1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sibê li Amedê ji bo Rojava dê zincîra mirovahiyê bê avakirin
Sibê li Amedê ji bo Rojava dê zincîra mirovahiyê bê avakirin,sibê,li,amedê,ji,bo,rojava,dê,zincîra,mirovahiyê,bê,avakirin

Sibê li Amedê ji bo Rojava dê zincîra mirovahiyê bê avakirin

A+ A-

AMED - ANF Partî û rêxistinên kurd yên bertekan nînanê ambargo û êrîşên li hemberî Rojava didin, sibê li Bedenên Amedê ji bo Rojava dê ‘zincîra mirovahî’ ava bike.

BDP, KCDi DDKD,OSP, Însiyatîfa Azadî, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê û KADEP’ê der barê Rojava de li Cemiyeta Rojnamegeran daxuyaniyek da.

Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku heta êrîşên li hemberî Rojava bi dawî nebin dê çalakiyên xwe bidomînin û bang li hemû kesî kir ku divê li dijî vê bê deng nemînin. Zumrut wiha got: “Rojava di bin dagirkeriyê d eye. Divê her kes bi hestiyar tevbigere. Sibê saet di 18’an de li Birca Bizinê em dê bên cem hev û ‘zincîra mirovahiyê’ ava bikin.

Koordînatorê Însiyatîfa Azadî Muhammed Dara Akar jî diyar kir ku ji roja pêncşemê heta niha koçberiyeke mezin dibe û her wiha di warê derman û ava vexwarinê de pirsgirêkên cidî tên meşandin. Akar wiha got: “Cîhan bê denge. Ev şerma herî mezin e. Em dê piştgiriyê bidin Rojava.”

Serokê giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier diyar kir ku hemû deriyên sînor girtîne û hemû sînorên di navbera kurdan de hemû sînorên sûnî ne.Taşçier wiha got: “Ev sînor ne astengîne. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevli alîkariyê bibin. Sînorê herî dirêj yê bi Rojava re yê Tirkiyeyê ye. Divê deriyên sînor demildest bên vekirin.

Serokê OSP’a Amedê Nusret Maçîn jî got li Rojava şerê qirêj tê meşandin û got ew vî şerî şermezar dikin.

Serokê koma Dîcle-Firatê Muhîttîn Batmanli jî got divê her kes bihestiyar tevbigere.