1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Serêkaniyê ji nû ve ava dibe
Serêkaniyê ji nû ve ava dibe,serêkaniyê,ji,nû,ve,ava,dibe

Serêkaniyê ji nû ve ava dibe

A+ A-

MEDYA DÊRSIM - SERÊKANIYÊ 05.06.2014 09:45:20 Bajarê kevnare Serêkaniyê, piştî ji rejîmê û çeteyan hat rizgarkirin xwe ji nû ve ava dike. Li bajarê ku pergala xweseriya demokratîk lê tê rûniştandin, ji av heta elektrîkê gelek pirsgirêk hatine çareserkirin. Şaredariya Bajêr, ku beşeke girîng a binesaziya bajêr ava kiriye, bi zindîkirina cotkarî û avakirina qadên kar re, çavkaniyên nû yên debarê diafirîne.

Bajarê Serêkaniyê bajarekî kevnare ye û di warê çandiniyê de dewlemend e. Li vî bajarî Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û Tirkmen bi salan di nava aramiyekê de bi hev re jiyane. Nifûsa Serêkaniyê ya beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê 80 hezar bû, niha daketiye 40 hezarî. Bajarê Serêkaniyê ji 9330 malan pêk tê û 134 gund girêdayî wê ne.

Sînorê bajarê Serêkaniyê ji Silok a nêzî Til Ebyad destpê dike û ji aliyê başûr heta Menecîr û Xirbêt Sûde, ji aliyê rojhilat heta Circîb û Mirêkîz û ji aliyê bakur ve jî yekser bi sînorê Bakurê Kurdistanê (Serêkaniya ser xetê) re dibe yek.

Bajar ji 5 taxan pêk tê, taxa Ronahî, Zeredeşt, Mahata, Zorava û Newroz bi navê berê Eyîn Hisan. Navçeyê girêdayî bajarê Serêkaniyê Ebû Rasên, Mebrûka û Dirbêsiyê ne.

Piştî ku Serêkaniyê ji destê çeteyan hat rizgarkirin, welatiyên ji bajêr koç kirin careke din li cih û warên xwe vegeriyan û jiyana li bajêr ji nû ve zindî bû. Şêniyên bajêr dest bi lêkirina xaniyan kirin û cotkarên par nekarîbûn çandiniya xwe bikin, îsal ji nû ve dest bi karê xwe kirin. Her wiha bazara bajarê Serêkaniyê bi awayekî asayî bi kar tê û kirîn û firotin jî heye. Ji ber piştî rizgarkirina bajarê Serêkaniyê niha ji her alî ve ewlehiya bajêr ji aliyê hêzên asayîş ê polîsên nava bajêr tê kirin. Li gel vê jî hemû sînorê bajêr ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel/Yekîneyên Parastina Jinê (YPG/YPJ’ê) ve tên parastin.

Her wiha di warê xizmetgozarî de jî gelek kar di bajêr de bi rêve diçin. Di dema dawî de li bajarê Serêkaniyê hemû kolan tên paqij kirin, dar tên çandin, projeyên nû ji bo xweşik kirin û xizmeta bajêr bi rêve diçin. Li gel vê jî ji ber sedema ku di dema şer de komên çete betariyên telefonên bajêr dizîbûn, ji lewra ji aliyê şaredariya bajarê Serêkaniyê ve hemû xetên telefonên erdê hatine sererastkirin û êdî welatiyên bajêr dikarin telefonên erdê bi kar bînin. Şaredariya bajarê bi qasî 400 xetên telefonê sererast kirine û niha di xizmeta welatiyan dene. Her wiha îsal mazot ji bo cotkaran hatiye belavkirin, hejmara cotkarên ku mazot girtine 1210 tenê ji bo çandiniya genim hatiye dayîn, li gel vê wê ji bo çandiniya pembo jî mazot li cotkaran ji aliyê şaredariyê ve bê belav kirin.

Li gorî pergala Xwesiya Demokratîk a ku li her sê kantonan hatiye avakirin û xwe bi sazî kiriye û ev pergal di hemû bajarên Kantona Cizîrê de jî bi rêve diçe. Li bajarê Serêkaniyê jî gelek sazî û dezgeh ji aliyê gel ve bi rêve diçin û li bajêr hemû kar gel bi xwe bi rêve dibin hene. Dîmena ku îro li bajarê Serêkaniyê diyar dibe, her çiqas ku dem dem, şerekî germ jî di herêmê de hebe, lê careke din projeyên ku niha di meriyetê de ne, li bajarê Serêkaniyê berdewam dikin. Ji ber eniya şer ji bajêr gelek bi dûr ketiye. Her çendî şer di nava civakê de ne rihetiyê ava bike, lê heyanî radeyekê bajar aramiya xwe diparêze.

‘PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ JI %50 ŞÊNIYÊN BAJÊR VEGERIYAN’

Cîgirê Şaredarê Serêkaniyê Ebdilezîz Salêh der barê rewşa bajarê Serêkaniyê de, her wiha rewş û asta xizmeta ku tê kirin û pêdiviyên bajêr de nêrînên xwe wiha anî ziman; “Bi rastî bajarê me wêran bû û hemû gelê wê jî koçber bû. Lê me piştî vê wêranbûnê gelek kar kirin ji bo em careke din warê xwe bi ser hev de bînin. Piştî ku bajarê Serêkaniyê rizgar bû ewlehî jî tê de pêk hat, gelê me jî vegeriya bajarê xwe. Bi taybet piştî rizgarkirina Til Xelefê zêdeyî ji %50 gelê herêmê careke din vegeriya bajarê Serêkaniyê û her diçe zêdetir dibe. Piştî vegera gel her ku çû daxwaziyên gel zêde bûn, ji ber ne tenê şêniyê herêmê vegeriya, her wiha gelek welatî ji deverên din jî xwe sipartin bajarê me. Xizmetên bingehîn ji bo gel pêwîstî bi av û nan hebû. Em jî di demên destpêkê de weke şaredarî ketin tengasiyan. Ji ber dema ku gel vegeriya di bajêr de gelek pirsgirêk hebûn û çareserî jê re pêwîst dikirin. Ji ber komên çete hemû milkê gel dizî bû. Lê em dikarin bêjin ku hema pirsgirêkên sereke yên bajêr hatine çareser kirin, lê hîn jî têr nake û xebateke mezin ya ku xwe dispêre gel pêwîste. Yek ji pirsgirêkên ku derketine pêşberî me dibistan bûn, ji ber hemû pencera û deriyê dibistanan ji aliyê komên çete ve hatibûn jê kirin. Ji ber vê yek ji karên sereke ku ketine pêşberî me çêkirina derî û pencereyên hemû dibistanan bûn. Di zivistanan derbas bêyî de berfeke giran li bajarê me bariya ev jî bi xwe re pirsgirêk anîn.

ŞAREDARIYÊ PIRSGIRÊKA AVÊ ÇARESER KIR

Salêh der barê çareserkirina pirsgirêkên bajêr de wiha dirêjî dide gotinên xwe; “Di serî de me motorên mezin anîn û danîn ser bîrên avê, ji bo em bikarin pirsgirêka avê çareser bikin. Wiha me bîrên xwe xebitandin û av gihand hemû malan. Di warê aborî de gelê me zehmetiyan dikşîne, ji ber sala derbasbûyî komên çete hemû zêvî û bexçeyên şêniyê herêmê talan kirin û hemû motorên avê ji bexçeyan hatin dizîn. Bi taybet jî bajarê me xwe hîn zêdetir dispêre çandiniyê. Ji ber vê em dikarin bêjin pirsgirêka aborî heyanî radeyekê li ser tê rawestandin, lê hîn jî zehmetî hene. Em weke şaredarî jî hîn zêdetir dixwazin li ser mijara çandiniya havînê rawestin. Ji lewra hemû welatiyên ku çandiniyê dikin em weke şaredarî hewildanên me ya alîkarî kirinê hene. Ji ber vê em dixwazin ku gelê me jî girîngî dide çandiniyê, ji ber wê demê em ê bikarin li ser gelek pirsgirêkên xwe rawestin."

‘EMÊ BI WÊNEYÊN ŞEHÎDAN BAJARÊ XWE BIXEMILÎNIN’

Salêh bal kişand ser projeyên li ser xizmetgozarî yên bajarê Serêkanyê û di vî warî de agahî da; “Em dixwazin di warê mîmarî de dest bi hinek projeyan bikin, bi vî rengî wê gelek welatî bikarin di van projeyan de kar bikin û bi rêya wê jî debara xwe bikin. Li gel vê me weke şaredarî gelek kes girtine nava kar û di şaredariya me de kar dikin. Ji ber em careke din rewşa bajarê xwe di ber çavan re derbas dikin û sererastkirinan pêk tînin, mîna park, çandina bexçeyên ser rêyên giştî û careke din avakirina cihên ku di şer de zêde xera bûne. Ji van hemû karan re karker pêwîst dikin û li ser vê bigehê me şêniyê bajêr bi xwe xistiye nava van karan. Her wiha di bajarê me de saziya waşokanî ya paqijiyê heye, di wir de jî gelek kes kar dikin û derbara xwe ji vê karî dikin. Di vê mijarê de jî em hemû deverên bê dar careke din daran lê diçînin, li gerekan ji nû ve peykeran ava dikin. Her wiha di warê paqijiyê de me nivîs amade kirine û emê li ser şeniyê bajêr balav bikin. Her dem wê gemar ji kolanan bê komkirin, kesên ku li hember paqijiya bajêr ne baldar be, emê cezayê li wan bibirin. Her wiha emê di navbera her 30-40 m de sepetên gemarê bi cîh bikin û li ber dukanan jî wan sepetan bi cîh bikin. Her wiha li taxa Mehetê de em dixwazin peykerekî ji çar pirtûkan ava bikin û bi zimanê kurdî, asûrî- suryanî û erebî biratiya gelan binvîsin. Ji ber em tenê ji gelê kurd re kar û xebatê nakin û di bajarê me de pêkhateyên din jî hene. Her wiha di ketina bajêr de emê bi wêneyên şehîdan bixemilînin ji ber bê zanînin ku bi xwîna van şehîdan ev bajar hatiye rizgarkirin.

Di warê çandiyê de jî pilanên me hene bi taybet projeyên çandiniya havînê. Em amedekariyan dikin ku di derbarê çandiniya payîzê de jî projeyan bixin jiyanê. Di vê mijarê de jî wê di warê dayîna mazotê û amûrên çandiniyê de alîkariya me ji cotkaran re hebe. Di heman demê de gel jî li hember van projeyan bi daxwaza û bi xwe jî tên û alîkariyê ji me dixwazin.

Dibe ku teqîna ku li bajarê me pêk hat hinek goman di gelê me de çêkir, lê dîsa jî gelê me li ser piyane û di warê berxwedanê de baweriya me bi gelê me heye. Her wiha em bi hemû şaredariyên bajarên din re jî di nava têkiliyê de ne, ew jî ji aliyê xwe ve alîkarî didin, ji bo careke din bajarê Serêkaniyê bikaribe li ser piyan raweste. Li aliyê Elok jî şaredarî heye û her wiha şaredariya bajarê Serêkaniyê bi şaredariya Til Xelef re di nava têkiliyê de ye. Di heman demê de plan û projeyên şaredariya me ji bo Til Xelef jî di nava kar de ye.”

‘BI BERXWEDANIYA YPG/YPJ'Ê BAJARÊ ME HAT RIZGARKIRIN’

Endamê Rêveberiya Mala Gel a bajarê Serêkaniyê Ferec Qido der barê rewşa bajarê Serêkaniyê de nêrînên xwe wiha bi me re parve kirin; “Piştî rawestîna şer hejmara gel di bajêr de kêm bibû, lê em niha dikarin bêjin ku niha hejmara gel li bajêr başe. Bi berxwedaniya YPG û YPJ’ê bajarê me hate rizgar kirin. Niha ewlekariya bajêr başe, di dema dawî de teqînek pêk hat, ev jî bû sedem ku hinek tirs çê bibe. Ji ber êrîşên bi vê rengî di bajêr de pêk nehatine, lê careke din gel bi xwe bi erkê xwe ya ewlekarî û parastinê radibe.

Bi giştî em dikarin bêjin rewşa ewlehiya bajêr başe. Li gorî şerê di bajêr de pêk hatî rewşa gel û vegera bajêr pir başe, lê di warê aborî de feqîre ji ber tişt gelek bihaye û çavkaniya zexîreyan ne tenê yeke, ev jî dihêle ku bihaya wan jî ne yek be. Kêm kes rewşa wan ya aborî başe. Lê em dikarin bêjin ku bajarê Serêkaniyê nû nefes digire."

‘EM DIXWAZIN HER KES WEKE HEV BIJÎN’

Qido di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser projeyên dema pêş û wiha got; “Em weke meclîs û mala gel projeyên me hene. Mînak em dixwazin niha qadeke mezin vekin ji bo gel bikare hemû pêdiviyên xwe jê peyda bike, di heman demê de wê gelek kes di vê projeyê de cihê xwe bigirin, ev jî ne tenê wê kesên dewlemend bin, wê kesên ferqîr jî cihê xwe tê de bigirin. Li gel vê jî projeyên me ji bo ciwanan jî hene, weke vekirina kantîn, wê ciwan bi xwe karê xwe bi rêve bibin bi pereyên xwe cih vekin û bi xwe jî bi rêve bibin. Yanê wê hinek tenê pereyan nedin û hinek tenê wê kar nekin. Ji ber armanca me di heman demê de mirovên ferqîr jî tê de kar bikin û bibin xwedî par. Em jî di van projeyan de ji wan re dibin alîkar.”

LI SERÊKANIYÊ PERGALA XWESERIYA DEMOKRATÎK TÊ RÛNIŞTANDIN

Qido der barê bi rêxistin kirin û sazî bûna civakê de û çalak kirina hemû welatiyên bajêr de wiha axivî; “Her ku diçe pergala bajêr xwe bi cih dike, hema bêje hemû welatiyên bajarê Serêkaniyê di nava sazî û dezgehên rêveberiya xweseriya demokratîk de cihê xwe digirin. Li gel vê êdî şêniyê bajêr bi xwe dikare pêdiviyên xwe tedarik bike û ji bo pêk anînê de jî diçin biryaran û yên ku van biryaran pêk tînin dîsa gel bi xwe ye. Di dema dawî de êdî polîsên me jî hene, erka wan ku bikarin hemû pirsgirêkên hat û çûnê çareser bikin, her wiha polîsên me yên kontrol kirina dîroka madeyên xwarinê û bihayên zexîreyê re mijul dibin hene. Ev polîs girêdayî şaredariyê ne û her roj rewşa bazarê ji wan tê pirsîn. Bi giştî em dikarin bêjin ku êdî dema mirov dadikeve bazara bajarê Serêkaniyê mirov dikare her tiştî peyda bike, lê tenê bihaye."

Qido di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser îradeya ku dikare hemû pirsgirêkan derbas bike û got; “Yek ji pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin, peydakirina dermane, ji ber komên çete hemû tişt ji nexweşxaneya bajêr birine û em di vê mijarê de tengasiyan dikşînin. Lê em dikarin bêjin ku êdî di warê av û eletrîkê de hema mirov dikare bêje ku pirsgirêk kêm e. Û wê dema pêş rewşa eletrîkê hîn baştir bibe. Her çiqas ku derfet kêm bin û gelê me li gorî derfetên heyî kar dike û dijî, lê em dikarin bêjin ku îrade ji hemû derfetan mezintire, li vir jî îrade heye û gelê bajarê Serêkaniyê jî xwedî îradeyeke berxwerdanvane.”


Bêjeyên Miftehî