Seyît Riza li Amedê hate bîranîn
AMED (DÎHA) - Rêberê Serhildana Dêrsîmê Seyît Riza û hevalên wî, di 74'emîn salvegera darvekirina wî de li Amedê hate bîranîn.
Koma Dîcle Firat ya Diyalogê ji bo bîranîna Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyît Riza û hevalên wî li Salona Dawetê ya Kaplan bernameya bîr anîn lidarxistin. Endamên Koma Dîcle û Firat ya Diyalog, endamê Meclîsa BDP'ê ya Giştî Diyadîn Firat û welatî tevlî bernamê bûn. Bername bi rêzgirtina ji bo Seyît Riza û hevalên wî dest pê kir. Di merasîme de ewil Serokê Koma Dîcle û Firatê ya Diyalogê Muhîttîn Batmanli axivî û wiha got: "Rêberên me hemû yên wek Qadî Muhammed, Şeyh Saîd û Saîdî Nursî di ve dozê de can dan. Lê mixabin ji ber ku kurdin û ji Kurdistanê ne kes li wan xwedî dernakevin."
Piştî Batmanlî endamê Meclîsa BDP'ê ya Giştî Diyadîn Firat jî axivî û bertek nîşanê daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan da. Merasîma bîranînê ku nûnerên partiyên kurd ên Suriyeyê jî amade bûn bi axaftinan bi dawî bû.
(dt/mae)