Sersala nû ya perwerdehiyê dê bi boykotê dest pê bike
ENQERE (DÎHA) - Sala nû ya perwerdehiyê ya 2013-2014'an sibê bi boykota dersan dest pê dike. Parlamenterê BDP'ê û Endamê Lijneya KCD'ê Ozdal Uçer, diyar kir ku ji bo endamê civakekê mafê herî jêneveger û rewa perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Uçer, da zanîn ku li Tirkiyeyê di qada perwerdehiyê de faşizmin bi "Qedexekirina zimanê zikmakî" derdikeve pêşberî wan.
Sibê li Tirkiyeyê sersala nû ya perwerdehiyê ya 2013-2014'an dest pê dike. Ji ber pola yekem û perwerdehiya berî pêşdibistanê rastî perwerdehiya oryantasyonê tê vê hefteyê jî sala perwerdehiyê hefteyekê zû dest pê kir. Serdema pêşîn ya perwerdehiya sala 2013-2014'an dê di 24'e Çileya 2014'an de bi dnawî bibe. Betlana navber a perwerdehiyê dê di 27'ê - 7'ê Sibatê de bê kirin. Serdema duyemîn a perwerdehiyê jî dê di 10'ê Sibata 2014'an de roj duşemê dest pê bike. Perwerdehiya îsal dê di 13'ê Hezîrana 2014'an de bi dawî bibe. Di sersala nû ya perwerdehiyê de jî dê mecbûriyeta berdewama çûna dibistanê bê xwestin. Ji bo neçûna bi sedem û tenduristiyê 10 roj bi tevahî 45 rojan dikarin neçin dibistanê. Xwendekarên 2 rojan bê sedem li ser hev neçin dibistanê dê rastî cezayê dîsîplînê bên. Puanên serkeftinê ji 45'an derxistin 50 puanî. Ji bo xwendekarek dersê derbas bike divê di serdema navîn de herî kêm puanên aritmetik 50 be. Divê di serdema duyemîn ango dawiya salê de jî hemû puan di zikhev de 70 be.
Kurd dê dibistanan boykot bikin
Kurt ji ber ku bi zimanê zikmakî perwerde nayê dayîn, bi daxwaza Perwerdehiya zimanê zikmakî û rakirina sonda me dê hefteya ewil dibistanan boykot bikin. Kurd û saziyên kurdan nêzî mehekê ye bi daxwaza bila sonda me rabe û perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn li gelek bajar û navçeyan stantên îmzeyan vekirine û îmzeyên ku kom kirine ji Midûriyeta Perwerdehiyê yên bajar û navçeyan re dişînin. Li bendê ye ku bi tevlêbûnek pir xurt dibistan bên boykotkirin.
Hevparên Konferansa Çareserî û Yekîtiya Kurdistana Bakur jî berî destpêka perwerdehiya sala nû bang li gelê kurd kir û xwet di sedsala nû de teqez perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn. Hevparên konferansê da zanîn ku kurd ji bo vî mafê xwe yê rewa û neteweyî dê hefteya hewil mafê boykota dersan bikar bînin. Hevparên Konferansê bang li kurdan kir ku kurd hefteya ewil dibistanan boykot bikin.
'Perwerdehiya ziman bi zanebûn tê astengkirin.
Parlamenterê BDP'ê û Endamê Lijneya KCD'ê Ozdal Uçer, diyar kir ku ji bo endamê civakekê mafê herî jêneveger û rewa perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Uçer, da zanîn ku li Tirkiyeyê di qada perwerdehiyê de faşizmin bi "Qedexekirina zimanê zikmakî" derdikeve pêşberî wan. Uçer, da zanîn ku li Tirkiyeyê hêj hişmendiya yek ziman, yek al, yek çand, û yek reng serdeste û wiha got: "Hêj li Tirkiyeyê hemû welatî qurbanî hebûna tirkan tên kirin. Ji ber vê yekê li ser netew û civakên din polîtîkayên asimilasyon û înkarê pêş dikeve. Ev polîtîkayên li ser ziman bi zanebûn û plan pêş dikevin. Ev hişmendiya netew dewletê ye."
Uçer, xwest êdî ziman, nasname û çandên cuda karibin serbest bijîn û ji bo parastinê ji aliyê makeqanûnê ve bên mîsogerkirin.
(mae)