1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Seydayê Tîrêj hate bibîranîn
Seydayê Tîrêj hate bibîranîn,seydayê,tîrêj,hate,bibîranîn

Seydayê Tîrêj hate bibîranîn

Bilbil îroj ji bo seyda dike fîxan!..

A+ A-

Helbestvanê Navdar ê kurd Seydayê Tîrêj bi minasebeta salvegera mirina xwe li ser gora xwe tê bibîr anîn. Li gelek deverên din jî ji bo bîranîna Tîrêj bername tên lidarxistin. Gelek helbestên Seydayê Tîrêj bûye mijara staranan. Seydayê tîrêj ku her kes wî bi helbestan nas dike îro tê bi biranîn.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi minasebeta salvegera mirina Helbestvanê Navdar ê kurd Seydayê Tîrêj nûçeyek amade kir. Helbestvanê kurd ê bi nav û deng Seydayê Tîrêj ku bi bendên wekî, “Ey bilbilê dilşadî hela were bike fîxan/ Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu were xwar/Sitêrka sibê îro ji şerqê li me da der/ Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seranser/Nîşana sibê ye fereca xêrê me dûr e/Karwanê me wê bihêje war û meqsedê ye”hesreta xwe tîne ziman û daxwaza wî ya herî dawî jî çûna Newroza Amedê bû îro tê bibîranîn. Bilbilê Tîrêj di 11’emîn salvegara mirina wî de ji ser darê hatiye xwar, bi Newroza Amedê jî karwanê dixwest di navde be digihîje meqsedê ye.

Ey bilbilê dilşadî hela were bike fîxan

Dengê te yê xweştir ji ney û nay û bilûre

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu were xwar

Da pêk ve mijûl bim bi xwe çend rojên di dijwar

Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev

Dîna xwe bidê nik bayê barîn ey birader

Sitêrka sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşen kirî Kurdistan bi carek wê seranser

Nîşana sibê ye fereca xêrê me dûr e

Piştî wê sitêrê bixwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Karwanê me wê bihêje war û meqsedê ye

Yek ji helbestanên kurd ên binav û deng Seydayê Tîrêj ku bi van bendên helbesta xwe ya bi navê “Bilbilê dilşad” hesret û evîna xwe tîne ziman, di 11’emîn salvegera xwe tê bibîranîn. Seydayê Tîrêj ku di heman demê de têkoşerê azadiyê bû û di 23’yê Adara sala 2002’yan de di 79 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, her çiqasî welatekî azad nedîtibe jî, îro hezkerên wî û gelê kurd mizginiya fereca xêrê didinê.

Mamoste û helbestvanê helbesta resen Seydayê Tîrêj di sala 1923’yan de li parêzgeha li gundê Nicîmê yê girêdayî bajarê Hesekê hatiye dinê. Navê wî yê rast Nayifê Heso ye. Dema dibe şeş salî, malbata wî koçî gundê Sêmitik ê girêdayî Amûdê dike. Tîrêj li wê derê, li cem mele Birahîmê Golî, Qur’anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wekî gelek helbestvanên Kurda, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.

Di sala 1937’an de tê bajarê Amûdê û li wê derê dest bi xwendina dibistanê dike. Lê ji ber mercên aborî piştî 5 salan xwendina xwe di niviyê de dihêle. Li Amûdê bi helbestvanên mezin ên wekî Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza têkiliyan datîne. Bi bandûra wan, evîna helbest nivîsandinê di dilê wî de şîn dide.

Tevlî Xoybûnê bû

Her wiha bi wan re xebata niştimanperwerî dimeşîne û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurdan, seydayê Tîrêj jî, di nava rêxistina Xoybûnê de cihê xwe digire. Li gel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek ramyarî jî dimeşîne. Tîrêj her wiha di bin bandora Seydayê Cegerxwîn de dimîne û ji sala 1948’yan heta 1952’an di Partiya Komunîst a Sûrî de kar dike. Di sala 1952’an de ji aliyê hêzên rejîmê ve tê girtin û dîwanek ji helbestên wî ku hîn nehatibûn belavkirin jî tê talankirin. Piştî ji girtîgehê derdikeve demekê li nava Erebên Cibûran dimîne. Di sala 1973’an de berê xwe dide bajarê Hesekê û li wir bicîh dibe. Li gorî malbatê û kesên nêzî wî, Seydayê Tîrêj, piştî Partiya Komunîst girêdayî tu partiyan nebû, lê piştgiriya hemû tevgerên Kurdî û Kurdistanî dikir, her wiha xwe mîna yekî ji wan didît.

Seydayê Cegerxwîn navê Tîrêj lê kir

Têkiliyê Tîrêj û Seydayê Cegerxwîn pir xurt bûne. Heta ev têkilî wisa gerim bûne ku Cegerxwîn navê “Tîrêj” lê kiriye. Li gorî agahiyên ku malbata Tîrêj dane Seydayê Cegerxwîn rojekê ji Nayîf re dibêje “Tû wekî tîrêjê yî, lewre ev nav li te nayê, bila navê te Tîrêj be”. Piştî vê rojê jî êdî navê Nayîf dibe Tîrêj û bi vî navî tê nasîn.

Helbestvanê mezin Cegerxwîn jî di dîwana xwe ya bi navê “Kîme Ez” de, li ser seydayê Tîrêj, ev bend rêz kirine:

“Ev xwendin û zanebûn

Nêzîkdikin serxwebûn

Xortên wek te pir zana

Gerek bêjin nezana

Bila destên hev bigirin

Di vê rê de em bimirin

Seydayê Tîrêj û helbest

Helbetên Seydayê Tîrêj jî wekî gelek helbestvanên din ên kurd li ser jiyana trajîk a kurdan, komkujî, berxwedan û hesreta azadiyê hatine hunandin. Seydayê Tîrêj, li ser şopa helbestvanên helbesta kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye. Tîrêj nêrîna xwe ya di vê mijarê de bi van gotinan tîne ziman: “Ez li helbestê bi nezim, awaz, qafiye (serwe) û naveroka wê dinêrim. Ev her çar şert wê dikin helbest.” Bi vê helbesta xwe jî helwesta xwe nîşan dide:

“..Ma rûmeta şirê çiye, ne di xizmeta milet de bî

Ronahiya şirê çiye ku tê de pesnê welat nebî Çibikim ji wê şira rijî, danegire sewda û mejî Derdê dil û can nakujî, çaxê ku cewher têde nebî..”

Tîrêj, di bin baskê helbesta Cegerxwîn de berz û mezin dibe. Hînî perwaze û firê dibe. Di derya Melayê Cezîrî û Ehmedî Xanî de hînî melevaniyê dibe. Di helbeta xwe de bi zimanekî rewan, pesin û halan, haldan û salixdanên rojava, gazin û hêviyên rewşa gel, di yek hest û hizrî de, li ber tîrêja ronîkirina riya hişyariyê di meyîne. Ew bixwe di bin bandora helbestvanên mezin de maye, lê gelek helbestanên din jî dibin bandora wî de mane.

Seydayê Tîrêj, ji bilî derd, kul, talan û komkujiyên li ser gelê kurd hatine meşandin, li ser evînî, erdnîgarî û dîroka welat, xwarin û vexwarinên Kurdistanê jî gelek helbest nivîsandine.

Helbestvanê mezin S. Tîrêj, her wiha gelek stranên folklorî jî bi kêş û serwe hûnandine. Hinek ji vana jî ev in: Siyamend û Xecê 335 cotmalik, Sîpan û Perwîn 400 cotmalik û Ciwan û Kejê 421 cotmalik.

3 xelat wergirtine

Ji ber helbest û berhemên xwe Seydayê Tîrêj 3 xelatên wêjeyî girtine. Ev xelat jî ev in: “Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995, Xelata Saliya Rojnamevaniya Kurdî 1998 Hewlêr û Xelata Koma Helebçe ya Folklora Kurdî li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 2001.”

Bi hesreta welatekî azad çû ser dilovaniya xwe

Seydayê Tîrêj ku heta koça xwe ya dawî li bajarê Hesekê ma, di 23’ê Adara sala 2002’yan de di 79 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Çend saet beriya mirina xwe, ji zarokên xwe re dibêje, “Hun çima neçûne Newrozê?” û hesreta xwe ya ji bo Kurdistanek azad û çûna Amedê bi van gotinan tîne ziman, “Xweziya min Kurdistanek azad bidîta û xweziya ez biçûma Newroza Amedê.”

Helbestvan Tîrêj hesreta xwe yekîtî û Kurdistanek azad herî baş jî bi helbesta xwe ya bi navê “Bilbilê Dilşad” tîne ziman.

Îro li Rojavayê û peçeyên din ê nKurdistanê pêvajoyek şoreşê tê jiyandin û Bilbilê Tîrêj di 11’emîn salvegara mirina wî de ji ser darê hatiye xwar, bi Newroza Amedê jî karwanê dixwest di navde be digihîje meqsedê ye. Her çiqasî welatekî azad nedîtibe jî, îro hezkiriyên wî û gelê kurd mizginiya fereca xêrê didinê.

Di 11’emîn salvegera mirina xwe de Seydayê Tîrê îro li mala xwe ya li Hesekê tê bibîranîn.

Berhemên wî:

Seydayê Tîrêj li pey xwe gelek berhemên giranbuha jî hiştine. Hinek berhemên wî hatine çapkirin, hinek jî nehatine çapkirin. Çend berhemên wî yên hatine çapkirin ev in:

Dîwana Xelat, Beyrût- Lubnan 1985. (Ev dîwan di sala 1990î li siwêdê jî hatiye çapkirin.), Dîwana Zozan, Beyrût- Lubnan 1990, Dîwana Cûdî, Beyrût-Lubnan 1998, Serpêhatiyên Kurdan (1) - Ev kurteçîrok ji aliyê Şêx Tewfîqê Huseynî ve ji zimanê Erebî hatine wergerandin.

Berhemên wî yên nehatine çapkirin jî ev in: “Mûlida Kurdmancî, Dîwanek ji helbestan, Serpêhatiyên Kurdan (2)”

(mae)