´Serokê me azad nebe aştî bêwate ye´
Dayîkên nobetê digirin: Heta serokê me azad nebe aştî bêwate ye
HAMZA GUNDUZ
COLEMÊRG (DÎHA) - Dayîkên di konê ji aliyê DOKH'ê ve nobetê digirin diyar kirin ku ji bo pêvajo bi aştiyekî bi rûmet bi dawî bibe divê dawî li hewildanên bibin sedema pevçûnan berdin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha gotin: "Em ji bo aştiyê li vir in. Em dixwazin serokê me serbest bê berdan. Em dixwazin zarokên me bên cem me azad bijîn. Heke wisa nebe tu wateya aştiyê nabe."
Jinên li konê ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve li taxa Sumbul a Colemêrgê di 14'ê gulanê de vedan nobetê digirin ji DÎHA'yê re axivîn. Dayîkan diyar kir ku ji bo tu pisgirêk pêk çênebin û vekişandin bi erenî bi dawî bibe amadene. Dayîkan anî ziman ku heke piştgirêk çêbibin dê çalakiya "mertalên zindî" li dar bixin. Dayîkan da zanîn ku pêvajoyê hêviyan wan ên aştiyê bi hêz kirin û daxwaza wan a hevpar, "Azadiya Serokê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, aştiyekî birûmet û înşaya jiyanekî azad e."
Pêvajoyê di şopînin
Dayîk pêvajoyê di televîzyonan de dişopînin û di nava rojê de nûnerên rêxistinên sivîl kon ziyaret dikin. Rêveberên BDP'ê dem dem ji kon de têkildarî rojevê de agahiyan didin û Navenda Çand û Hûnerê ya Feqiyê Teyran jî li konê bi stranan piştgiriyê dide dayîkan.
Dayîka bi navê Cevahîr Karar a ku 2 kurên wê di nav PKK'ê de wiha got: "Em ji bo pêvajoya aştiyê hatin vir. Em ji bo aştiyê nobetê digirin û ji her tişt re amade ne. Ji bo ku gerîlayên me bê pirsgirêk vegerin baregehên xwe. Heke pêvajo ji aliyê serokê me ve hate destpêkirin divê hikûmet jî qereqol û barîkatan rabike. Bila dest ji sewqiyata leşkerî û çêkirina qereqolan berdan. Bila operasyon bên rawestandin. Pêvajoyekî baş hate destpêkirin. Divê Serokwezîr Erdogan jî ji bo niyeta baş cerdevaniyê rabike."
'Ji bo êş neyên jiyîn em di nobetê de ne'
Jina bi navê Gullu Tekîn jî wiha got: "Ev kon, konê dayîkên aştiyê ye. Ez jî xwîşka du gerîlayan im. Hemû dayîkên aştiyê bi saya gerîla û şehîdan hev û du naskirin û hatin cem hev. Ji bo êdî tu êş pêk neyên em li vir in. Êdî em naxwazin êşan bijîn." Berdirhan Koç jî diyar kir ku ji aştî û şer re amadene û wiha got: "30 sale ev gel û gerîla şer dike. Em ev kon ji bo azadî û aştiyê veda. Em çiqas ji şer re amade bin ewqas ji aştiyê re jî amadene. Armanca me ew e ku êdî xwîn neyê rijandin û dayîk negirîn. 30 salin çavên wan dayîkan bi rondik in. Em dixwazin di navbera kurd û tirkan de aştî pêk bê. Heta serokê me azad dibe em dê nobeta aştiyê bigirin. Em dixwazin serokê me bi gel re bê cem hev. Em heta dawiyê li pey gerîlayên xwe ne."
Jina bi navê Huzeyca Ozkan jî wiha got: "Ez ji bo serokê xwe li vir im. Ez ji bo gerîla û şehîdê Kurdistanê hatim. Çend meh bin bila bibin ez dê li vir bim. Heta gerîlayên me bi saxlem vedişin. Em dê heta serokê me û girtiyên siyasî serbest bên berdan li vir bin." Jina bi navê Ayşe Çelîk jî wiha got: "Bila cerdevan dest ji çekan berdin. Bila operasyon rawestin. Em aştiyê dixwazin."
Semanur Kaçar a ku bi dayîka xwe re hate kon jî wiha got: "Ez ji bo aştiyê li vir im. Ez bi dayîka xwe re hatim. 11 salin mamê min di girtîgehê de ye. Ez dixwazim hemû girtî serbest bên berdan. 2 birayên min li çiya ne. Ez dixwazim ew bên. Ez naxwazim bîra wan bikim."
(bd)