Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî
Di nav pêtên agir, qêrînên mirinê û bêhna şewatê de çavên xwe li jiyanê vekirin
Zayînek agirî, jiyanek berxwedêr û nemiriyek leheng; Dilxwaz Kerboran
NEHÎR PALE
KOBANÊ – Di nav pêtên agir, qêrînên mirinê û bêhna şewatê de çavên xwe li jiyanê vekirin. Li şûna rojên destpêkê di nivînek germ û nêzî hembêza dayîkê de biborîn, li ser riya koçberiyê rêwîtiyek nepenî dikir. Wiha lehengê vê serpêhateyê çavên xwe li cîhanê vekirin û dest bi rêwîtiya nemiriyê kir, da ku li Kobanê, bibe serpêhateyek ji romana hezar şehîdî.
Her Îlûnek di dîroka Rojavayê Kurdistanê de ew ê rojnameya /15’ê Îlûna 2014’an – 26’ê Çileya 2015’an/ di bîra mirovî de vejîne. Li Kobanê, 132 rojên ji agir ku navê “Berxwedana Sedsalê” wergirtin, romaneke berxwedanê ne. Her şehîdekî vê berxwedanê, serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî ye.
Gundê Gelîkur ê Mêrdînê, ku niha qeraxeke jibîrçûyî ku pêtên agir erd û ezmanê wê xwariye û avêtiye tunebûnê, jiyanek berê lê diherikî. Şevekê zebaniyan avêtin ser gund û agirek vedan. Pêtên vî agirî tevî mirovan, dar, ax, asîman û hewa, her dever dixwarin. Şevekê dawî li qedera vir anîn. Lê wê rojê zarokek Kurdistanî, nû ji benê navka dayîka xwe qut dibû. Di nav qêrînên êşa ji şewat û qetilkirinê, qêrîna Ridwanî ku nû çavên xwe li jiyanê vekiribûn jî dihat. Lê çavên wî li şûna, kenê dayikê û roniya gundek Kurdistanî bibîne, şewat û dumana ku paşeroja bavûpîrên wî dixwarin dîtibû. Li şûna hêsir û qêrîna yekemîn a Ridwanî şadûmaniyê ji malbata Acer re bîne, bi qêrînên din re tevlîhev û wenda bibûn. Li şûna rojên destpêkê di nivînek germ nêzî hembêza dayîkê de biborîn, li ser riya koçberiyê rêwîtiyek nepenî dikir. Wiha lehengê vê serpêhateyê çavên xwe li jiyanê vekirin û dest bi rêwîtiya nemiriyê kir.
Ridwan Acer (Dilxwaz Kerboran)
Ridwan Acer (Dilxwaz Kerboran) şervanê YPG’ê ku di berxwedana Sedsalê ya Kobanê de şehîd bibû, serpêhateyek ji romana hezar şehîdên Kobanê ye.
Di sala 1993’an de roja ku leşkerên Tirk êrîşî gundê wan Gelîkur kirin û şewitandin, giyana Ridwanî hat ruyê dunyayê. Di rojên destpêkê yên jiyana xwe de, koçberiyê jiyaye. Malbata wî ji gundê Gelîkor koça xwe rakir gundê Kerboranê. Lewra Ridwan li vir temenê ciwantiyê herikand.
jiyanek berxwedêr
Ji ber malbata wî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re dilsoz bû û welatparêz bû, Ridwan di heman riyê de mezin bû. Li hemberî tundiya ku her kêlî ji dewleta Tirk dibîne, li ser pîvanên dilnizmî, welathezî, xêrxwazî û paqijiyê mezin dibe. Mumkin e, ji ber ku, berî dengê jiyanê bibihîse, dengê mirinê xwe berda hundirê wî, li hember hişmendiya qetilkirin, êrîş û êşkenceyê, ji aşîtiyê hez dike û aştîxwazek bû. Her di xeyala wî de jiyanek ji bihuştê spehîtir û bi qasî evrenê (xewnê) fireh, ku bi tenê mirovên dilpak, ku her yekdest bi hev re alîkar bin, hebin, hebû.
Lewra di riya pêkanîna vê xewnê de û bi dirûşmeya “Bi xewnên zaroktiyê re îxanetê nakim” li hember tundiya dewleta Tirk bi heval û hogirên xwe yên welatparêz re dest bi têkoşînê dike. Di temenê ciwantiyê li hember tundiya dewleta Tirk, derdikeve meş û mêtîngan. Di vê oxirê de ji civaka xwe dûr nakeve, êş û xweşiya wan, parve dike.
‘Janên giran ne beden in, welat in’
Ridwan, ji xwendinê bûyîna bijîşk hêvî dikir. Ji bo vê jî heya lîsayê (Bekeloriya) xwend û beşa bijîşkiyê di zanîngeha Tirkiyê de bidest xist. Lê şoreşa Rojava sînorên asoyên fikirîna wî ji holê rakirin. “Janên giran ne beden in, welat in”. Wiha berê xwe da birîna mezin a gelê xwe. Di sala 2013’an de li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê tevlê refên YPG’ê bû.
Piştî perwerdeya bingehîn a leşkerî û bîrdozî bû endamê tabûrek leşkerî ya YPG’ê. Mîna ji zaroktiyê fêrî hevaltiyê bibû, di nav jiyana leşkerî de jî wiha dihat nasîn. Ridwan ku di vê demê de, êdî navê Dilxwaz weke nasnavekî YPG’yî ji xwe re pejirandibû, hevalhez û hevalparêzek mezin dihat zanîn. Pîvana “Di dijwariyê de, li gel hevalê xwe be û birîna welat li hêviya me ye”, ew kişand Berxwedana Sedsalê ya KOBANÊ…
Roja 18’emîn a berxwedana Kobanê, ango di 3’ê Cotmeha 2014’an de, Dilxwaz bi grûpek şervanên YPG’ê re derbasî Kobanê dibe. Di nav barîna guleyan de, beriya ava Kobaniyê tam bike û hinasek kûr ji bêhna wê bikşîne, çekek wergirt û berê xwe da eniya şerê li hember DAIŞ’ê.
Car din, sînaryoya ku pê çavên xwe li cîhanê vekirin, li Kobanê dûbare dibe. Li vir çavên xwe li teqînên guleyan, ruyên şehîdan, xwîn û bêhna barûdê vedike. 7 rojan wiha diborin û di roja heftemîn de, di milê xwe de birîndar dibe. Ji bo dermankirinê hefteyekê ji eniyê qut dibe.
Rûken!
Di wan rojên ku qeder mîna lîstoka Panadora dizîvirî, Dilxwaz rûken bû. Di heman demên ku tevgerîna bi navê “ken” ji vî welatî bar kiribû, wî pêlên rukeniya xwe berdida giyana her zindîyî. Ji serpêhateya xwe fêrî eşqa jiyanê bibû. Lewra bi eşq dijiya.
‘Destûr nadim Kobanê bikeve’
“Di her hinasekê de gotina ‘Destûr nadim Kobanê bikeve’ di dil û mejiyê wî de olan dida. Eşqa wî gur dibû. Niha difikirim ku belkî ji ber ku li hêviya serkeftinê bû, wiha bi eşq bû.” Serbest Cûdî hevriyê wî got.
Piştî hefteyek dermankirinê, Dilxwaz vedigere eniya şer. Li vir, li qada rojhilatê Kobanê ku herî zêde rastî êrîşên çeteyan dihat, weke berpirsê girûpek YPG’ê cih girt. Li cihekî ku jê re dibêjin Sûk El-Hal, ku herî zêde şervanekî dikaribû heftiyekê lê bimîne -an birîndar an jî şehîd dibû- ma.
Çeteyên DAIŞ’ê mîna cenawerên harbûyî êrîş dikirin. Di wê serxweşiyê de bûn, ku hemû şervanan bigirin û tevî hestuyan daqurtînin. Lê Dilxwaz destanek bû.
Digotin: “Dilxwaz li hember êrîşan xwînsar bû. Li benda tevgerînin dijmin dima. Hemû şervanên xwe belav dikirin û di çeperan de bicih dikirin. Perspektîf didan û paşê bi xwe diket tevgerê de. Hefsarê hest û fikarên xwe her di destê wî de bû. “
Bû serpêhateyek ji Romana Kobaniyê
Roja 28’ê Cotmeha 2014’an de, grûpek ji hevriyên wî derdikevin çalakiyekê. Di nav van şeran de, birîndar û şehîdên vê girûpê çêdibin. Dilxwaz li ser bangên alîkariyê ya şervanekî wî, bê dudilî berê xwe dide qada çalakiyê. Tevî ku dizanibû tenê şehadet li hêviya wî ye, kete vê cengê de. Nîv saetek neboriya, di riya rizgarkirina û xelaskirina hevriyê xwe, Dilxwaz dibe cangoriyê vê berxwedanê.
“Gotina ‘Ancax bi vî ruhî em bighêjin serkeftinê’ bicih anî” hevriyek wî got.
Bi canên xwe Tofana Firatê rawestandin; Zozan û Êrîş
DICLE MÛSA – NEHÎR PALE
KOBANÊ – Ji pêsîra jina Miştenûrî şîr mêtin, li ser axa deşta Heranê kostek birîn û dest avêtin jiyanê. Ji peravên xunavî yên Firatê rêwîtiya şoreşgeriyê dest pê kirin û li hember Tofana Firatê bi canên xwe lehî rawestandin û xwe tevlê nemiriyê kirin.
Lehengên vê serpêhateya romana Hezar Şehîdî, 2 fermandarên YPG’ê yên eniya rojavayê Kobanê bûn. Êrîş û Zozan Kobanê.
Mihemed Beşar (Êrîş) zarokê Kobanê ku di sala 1981’an de li gundê Hungiş ê rojavayê Kobanê çavên xwe li jiyanê vekirin. Di nav rêze 12 zarokan de, zarokê 2’emîn ê malbata xwe bû. Heya refa heştemîn a dibistanê xwend û ji bo alîkariya malbata xwe bike dev ji xwendinê berda. Fêrî cotkirina erdan û avdaniyê bû û wiha ji bo debara malbata xwe bike dixebitî.
Mihemed, bi bêhna axa xunavî ya peravên Firatê, xuşxuşa herikîna çemê mezin re mezin dibe. Bi axê re yek û bi janên xwazayê re dijî. Mîna zindiyekî vê xwezayê fêrî bêdengiyê dibe, jan û fikarên xwe bi rêûrêbazên yekbûna bi hawirdorê re parve dike.
Dayîka wî: “Kesekî ji mal nizanibû Mihemed aciz an jî kêfxweş e. Mumkin e, çola lê dima ji me bêhtir bizanîbû”. Di vê oxirê de, bihust bi bihust, erdnîgariya Rojavayê Kobanê nas kir.
Sala 2000’î diçe leşkertiya rejîma Baasê. Li vir tenê salek û 3 mehan diborîne, lê beriya temam bike dev jê berdide û dest bi rêwîtiyek din dike. Mihemed tevlê refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. 15 salan li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tekoşîn dike û bi destpêkirina berxwedana Kobanê re, vedigere welat da ku li vir di nav refên YPG’ê de cihê jidayikbûyna xwe biparêze.
Sedîqe Temo (Zozan) kezîdirêj û çavreşeke Kobanî. Di sala 1979’an de li gundê Mezre Sofiyan ê başûrê Kobanê jidayik buye. Ji ber şert û mercên qedexeyê, bi tenê dikaribû 3 refan bixwîne û dest ji xwendinê berda. Sedîqe, di nav malbata bi taybetmendiyên Kobanî heya 15 salan dijî. Lê di sala 1994’an de dest bi lêgerînên azadiyê dike.
Sedîqeyê navê Zozan û Mihemed jî navê Êrîş, weke navên şoreşgeriyê ji xwe re pejirandin.
Tofana Firatê
Hawirdor bi rengê rojhilatê xemilî bû, bêhna payîzê dihat ji her derê. Lê bêdengiya wê berêvara payîzî tofanek radikir û bi xwe re hêdî hêdî dianî.
Carekê, tofan ji Firatê rabû û zebanî hatin. 15`ê Îlûnê ye, pêla yekemîn a lehiyê li gundên rojavayê ku bi aramî pale xwe dabûn Firatê, ket. Ji Talik, Zerik, Ewên, Degirmen û Borazê dest pê kir û di mesafeya 45 km heya hawirdora Kobanê hat. Gund bi gund di nava dumana ku ji ax û asîmanan radibû, zarok, jin, pîr û kal koça xwe radikirin û derdiketin. Li pey wan paşeroj û hêviyê nîvçomayî, di quncên gundên vala de veşartî man û hêdî hêdî bi bayê payîzê re koç dikirin.
Êrîş û Zozan Fermandarên vên eniyê bûn, ku divyabî li hember tofanê rawestiyane. Êrîş di van rojan de bi riya telefonê ji birayê xwe re gotibû: “Rast e, em heya niha nikarin dijmin di gundan de bisekinînin, lê em ê li bajar bidin seknandin. Em nahêlin Kobanê bikeve destê wan de”.
Gund bi gund li hember tofanê canek dibû qurban. Lê hin can hebûn xwe radikirin û diçûn ser nemirinê. Li vê xetê 4 serpêhateyên fedatiyê hatin jiyîn. 4 canan ji bo tofanê rawestînin xwe avêtin ser mirinê û tevlê karwanê nemiriyê bûn. Êrîş û Zozanê jî bi canên xwe, dawiyê ev tofan rawestandin.
‘Êdî bajar li pişt me dixuye, veger ne pêkan e’
Her Êrîş û Zozan, nêzî bajarê Kobanê dibûn li pişt xwe dizîvirîn û digotin “Êdî bajar li pişt me xuya dike. em ê çawa biçin bajar? Em ê çawa dijmin derbasî bajar bikin?” lê beriya vê jî gund bi gund herdu fermandar ji bo êdî paşve venegerin, çavên wan li êrîş û çalakiyek fedaî bû.
11 rojên agirî wiha boriyan. Roja 26’ê Îlûnê li girê Dolê dawî li vê kerasetê anîn. wê rojê de gir rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat. Ji bo parastina Kobanê ev gir weke xeta dawî ya ji rojavayê dihat zanîn. Êrîş û Zozanê di nav de girûpa parastina Girê Doliyê biryara venegerê dan. 6 seatan bê navber ev ceng meşandin. Şervan li serê gir û zebanî li hawirdora wî. Tang topan diavêjin û zebanî bi pesarên gir ve radibin lutkeyê.
Êrîş û Zozan li ser bêtêlê: “Heval, çete li ser gir in” û nema deng hat. ji pişt ve her kes qîr dike: “Heval gir terk bikin û paş ve vegerin.” Lê bersiv nemaye.
Tangek rabû ser gir û riya rabûna tangên din jî vekir. Niha 2 tang li jor in û ru bi ruyî van şervanan in.
Êrîş û Zozan di serkêşiyê de 15 şervanan berê xwe dan tanga zebaniyan û li cihê xwe man heya ku tang bi ser cenazeyên wan re derbas bû.
Bi canên xwe lehiya tofanê rawestandin.
ALJÎN HEMO
KOBANÊ – Bi xeta tevgera azadiyê bandor dibe, girêdan û hezkirina wê ji tevlîbûna nava refên YPJ`ê de zêde dibe, bi îradeya xwe ya xurt tê nasîn. Piştî tevlîbûnê, malbata wê bi rênxistinê ve tê girêdan, roj bi roj tevlîbûna wê qebûl dike û ew bi berxwedaniyeke bê hempa li herêma Kobanê şehîd dikeve.
Ev serpêhateya Hedla Yûsif keçika esmer,xwendinhez, şervana deşta sirucê Ezda Yaramaz bû ku yek ji romana hezar şehîdî ye.
Hedla Yûsif (Ezda Yaramaz) di sala 1997`an, di malbateke ku ji dayîk, bav, 7 xwîşk û 4 biran pêk, çavên xwe vedike. Hedla zarokatiya we li gundê Yaramaz ê dikeve başurê kobanê derbas dike û piranî di xebatên çandiniyê de bi dayik û bavê xwe re dibe alîkar.
Hedla di çûkaniya xwe de xwendinhez bû, bi taybet jî eşqa fêrbûna zimanê dayikê di çavên wê de diforiyan, lewma her çav lêdiketin, pirtûkek kurdî di bi cengan an jî di nava destê wê de bû. Gelek caran dema diçû serdana cîran an jî xizmên xwe pirtûk bi xwe re dibirin.
Xwişka Hedle Yûsif(Ezda Yaramz) ku wan piraniya demê xwe bi hev re parve dikin û rêhevalên dibistanê bûn, Gulê dide diyarkirin ku di her çaxê de hewldanên Ezda yên pêşketinê hebûn, di xwendinê de gelekî jêhatî bû, gelek hevalên wê ên dibistanê hebûn. Her wiha tevî çûn û hatina wê ya dibistanê lê her di warê çandiyê de bi malbatê re alîkar bû.
Naskirina Tevgerê
Bi destpêkirina şoreşê, li gundê Yaramaz weke gelek gundên rojava, civîn ji gel re tên çêkirin û tê de derbarê rewşa heyî, şoreşa rojava, berxwedana şervanan tê nîqaşkirin. Bi vî awayî çav û guhên Hedle ji zanebûnek nû re kurtir dibe û hewesa wê ya naskirinê geş dibe, gav bi gav Hedle tevî ciwanên gund tevlî civîn û perwerdeyan dibe, bi vî awayî jî gava xwe ya yekemî di riya azadiya de davêje.
Malbata Hedle pir ji rewşa keçika xwe ne razî bûn, lê vê yekê kelecana Hedle ji xebatê re kêm nekir, berovajî her dem xwedî wê xeyalê bû ku malbat daxwaza wê bipejirîne.
Beşdarbûna nava YPJ`ê
Vîna Hedle roj bi roj mezintir dibe, xeyala tevlîbûna nava YPJ`ê û parastina herêma Kobanê di nava hinavên wê de ronî dibin, herî dawiyê di roja 1`ê adara 2014`an ev yek bi biryara tevlîbûnê tacîdar dibe. Di wê rojê de, Hedle bê ku xatir ji malbatê bixwaze, bi şev cil û bergên xwe amade dike û gava yeke ya rêwîtiya bê veger berve heqîqetê davêje, û berê xwe dide navenda YPJ`ê û tevlî wan dibe.
Bi vê gave re, malbat li xwe vedigere û desteka biryara keçika xwe dikin.
Bi vî awayî keçika Yaramazî, esmer, xwendinhez, vediguhere Ezda Yaramaz, şervana deşta sirucê, parazvana gelê xwe û şopdara heqîqetê.
Ezda, hezkirinek mezin ji birayê xwe yê biçûk Kawa re dihewand, lewma her cara ku bi malbatê re deng dikir, yekemîn kesê ku lê dipirsî Kawa bû.
Aşiqa çeka xwe
Ezda piştî ku perwerde ramyarî û leşkerî bi dawî dike, berê xwe dide eniyê pêş û li gundê Kendalê yê dikeve rojhilatî bajarê kobanê, tevî komek şervanên YPG`ê û YPJ`ê dimîne. Rêhevala wê Laleşîn Kobanê hin serpêhateyên wan bi hev re vedibêje, Ezda pir ji çeka xwe ya BKS hez dikir, her lê baldar bû, paqij dikir, ew bibûn rê hevalên hev, Ezda keçikeke pir xurt bû.
Ezda beriya ku biçe her şerekî, dîlan digerand û serê govendê digirt. Pir ji strana Zebeşe dendik reş e hez dikir. Her wiha fotbol jî bi hevalên xwe re dilîst, lê herî zêde şilkirina hev u din bi avê bala wê dikişand.
Şehadeta rêhevalên wê yêj jin gelekî bandor li ser dikir, lewma her çirûska tolhildanê di cîgira wê de pêt dibû. Her xwediyê wê soza rakirina tolhildana hevalê xwe bû.
Piştî demekê şûn de, Ezda tevlî nava tabûra gerok dibe, lewma her cihê ku şer lê diqewimî, berê wan bi wir de bû, li ser vê yekê sê caran birîndar dibe.
Dema ku êrîşên 15`ê îlonê yên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêma kobanê destpê dike, Ezda tedawî didît, tevî ku hîna birînên wê rihet nebibûn, lê dema . tevî ku birîna wê nehatibû hev, lê bi israr berê xwe dide eniyên pêş û li rex hevriyên xwe şer û berxwedaniyê dike.
Şehadet
Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di 5`ê cotmehê de derbasî bajar dibin, şer vediguhere nava kolanên kobanê û di 29`ê Cotmeha 2015`an, çete bi erebeyên bombebarkirî êrîşeke mezin pêk tînin, di vê êrîşê de Ezda tevî du hevalên xwe yên jin di çeperan de jiyana xwe ji dest didin û tevlî karwanên şehîdên nemir dibin.
(nse)
ANHA