1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sivîlan dest bi vegera Kobaniyê kirin
Sivîlan dest bi vegera Kobaniyê kirin,sivîlan,dest,bi,vegera,kobaniyê,kirin

Sivîlan dest bi vegera Kobaniyê kirin

A+ A-

MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/ÎBRAHÎM ASLAN

KOBANÊ (DÎHA) - Berxwedana YPG/YPJ'ê ya li Kobaniyê meha sêyemîn li pey xwe hişt. Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û li bajarên derdoran bi cih bûn piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şikadin dest bi vegera Kobaniyê kirin.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê di roja 98'an de berdewam dike û bi operasyonên li dar dixin çeteyên DAIŞ'ê ji bajar derdixin. Welatiyên di rojên ewil ên dema êrîşên çeteyê DAIŞ'ê dijwar bûn hatin Pirsûssê û bajarên herêmê piştî şevanên YPG û YPJ'ê pêşde çûn û çete ji bajar derdixin vegera Kobanê dest pê kir. Herî dawî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî bajar bi hewanan berdewam dikin û 3 roj berê 4 malbat bi zarokên xwe re vegeriyan. Rêveberên Mala Gel malbat li deriyê sînor pêşwazî kirin û li herêmên ewleh ên rayedaran diyar kirin bi cih kirin. Malbatên ji ber êrîşên çeteyan 3 mehan ji welatê xwe dûr mayîn diyar kirin ku ligel hemû zehmetiyan vegerîna wan a Kobanê ew gelek keyfxweş kirin.

'Em ji bo piştiyê bidin YPG'ê ya rûmeta me parastî hatin'

Welatiyê bi navê Bekîr Şêxî yê Kobanê terk nekir û di berxwedana dîrokî de cihê xwe girt hevsera wî, xwişka wî û 4 zarokên wî vegeriyan bajar. Şêxî diyar kir ku 3 mehin ji malbata xwe dûr ma û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin şikandin û xwedî hêza xwe biparêzin in û bang li hemû Kobaniyan kir ku vegerin û tevlî berxwedanê bibin kir.

Hevsera Şêxî Zelîxa Bekî ya ku 3 mehin li Pirsûsê dijî diyar kir ku her tim bi hesreta axa xwe jiyî û wiha got: "Êdî me nekarî xwe bigirin û min zarokên xwe girtin û ez hatim Kobanê. 3 rojin em hatin û xizmên me li me digirin dibêjin çima hûn çûn. Em ji bo piştgiriyê bidin YPG'ê ya rûmeta me parastî hatin. Baweriya me her tim ji wan heye û dê teqez Kobanê azad bibe."

'Ev der welatê me ye'

Jina bi navê Zehra Ahmet jî diyar kir ku di dema li Pirsûsêç mayîn gel gelek gerim nêzî wan bûn lê xerîbî tu caran ji mirov re nabe welat û wiha got: "Alîkarî dihat. Gelê me yê li wir bi me re eleqedar dibû lê mirov li welatê xwe be cuda ye. Piştî me agahiya çeteyên DAIŞ'ê diqewirînin girt me biryara vegerê da. Hemû kes matmayî bû dema me biryara vegerê girt. Lê em ji kesên li vir şehîd ketin qîmetir nîn in û em hatin. Em bi zanebûna pirsgirêkan dê bijîn û zehmetiyan bijîn hatin. Ji ber ku ev der welatê me ye." Zehra Ahmet bang li Kobaniyan kir ku vegerin ser axa xwe û wiha axivî: "Pêwîste me em dê li vir bimirin lê em careke din terk nakin. Mirina herî bi qîmet li ser axa xwe ye. Ji ber vê yêkê mirin jî hebe bila hemû kes vegere ser axa xwe."

'Kobanê ji bo me ciheke pîroz e'

Welatiyê bi navê Huseyîn Elî yê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê malbata xwe bir cem xizmên xwe yên li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê jî bajar terk nekir û di nava YPG'ê de di berxwedana dîrokî de cihê xwe girt. Elî diyar kir ku wî heya dawiya xwîna xwe ji bo axa xwe şer bike soz daye û berxwedana YPG û YPJ'ê gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe û wiha got: "Serkeftin nêz e ji ber vê yêkê min malbata xwe anî. Dibe ku zarokên min li perçeyê din ê Kurdistanê bûn lê Kobanê ji bo me pîroz e. Hemû kesên dengê me dibihîzin bila vegerin Kobanê û namûs, rûmet û welatê xwe biparêzin. Bajarê biyaniyan ji me re nabe welat. Berxwedan bi hemû hempayiya xwe berdewam dike. Roj roja Kobanê azad bikin e."

'Heke em bimirin em bi rûmet li ser axa xwe bimirin'

Welatiyê bi navê Berkel Mihemed ê ku bi malbat û zarokên xwe re ligel hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê ma û jiya jî wiha got: "Em 10 rojan li sînor jiyan lê me welatê xwe terk nekir. Me got mirin tenê carekê heye û em hatin cem hevalan. 3 mehin em bi hevalan re axa xwe diparêzin. Yên dikarin şer bikin şer dikin. Yên nikarin şer bikin li pişt hewcehiyên hevalan û welatiyên sivîl bi cih dianîn. Ciwan û hevalên me ji bo rûmeta me biparêzin canê xwe dan û em jî hewil didin berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Divê hemû kes veger bê tevlî YPG'ê bibe û bajar û gundê xwe biparêze." Mihemed anî ziman ku tu caran nefikirî biçe Tirkiyeyê û wiha axivî: "Heke em bimirin em li ser axa xwe bimirin û em neçûn Tirkiyeyê. Ji ber ku li gorî min Tirkiye bi DAIŞ'ê re hevkariyê dike û dijminê me ye."

Rayedarên Mala Gel jî agahiya her roj hejmara kesên vedigerin zêde dibe û gefên çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşê li sivîlan dike hêj berdewam dike û ji ber vê yêkê di vegerê de heses tevdigerin.

(bd/wk)