1994’an de li Keçîoren a Enqereyê li mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Ji 9 guleyên hatin avêtin 5 guleyan li bedana wî ketin. Bozlak di êrîşê de ji mirinê filitî û beşek ji rûyê wî bû felc, piştî tedewayike demdirêj cardin xebatên xwe yên siyasî berdewam kir.
Piştî ku di 3’yê Adara 1994’an de parlamenterên DEP’ê hatin girtin û ji ber dozên girtina partiyê di Nîsana 1994’an de ji bo partiyeke nû dest bi xebatan kirin. Bozlak ji derveyî welat a ku dihat dermankirin hat û tevli xebatên avakirina HADEP’ê bû.
Dewletê ji ber ku nekarî Bozlak bikuje piştre gelek caran binçav kir û gelek caran jî girt. Serokatiya xwa ya giştî 3 salan di girtîgehê de derbas kir. Bozlak ewil di 24’ê Hezîrana 1996’an de ji ber provokasyona alê ya di 2’yemîn Kongereya HADEP’ê de pêk hat bû hedefa darazê. Bozlak û 50 endamên Meclîsa Partiyê (PM) ber bi sibehê ji salona kongreyê hatin binçavkirin û polîsan bi ser Navenda Giştî ya Partiyê de girtin û hemû arşîcên partiyê hatin desteserkirin. Di 4’ê Tîrmeha 1996’an de Bozlak û endamên PM’ê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Enqereyê ve hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Elmadagê. Darizanidan di meha cotmehê de destpêkirn û ancax di Nîsana 1997’an de hate tehliyekirin. Bozlak ê di 1’ê Îlona 1997’an de ji bo Trena Aştiyê ya Musa Anter a ji aliyê aktîvîstên aştiyê ve hate organîzekirin bangawazî kir û wiha got: “Ez ê di 1’ê Îlonê roja Aştiya Cihanê de li Amedê bim. Ez bang li hemû kesên ku alîgirên aştiyê ne dikim û dibêjim bila di Roja Aştiyê de li Amedê bin.”
Talat Şalk û HADEP
Dozgerê lêpirsîn dimeşand dozgerê li Îmraliyê di doza darizandina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî cih girtî û li hemberî kurdan şerek bi hêz dimeşand Talat Şalk bû. Bozlak bi hinceta salnameya ji aliyê Navenda Giştî ya HADEP'ê ya di 10'ê sibata 1998'an de hate amadekirin di 12'ê sibatê de bi ser Navenda Giştî ya HADEP'ê de hate girtin û Bozlak û hevalên wî yên hatin binçavkirin di 16'ê sibatê de hatin girtin. Bozlak 8 meha di girtîgehê de ma.
Terora binçavkirin û girtinê
Di kongreya meha mijdara 1998'an de pêk hat Bozlak careke din ji Serokatiya Giştî ya HADEP'ê re hate hilbijartin. Polîsan bi fermana Dozgerê DGM'ê Talat Şalk bi ser avahiyên HADEP'ê yên bajar û navçeyan de girtin. Avahiyên HADEP'ê hatin xarîpkirin û arşîvên partiyê hatin destserkirin. Di serdagirtinan de 270 rêveberên jî di nav de 3 hezar û 215 kes hatin binçavkirin. Di heman serdagirtinan de 13 rêveberên navendê jî hatin binçavkirin. Sekreterê Giştî yê Partiyê Ahmet Turan Demîr, Alîkarê Serokê Giştî Bahattîn Gunel û endamên Meclîsa partiyê Emîne Misir, Huseyîn Yilmaz û Şahabettîn Ozarslaner û 7 serokên bajaran jî di nav de hatin girtin. Bozlak dema bi hemû rêveberên partiyê re hate girtin bang li hemû kedkarên partiyê wiha kir: "Niha û şuna serokê giştî yê partiyê jî, sekreterê giştî yê partiyê jî û çayfıroşê partiyê jî hûn in" û partî emanetî yên mayîn kir.
Bi serdagirtin û girtinan bi armanca protestokirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê cotemeha 1998'an ji Suriyeyê hate derxistin di meha kanûnê de li gelek avahiyên HADEP'ê yên bajar û navçeyan çalakiyên grava birçîbûnê hatin destpêkirin. Li gelek bajaran komên faşîst êrîş kirin û hewildanên lîncê kirin û di êrîşan de gelek endamên partiyê hatin qetilkirin. Bi êrîşan re serdagirtinên polîsan jî çêbûn û di serdagirtinan de 7 rêveberên Navenda Giştî, 249 rêveberên bajar û navçeyan ü 250 endamên partiyê hatin girtin. 2 endamên Meclîsa partiyê, 39 rêveber û 6 endamên partiyê hatin girtin.
Piştî di 28'ê hezîrana 1999'an de cezayê ji aliyê 1'emîn DGM'ê ya Enqere ve hatî dayîn Dadgeha Bilind erê kir Bozlak û gelek rêveberên partiyê rastî qedexeya siyasetê hatin. Li ser vê yêkê Bozlak navber da siyasetê û Ahmet Turan Demîr Serokatiya HADEP'ê kir û heya sala 2002'an HADEP hatî giritn berdewam kir.
Bozlak ji sala 1999'an heya 2004'an di siyasetê de peywir negirt. Ancak di 3'yê mijara 2002'an di bin banê DEHAP'ê de weke namzetê parlementeriyê hate nîşandan. Lê ji ber qedexeya siyasetê ji aliyê YSK'ê ve namzetiya wî hate redkirin. Lê dîsa jî 20 rojan bê navber di xebatên hilbijartinê de cih girt. Di sala 2004'an piştî wekîlên DEP'ê serbest hatin berdan di nava Tevgera Civaka Demorkatîk de cih girt. Di sala 2005'an de pêşengeiya avakirina DTP'ê kir û ji ber qedexeya siyasetê di nava partiyê de cih negirt. Bozlak herî dawî li Edeneyê wekîl hate hilbijartin.
(bd/sa)