1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sewalên gundiyan telef kirin
Sewalên gundiyan telef kirin,sewalên,gundiyan,telef,kirin

Sewalên gundiyan telef kirin

Li herêma operasyonê sewalên gundiyan telef bûn

A+ A-

Piştî teqîna di navbera navçeyên Tetwan û Xizanê yên Bedlîsê ya ku 7 leşker birîndar bûn li herêmê operayon hate destpêkirin û 7 rojan ketin derketina gunda hate qedexekirin. Welatiyê li gundê Taşvaskê Şeref Bozkurt, îdîa kir ku li herêma operasyonê leşkeran 3 pezên wî kuştin.

Li ser riya bejayî ya di navbera navçeyên Tetwan û Xîzanê yên Bedlîsê te di 7'ê tîrmehê de dema wesayîta leşkeran derbas bû teqîn pêk hat û 7 leşker birîndar bibin. Piştî bûyerê operasyon hate destpêkirin û gundên Xizorkîn, Kurtîkan, Taşvask û Êz hatin dorpêçkirin û ketin û derketina gundan hatibû qedexkirin. Ji gundiyên 7 rojan derketina wan a ji gundan hate qedexekirin tu agahî jê nehatibûn girtin. Piştî operasyonê ketin û derketina gundan serbest bû zirara madî ya pêk hat jî derket holê. Gundiyan diyar kir ku bi rojan mezrayên nêzî gundan hatin bombebarankirin û ji ber vê yekê nekarî derbikevin zozanan û gelek mexdur bûn. Li gorî lêkolîna Şaxa ÎHD'ê ya Bedlîsê ya li cihê operayonê kir di dema operasyonê de 3 pez û çêlekekî gundiyan hatine telefikirin.

'Me gelek tiştên zehmet di nava hefteyekê de kêşandin'

Welatiyê li gundê Taşvaskê dijî Şeref Bozkurt diyar kir ku di dema operayona 7 rojan berdewam kir de derneketin zozanan û ji ber bombe baranê zarokên wan gelek bi bandor bûn. Bozkurt, anî ziman ku 3 pezên wî bi guleyan hatin telefkirin û wiha got: "Me hefteyêkê li vir gelek tiştên dijwar jîn. Ji ber ku destûr nedan em jî gund derbikevin tiştên me jîn me ji tu cihan re ranegihandin. Dê niha bedelê tiştên me jiyîn kî bide."

'Walî herêmê weke herêma awarte îlan kir'

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan jî têkildarî mijarê de axivî û diyar kir ku Waliyê Bedlîsê herêm weke herêma awaret îlan kir. Ceylan, anî ziman ku bi rojan wan xwast bi çin gundan lê destûra wan nehate dayîn û wiha got: "Bi rojan me xwest ku em bicin gundan lê destûr nedan. Bi ser bûyerê de gelek roj derbas bûn nû em hîndibin ku 3 pez û çêlek telef bûn e. Ji me re agahiyên di dema operasyonê de gelê herêmê rastî zextan hatin, hatin."

(bd)


Bêjeyên Miftehî