1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Silava welatparêzî ji Têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê fêr bû
Silava welatparêzî ji Têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê fêr bû,silava,welatparêzî,ji,têkoşerên,tevgera,rizgariya,kurdistanê,fêr,bû

Silava welatparêzî ji Têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê fêr bû

Silava Yekem Têkoşera Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) piştî ku bavê wê çû ser dilovaniya Xweda, apê wê ew xwedî kir, heta ku cihê xwe di nava YPJ’ê de girt

A+ A-

30 Gulan 2014 ANHA - EFRÎN– Silava Yekem Têkoşera Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) piştî ku bavê wê çû ser dilovaniya Xweda, apê wê ew xwedî kir, heta ku cihê xwe di nava YPJ’ê de girt. Hezkirina welat ji têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê fêr bû û ew jî gelekî bi çalakbûna wê bi bandor bûn. Bi hêz û çalakiya xwe cihê xwe di Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê de girt û beşdarî çalakiya rizgarkirina bajarê Efrînê ji bin destê rêjîma Baasê bû. her wiha di meha gulana 2013’an de di berxwedana navçeya Şêrewa ya Efrînê de jiyana xwe ji dest da û bû yekem têkoşera YPJ’ê.

Navê Têkoşera YPJ’ê Silav yê rast, Meryem Selah Mihemed e. dayîka wê Emîne ye. Silava di sala 1991’an de li gundê Elemdara yê navçeya Reco ya Efrînê ji dayîk bû. Silava ji malbateke bi girêdana xwe ya kurdiyatî û Tevbera Rizgariya Kurdistanê navdar e. Silava dema du salî bû bavê wê çû ser dilovaniya Xweda û apê wê Esmet Mihemed ew xwedî kirin heta ku cihê xwe di nava YPJ’ê de girt. Birayekî Silava ji hevsereke din heye.

Silava xwendina xwe ya seretayî li dibistana Hemdî Muizên û ya navendî jî li dibistana El-Extel yên taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi dawî kir. Silava dema li gel hevsera apê xwe ji zaroktiya xwe ve beşdarî civînên gel dibû, hezkirina welat û welatparêziyê ji têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê fêr bû. Silava di vê demê de kesayeta wê dihate diyarkirin.

Bi pêşketina kesayeta Silava rastiya hezkirina wê di hezkirina azadiyê û welat de di mijiyê wê de hate çespandin. Piştî ku rewşa bajarê Helebê aloz bû, li gel mala apê xwe vegeriya gundê xwe Elemdara. Li vir Silava piştî ku rastiya şoreşê û pêwîstiya beşdarbûna nava xebatên şoreşê ji amojina xwe re şîrove kir, biryara xwe girt ku tevlî perwerdeyê bibe. Piştre beşdarî nava refên YPG’ê bû û li gel hevalên xwe beşdarî çalakiya rizgarkirina bajarê Efrînê ji destê rêjîma Baasê bû.

Silava yekem perwerde di sala 2011’an de derbarê têgîna parastina cewherî û rêxistina leşkerî ji herdu aliyên têorî û piratîkî bû. Silava di vê perwerdeyê de hêza xwe ya leşkerî û fikrî naskir û derbasî cîhana parastina jinan û berxwedana welat bi awayîk fikrî û piratîkî bû.

Pêşketina Silava di perwerdeyan de û zîrekbûna wê di çalakiyên leşkerî û parastina giştî de bû sedema ku bibe qumîtan girûpê xwe. Silava wekî fermandarekê perwerdeya xwe ya leşkerî bi dawî kir.

Silava beşdarî konferansa damezirandina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bû, ku di 2 û 4’ê nîsana 2013’an de di bin durişmeya “Xwe di nava YPJ’ê de birêxistin bikin, da ku serkeftina şoreşê misoger bibe.” Hate lidarxistin. di vê konferansê de damezirandina YPJ’ê hate ragihandin û Silava wekî Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê hate hilbijartin.

Silava yek ji şervanên yekemîn ku cihê xwe di nava tabûrên yekem ên YPJ’ê ya bi navê “Şehîd Rûken” de girt.

Silava wekî fermandara tabûreke YPG’ê li navçeya Reco hate erkdarkirin û piştre navê tabûrê bi navê wê hate lêkirin.

Bi êrîşên komên çete yên li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê di meha gulana 2013’an de Têkoşer Silava berê xwe da eniyên şer. Hevaleke Têkoşer Silava ku li gel wê di eniyên şer de bû dibêje ku Silava tu carî mewziya xwe berneda heta di demên xwarin û wiha digot: “Pêdiviya min bi çalakiyeke leşkerî ji ya xwarinê bêtir e.”

Di pevçûnên wê demê de birayê Têkoşer Silava beşdarî eniyên şer bû û bû şerê tenê xweşk û birayekî li hemberî çeteyan ji bo parastina welatekî.

Têkoşer Silava di parastina gundê Basilê yê heman navçeyê de jî berxwedaneke bê hempa da meşandin û li vir li gel 4 hevalên xwe di 29’ê Gulana 2013’an de jiyana xwe ji dest dan. Bi vê berxwedaniyê Silava bû yekem şehîda Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ)

Cenazeyê Têkoşer Silava di roja pey wê re bi beşdariya hezaran kurdistaniyan li Goristan Şehîd Seydo ya çiyayê Qaziqli yê navçeya Cindirêsê bi merasîmeke leşkerî spartî axê hate kirin.

(jh)