1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sersaxiyên ji bo Şervan
Sersaxiyên ji bo Şervan,sersaxiyên,ji,bo,şervan

Sersaxiyên ji bo Şervan

A+ A-

Ji KNK’ê ji bo Şervan Muslim peyama sersaxiyê 13-10-11 / ANF Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo Şervan Muslim kurê serokê PYD’ê Salih Muslim ku li Rojava di şerekî li dijî çeteyên El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da. Konseya Rêveber a KNK’ê di peyama xwe de got: “Şervanê doza Kurd û Kurdistanê, ciwanê egîd û mêrxas Şervan Muslim di têkoşîna li dijî hêzên kevneperst, Îslamîst û çeteyên dagirker de şehîd ket.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber ji destdayîna jiyanê ya şervanê YPG'ê Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. KNK'ê got, “Li Rojavaya Kurdistanê têkoşîneke berfireh a Kurd û Kurdistaniyan didome. Li Rojava welat tê avakirin û jiyana gel tê organîzekirin, ji aliyê din ve jî li dijî taşeronên dagirkeran axa welat tê parastin. Di vê têkoşîna piralî da mixabin ku şehîd têne dan, birîndarî çêdibin.”

Peyama Konseya Rêveber a KNK’ê wiha dewam kir: “Di seferberiya têkoşîna parastina Rojavayê Kurdistanê de heta niha gelek şehîd hatin dayîn, gelek têkoşer birîndar bûn. Lê belê, rê nehate dan ku dagirker û çeteyên wan, pêşî li Kurdistanê bigirin. Cesaret û fedakariya gelê me yê Rojavayê di dereceya herî bilind de ye. Gelê me yê Rojavayê hem rûyê xwe hem jî rûyê hemû Kurdistaniyan spî kir di vê berxwedan û parastina welatî de. Xelkê me li Rojavayê şerê man û nemanê dide û biçûk mezin, jin û mêr her kes di çeperan de ne û berxwedaneke nedîtî nîşanî yar û neyaran dide. Di vî şerî de bi taybetî ciwan û jinên Kurd û Kurdistanî di rêzên pêşeyê de ne û bi netirsiyeke mezin axa xwe diparêzin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê di dawiya peyama xwe de bal kişande ser xwedî derketina li têkoşîna Rojava û wiha got: “Em wekî KNK ji bo hemû şehîdên doza Kurd û Kurdistanê xemeke mezin digirin. Bi şehîdbûna Şervan Muslim jî xema me mezintir bû. Em ji ber şehîdbûna vî ciwanê Kurd, şervanê YPG'ê sersaxîyê didine xelkê xwe yê Rojavayê, rêveberiya polîtîk, Konseya Bilind a Kurd, PYD û hêza leşkerî YPG’ê. Bila serê xelkê me sax be. Şervan Muslim herwisa kurê endamê KNKê û Hevserokê PYD’ê birêz Salih Muslim e. Em sersaxiyê didine birêz Salih Muslim û malbata wî û hemû Kobaniyan. Bila serê Salih Muslim û malbata wî sax be. Em şirîkê xema wane.”

Suryaniyan ji Salih Muslim û gelê Rojava re sersaxî xwestin

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê, ji Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re, ji ber kurê wî di êrîşên li Girê Spî de jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest.

Di peyama sersaxiyê de wiha hat gotin, "Di têkoşîna pêkanîna şoreşa demokratîk a li Rojava de, şehîdketina kurê we heval Şervan Muslim a di şerê li hemberî El Qaîde û El Nûsra de, me Suyanî xistiye nava şînê. Di encama têkoşîna Şervan û partiya ew endamê wê ye, li Rojava gel bi hev re bê pirsgirêk di nava aştiyê de dijîn. Desthilatdariya AKP'ê ya nikare xwe li vê rabigire û dixwaze statuya gelê Kurd asteng bike, çeteyên hov û tarî yên mîna El Nûsra diajo ser Rojava." Ti hêz dê nikaribe têkoşîna gelê Rojava ya dixwaze ziman, nasname û çanda xwe biparêze û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, tine bike."

Di peyamê de hat destnîşankirin ku Suryanî Şervan weke şehîd dibînin û ji ewê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin têkoşîna mafdfar a gelê li Rojava.

PYD Şervan Muslim li Belçîkayê bibîr tîne

Şervanê YPG'ê Şervan Muslim ê di şerekî li dijî çeteyên El Qaîdeyê de li Rojava jiyana xwe ji dest da, ji aliyê nûnertiya PYD'ê ya Ewropayê ve li bajarê Belçîka Lîegeyê wê bi merasîmekê were bîranîn.

Li gorî daxuyaniya nunertiya PYD’ê ya Ewropayê, wê ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim, li bajarê Lîegeyê merasîmeke bîranînê bê li darxistin. Merasîma wê di 13’ê Cotmahê roja Yekşemê saet di 11.00’an de li Rue de Porto, Brosseux Liege destpê bike û heya saet 18.00’an dewam bike.

YNK ji bo kurê Salih Muslim sersaxi xwest

Polîtburoya YNK'ê bi peyamekê ji bo Kurê Salih Muslim sersaxi xwest.

Polîtburoya YNK'ê ji bo şervanê YPG'ê Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku 2 roj berê di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da. YNK di peyama xwe de viha got: “Bi bihîstina şehadeta Şervan em geleki xemginin. Em ji malbata Muslim re sersaxiyê dixwazin û hêvîdarin ku ev şehadet wê ji bo gelê Kurd qurbaniya dawî be. Cihê şehîd Şervan û hemû şehîdên Kurdistanê bihuşt be."


Bêjeyên Miftehî