1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Seyît Riza û hevalên wî li qada lê hatiye darvekirin hate bibîranîn
Seyît Riza û hevalên wî li qada lê hatiye darvekirin hate bibîranîn,seyît,riza,û,hevalên,wî,li,qada,lê,hatiye,darvekirin,hate,bibîranîn

Seyît Riza û hevalên wî li qada lê hatiye darvekirin hate bibîranîn

Li Elezîzê Hêzên Demokrasî û Kedê, bi minasebeta darvekirina Seyît Riza û hevalên wî, li qada ku lê hatiye darvekirin çalakiya bîranînê pêk anîn.

A+ A-

Li Elezîzê Hêzên Demokrasî û Kedê, bi minasebeta darvekirina Seyît Riza û hevalên wî, li qada ku lê hatiye darvekirin çalakiya bîranînê pêk anîn. Nûnerên Hêzên Demokrasiyê xwestin ku gorê 30 hezar kesên ku li Dêrsimêhatine qetilkirin bên vekirin û hesabê kommujiyê bê pirsîn. Di bîranînê de pankarta "Palo û Dêrsim dest bi bidin hev" hate vekirin.

Rêxistina BDP'a Xarpêtê û Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo 75'emîn salvegera Pêşengê Berxwedana Dêrsimê Seyit Riza û hevalên wî bibîr bînin li Qada Genim ku lê hatin darvekirin daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê koma ku li ber avahiya BDP'ê ya Elezîzê kom bûn, di bin tedbîrên polîsan de bi pankarta "Palo û Dêrsim dest bidin hev vekirin û heta qada Genim meşiyan. Di meşê de Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, Berdevkê Giştî yê Hewldana 78'an Celalettin Can û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê Hêzên Demokrasî û Kedê Hevserokê BDP'a Xerpêtê Turan Çelik, axivî û wiha got: "75 sal berê Seyit Riza û hevalên wî li qada Genim darve kirin. Kesên ku Seyit Riza û hevalên wî darvekirin ji ber ku ji cenazeyên wan jî ditirsin cenaze winda kirin û carek din nîşanî kesan nedan"

'Di şexsê Seyît Riza û hevalên wî de gelek hatiye darvekirin'

Çelîk, da zanîn ku di şexsê Seyit Riza û hevalên wî de gelek hatiye darvekirin û wiha got: "Tenê Seyit Riza û hevalên wî nehatin darvekirin. Komkujiya di sala1919'an de li Koçgirî dest pê kir, Di sala 1938'an de bi dehan komkujî li ser vê axê pêk hat. Bi 10 hezaran jin zarok kal û pîr hatin qetilkirin. Li gorî daneyên fermî 13 hezar û li gorî şahidan 30 hezar welatî hatin darvekirin.

'Bila dewlet lêborînê bixwaze belgeyan aşkere bike'

Çelîk, anî ziman ku heta belge bên aşkerekirin û dê dozê bişopînin û wiha got: "Divê dewlet ji ber van komkujiyan lêborîna xwe bixwaze. Divê belgeyên komkujiyê derdxe holê. Divê gora 10 hezaran kesan û belgeyên wan aşkere bike û hesab bide wan.

'Li gel kêmaran li kurdan jî zulim hatiye kirin'

Dema Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelîk jî dest bi axaftinê kir welatiyekî ku ala tirk avêt ser milê xwe kir qêrîn û got "Bêxwîn" û neheqî li komê kir. Ev sekna welatî bû sedema bertekan. Komê bê navber slogana "Qatil dê hesap bidin gel" berz kirin. Çelîk, anî ziman ku di 90 salên Komara Tirkiyeyê de wekî sala 1938'an her tim gelê kurd rastî neheqî û zilmê hatiye û mafê gelê kurd hatiye înkarkirin. Çelîk, anî ziman ku li Koçgirî, Zîlan, Agirî, kurd û gelû gelê Kurdistanê rastî operasyona komkujiyê hatine. Çelîk, da zanin ku di 1915'an de Ermenî, di 6-7'ê Îlonê de rûm û kêmaren din rastî komkujiyê hatine û niha jî ev pêkanînên komkujiyê li ser kurdan didome." Çelîk, anî ziman ku 75 sal berê xwestin kurdan bêdeng bikin û tune bikin, lê niha li şûna cihê lê hatiye darvekirin bi sedan kes kom bûne û wan didin jiyandin. Çelîk bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya PKK û PAJK'iyan jî û wiha got: "65 rojin girtî di greva birçîbûnê dene. Çelîk xwest her kes li doza girtiyan xwedî derkeve û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Seyit Riza digot "Ez bi derew û lîstikê we re derneketim serî ev ji min re bû dert, Lê ez jî li ber we bejnê natewînim bila ev jî ji were bibe derd." Em jî vê gotine dubore dikin. Kom piştî daxuyaniyê belav bû.

DİHA