1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Serwerî di destê gerîla de bû´
´Serwerî di destê gerîla de bû´,serwerî,di,destê,gerîla,de,bû

´Serwerî di destê gerîla de bû´

Erdal: Serweriya taktîk û stratejî ya 2012 di destê gerîla de bû

A+ A-

Endamê Konseya Fermade ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal da zanîn ku bi ‘operasyonên Şoreşger” ên ku gerîlayan di sala 2012 de pêk anîn, plana Tamîlan ku AKP bi xwe pir jê bawer bû, hatiye tunekirin û got: “Gerîla di sala 2012 de serweriya taktîkî û stratejî di destê xwe de girtiye.”

Sala 2012 li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê şev û pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên Kurd û artêşa Tirk de qewimîn. Gerîlayan li hemberî plana ‘Tunekirinê’ ya hukûmeta AKP’ê serî li rêbazek nû ya ‘lêxe-bimîne’ dan û gerîlayan gelek deveran xist bin kontrola xwe. Endamê Konseya Fermande ya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal bersiv da pirsên servîsa Tirkî ya ANF’ê yên derbarê şerên 2012 û bal kişand ku bi vê yekê re di gelek aliyan de gelek hevsengî serûbino bûne.

Erdal îşaret bi bûyer û pêşketinên van du salên dawî li Rojhilata Navîn diqewimin kir û destnîşan kir ku dihat texmînkirin ku ev şer û pevçûn dên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî dijwartir bibin, loma dewleta mêtînger a Tirk û hukûmeta AKP’ê vê pêvajoyê ji bo tunekirina Kurdan ji xwe re weke firsend dît.

Erdal diyar kir ku hukûmeta AKP’ê ku daraz, çapaemenî û sermayeyê xistiye destê xwe, di hilbijartinên di 2011 de ji sedî 50’yê dengan wergirt û da zanîn ku ji bo bikaribe hegemonyaya xwe bidomîne, tenê astengiyek li pêşiya wê hebû ew jî gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê ye. Erdal diyar kir ku payiza 2011 de plana Srî Lanka û Tamîlan anîn rojevê û xwestin gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê tune bikin.

Erdal bal kişand ser plana Tamîlan û ev agahî da: “Ya yekem operasyonên tunekirina gerîlayan, ya duwemîn komkujiyên li hemberî gel û ya sêyemîn jî dê xebatên dîploamatîk ên dê bihêlin raya giştî ya navneteweyî li hemberî vê yekê bê deng bimîne bû.” Erdal destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de şev û roj ji Botan heta Dêrsimê operasyonên bi armanca tunekirina gerîlayan hate lidarxistin û xwestin bi Komkujiya Roboskî vîna gelê Kurd bişkînin.

Erdal ragihand ku dixwestin derbeyên mezin li hêzên gerîlayan ên li Bakûr û Başûr bide, ji hêzê bixe, rêxistina gelê Kurd belav bike û teslîm bigire û got: “Digotin em ê bi vê yekê ser bikevin, nahêlin tu kesek di Newrozê de dabikeve qadan.” Erdal destnîşan kir ku di navenda van hemû operasyon û zextan de jî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hebû.

Bahoz Erdal bal kişand ser komkujiya Roboskiyê û got: “Ez vê bêjim, niha dibe ku bi niyeteke baş bang dikin û dibêjin ‘bila kiryarên vê komkujiyê bên aşkerekirin’, lê ev yek tenê xizmet veşartina kiryar û berpirsên komkujiyê dike. Ji ber ku berpirsên komkujiyê diyar û aşkere ne: Tayyip Erdogan, serfermandarê artêşê û fermandarê hêzên hewayî ne.”

Erdal bi bîr xist ku AKP’ê û ‘xulamên wê di zivistanê de her tim qala mînaka Tamîlan kirin û got: “Kesên ku dixwazin komkujiya Roboskî çima hate rojevê, bila komkujiyên li dijî Tamîlan hatin kirin binêrin, dê fêm bikin.”

Erdal got: “Ji xwe bawer bûn ku dê bi planeke wiha encamê bigirin. Di zivistanê de her tim xwedî li vê komkujiyê derketin û pesnê wê dan, propagandaya wê kirin. Heta bi gelek aliyan da bawerkirin ku dê PKK heta havînê tune bibe.”

Bahoz Erdal destnîşan kir ku AKP’ê pêşketin û bûyerên li herêmê xelet nirxandiye û hêza gerîlayan biçûk dîtiye, ji ber wê jî di hesaba xwe de xeletiyeke mezin kiriye. Erdal da zanîn ku AKP’ê 9 salên agirbestê û şerê bi kontrol jî xelet xwendiye û bal kişand ser berxwedana gerîlayan.

Erdal da zanîn ku bi ‘operasyonên Şoreşger” ên ku gerîlayan di sala 2012 de pêk anîn, plana Tamîlan ku AKP bi xwe pir jê bawer bû, hatiye tunekirin û got: “Gerîla di sala 2012 de serweriya taktîkî û stratejî di destê xwe de girtiye.”

Erdal bal kişand ser encamên şer ên sala 2012’ê û got: “Di serî de plana Tamîlan a ku dispartin artêşa taybet a Erdogan, tevgera taybet û teknîka nûjen, hatiye pûçkirin, kesên ku mînakên Tamîlan didin, niha tu mînakek ku ji bo vê planê bide nemdîtine. Ya din jî tevgera taybet û leşkerên bi pere yên ku AKP û Erdogan hêviya xwe bi wan ve girêdabûn, li hemberî gerîlayan têk çûn, dest ji derketine eraziyê berdin êdî nedikarîn ji binkeyên xwe derbikevin. Ya sêyemîn jî înîsiyatîfa şer û kontrola erazî/erdnîgarî bi giranî kete destê gerîlayan” û diyar kir ku gerîlayan dersek dan dersek baş dan Erdogan û artêşa wî.

Erdal diyar kir ku vê berxwedana gerîlayan encamên girîng ên siyasî jî bi xwe re anîne û ji bo vê yekê berxwedanên Newroz û 14’ê Tîrmehê weke mînak nîşan da û got: “Gelê Kurd jî aşkere kir ku ew ê ji bilî Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad tu tiştek din qebûl neke.”

Erdal bal kişand ser Kurdên di nava AKP’ê de cih digire û gotina pêşiyên Kurdan a bi awayê “Kurmê darê neji darê be fena darê nîn e” û destnîşan kir ku her tim xwestine Kurdan bi hevkariya noker û xayinên Kurd, Kurdan parçe bikin û encamê bigirin. Erdal got: “ Kesên li Kurdistanê rêvebertiya AKP’ê dikin kevirên bingehîn ên polîtîkayên qirkirina Kurdan pêk tînin.” Erdal destnîşan kir ku yak u fermana kuştina Ceylan Onkolê, Yahya Menekşe,Dîren Bostan, Enwer Turan û bi dehan zarokên din ên Kurd dane hukûmeta AKP’ê ye û destnîşan kir ku Kurdên di nava AKP’ê de dibin hevparên van komkujiyan.

Erdal ji bo van Kurdan Parlementerê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarioglû weke mînak nîşan da û got: “Erdogan li Enqereyê çiqas biaxive, ew jî li Amedê ewqas diaxive. Mîna berdevkê şerê psîkolojîk diaxive.”

Bahoz Erdal bi bîr xist ku heta duh jî Erdogan got ‘yek gel, yek netewe…’ bang li Kurdên di nava AKP’ê de kir ku ger bi rastî jî ji ber welatparêz û misilmantiyê tevlî AKP’ê bûne, ji AKP’ê îstîfa kir ûgot: “An ne, ew êdî nikarin xwîna zarokênKurd ên li Roboskî yên bi destê wan ve bûye paqij bikin.”

REKORA TEVLÎBÛNA GERÎLAYAN

Erdal bal kişand ser bandora Operasyonên Şoreşgerî yên li ser gelê Kurd jî û got: “Hêzên me yên gerîlayan bi berxwedana xwe ya 2012 careke din nîşan dane ku yekane hêza parastin a gel e, weke her demê dilsozê Rêber Apo, şehîd û gelê xwe ne.” Erdal da zanîn ku bandoreke mezin li gelê Kurd kiriye û got: “Bê guman ev berxwedana bi heybet bi taybet bandore li ciwanên Kurdistanê kiriye. Ciwanên Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derketine û tevlîbûna nava refên gerîlayan gihiştiye asteke rekor.

AVAKIRINA HÊZEK MEZIN A PARASTINA KURDISTANÊ

Erdal bal kişand ser bangên ji bo çekdanîna PKK’ê û diyar kir ku di demek wiha de ku dewleta Tirk û hukûmta AKP’ê ji bo kirîna çekan bi milyonan dolar xerc dike, çekên nû hildiberîne, bi hezaran endamêmn tevgera taybet û artêşa taybet ava dike, di pêvajoyeke wiha li Kurdistanê de banga çekdanînê bê kirin, ev yek ji polîtîkayên ji rêzê yên mêtîngeriya Tirk ne tu tiştek din e.

Erdal da zanîn ku divê li hemberî vê yekê hêzeke xurt a parastinê ya Kurdistanê were avakirin û got: “Hevdîtin çêbibin, çênebin jî di vê pêvajoyê de, divê tevlîbûna gerîlayan were xurtkirin, tevlîbûna nava refên gerîlayan bê teşwîqkirin, jib o Kurdistanê hêzeke mezin a parastinê were avakirin. Ji bo berterefkirina êrîş û xeteriyên li ser gelê Kurd û azadkirina Kurdistanê ev yek garantî ye. Ger li paytexta Kurdistana azad û xweser Rêbertiya me û gel gihişt ev hev, wê demê werin vê pirsê ji me bipirsin.”

JI BO KURDÊN LI METROPOLAN BANGA VEGERÊ

Erdal ji bo Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijîn û li rastî zext û êrîşan tên jî got: “Gotinek a pêşiyên Kurdan heye; ‘Mala xelkê mirov germ nake’. Wateya vê yekê ev e, ji bo Kurdên li Stenbol û bajarên din dijîn, tu şanseke jiyana azad tune ye” û bang li Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijîn kir ku êdî dem hatiye verin Kurdistanê.

JI BO 2013 AMADEKARIYÊN GERÎLAYAN

Fermandarê gerîlayan Dr. Bahoz Erdal derbarê amadekariyên gerîlayan ên ji bo sala 2013 de jî agahî da û got: “hukûmeta AKP û dewleta Tirk ên mêtînger dixwazin di sala 2013 jî polîtîkayên xwe yên mijûlkirinê berdewam bikin û me û gelê me têxin nava bendewariyê” û destnîşan kir ku li aliyeke din jî ji niha ve jib o dijwarkirina şerê li Kurdistanê û tunekirinê veguhestina leşkerî ya ber bi Kurdistanê ve dike.”

Erdal got: “Li hemberî vê yekê em jî di nava amadekariyên xurt de ne. Berxwedana 2012 ya gerîlayan nîşan da ka dê gerîla bikarin di sala 2013 de çi bikin, dikarin çi bikin.”

Erdal got: “Em dixwazin ji kesên ku ji me re dibêjin hûn lewaz in , bê hêz in, nikarin final mînalê bikin, tiştek ku em jî bêjin heye: Em ê xewnên şevan li ber dozger, dadger, qeymeqam, waliyên we, artêşa we ya dagirker a li Kurdistanê hatiye bicihkirin, keriyên polîsên we yên faşîst ên li Kurdistanê biherimînin. Em ê Kurdistanê li wan bikin dojeh û faturaya vê yekê dê mêtîngerî bide.”

Erdal da zanîn ku ew dê wisa bikin ku Erdogan encex di her carekê de bi hezaran leşker, wesayitên zirxî ve bê bajarên Kurdistanê û got: “Em nahêlin Erdogan bê bi hezaran leşker û polîs were Amed an jî Colemêrgê.” Û wiha domand: “Weke her demê dê HPG di bin fermana Rêber Apo, tevgera me û gelê me de be, tişta ku bikeve ser milê me em ê bikin.”

Bahoz Erdal sala nû ya 2013 li Ocalan û gelê Kurd pîroz kir, berxwedana di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de silav kir û got: “Bê guman sala 2012 ji bo gelê Kurdistan û Kurdan bûye sala pêşketin, mezinbûn û serkeftinê. Ev serkeftin bi xêra Mehmet Goyi, Rojîn Gewda, Xebat Dêrik û berxwedana keç û xortên wêrek ên ku gihiştine şehadetê hatiye biderxistin. Ji ber wê jî divê ji her demê zêdetir gelê me xwedî li Rêbertî, şehîd û gerîlayên xwe xwedî derdikeve. Tevlîbûna nava refên gerîlayan wezîfeya herî sereke ya hemû ciwanên welatparêz ên Kurdisanê ye.”

ANF NEWS AGENCY