1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sibê mezintirîn cejna Kurdên Yarsan e
Sibê mezintirîn cejna Kurdên Yarsan e,sibê,mezintirîn,cejna,kurdên,yarsan,e

Sibê mezintirîn cejna Kurdên Yarsan e

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Sibê mezintirîn cejna Kurdên Yarsan e. Di roja cejna Xawenkar de, li ber dengê tembûr û defê cem li dar dikeve, stran têne gotin, serdana malbatên şehîdan tê kirin û yên ji hev xeyidî jî, li hev tên.

Sibê 9’ê Mijdarê, cejna Xawenkar, cejna herî mezin a Kurdên Yarsan e. Piştî 3 roj rojî, bawermendên Kurd ên Yarsan, sibê wê rojiya xwe bişkînin û cejnê bigirin

Bawermendên ola Yarsan ku yek ji olên qedîm ên Kurd ne, sibê piştî 3 roj rojiya ku jê re tê gotin, rojiya Mernuwî cejna Xawênkar pîroz dikin.

Di roja cejna Xawenkar de, li ber dengê tembûr û defê cem li dar dikeve, stran têne gotin, serdana malbatên şehîdan tê kirin û yên ji hev xeyidî jî, li hev tên.