Serêkaniyê xwedî li cangoriyên xwe derdikeve
MEDYA DÊRSIM - SERÊKANIYÊ 25.04.2014 08:38:30 Cenazeyên şervanê YPG'ê û endamên asayîşê yên duh di encama êrîşên xwekujî yên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, wê saet di 10'an de ji Nexweşxaneya Roj werin wergirtin û bên veşartin.
Welatiyên Serêkaniyê xwe amade dikin, cenazeyên cangoriyên xwe yên di êrîşên duh de jiyana xwe ji dest dan, bi awayekî girseyî veşêrin.
Cenazeyên şervanê YPG'ê û sê endamên Asayîşa Serêkaniyê, wê li gorî dema herêmê saet di 10'an de ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê werin wergirtin û bi merasîmeke girseyî werin veşartin. Şêniyên bajêr li ber nexweşxaneyê kom dibe û hejmara girseyê her diçe zêde dibe.
Duh piştî nîvro li hemberî navendeke YPG'ê ya li ketina Serêkaniyê û li dijî navendeke Asayîşê ya gundê Til Xelef ê 4 km dûrî bajêr, bi wesayîtên bombebarkirî êrîşên xwekujî rû dabûn.
Di êrîşa li ketina Serêkaniyê de şervanekî YPG'ê, di êrîşa li Til Xelefê de jî 4 endamên Asayîşê û 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Di herdu teqînan de 11 kes, ku di nav de zarok jî hene, birîndar bûn.