Siwêdî bi qasî Loqmanê Hekîm girîng e
Swêdî belkî îro bi qasî Loqmanê Hekîm û Îbnî Sîna bihata zanîn, lê pirtûka wî belav nebûye.
Li gor texmînan pirtûk berî niha bi 300 salî hatiye nivîsîn lê hîn ceribandineke dîrokî li ser nehatiye kirin, belkî zêdetir. Rûpelên wê hevdu nagirin û natewin, ji ber wê jî gelek qeraxên wê şikestine û zerar dîtine, lê ji %95'ê wê tê xwendin. Pirtûka ku nêzî 50 rûpelî ye, ji aliyê Siwêdî ve hatiye nivîsandin, ku ji gundê Siwêdiyê ye. Nivîskar li ser berhemê "El Suweydî" nivîsandiye.
Berhem yek ji kevintirîn berhemên tibî ye û gelek dermanên balkêş, ku bi rastî hatine ceribandin nîşan dide. Heta niha kopiyeke wê ya din jî peyda nebûye.
Welatparêzên Kurd bi armanca parastin û bikêrhatinê ew gihandine saziyên KCK'ê yên Herêma Parastina Medya, berî niha bi gelek salan. Û îro hêzên QSD'ê li dora gundê Siwêdî ne, ji bo ji destên dagirkeriyê rizgar bikin.
Berhema ku ji aliyê Swêdî ve bi erebî hatiye nivîsandin rojekê dê ji aliyê neviyên wî ve bi Kurdî were xwendin.
Swêdî teknîka xebata xwe li ser bingeha alfabeyê nedaye rûniştindin. Wekî gelek nivîskaran ne derman alfabetîk rêz kiriye, ne jî nexweşî. Wî ji porê serê mirov dest pê kiriye û heta nenûka lingan rêzek taybet hilbijartiye û yek bi yek nexweşiyên wan û dermanên wan nivîsandiye. Berhem hem ji alî kevinbûna xwe ve, hem jî ji alî îsabeta dermanan ve dê di pêşerojê de bigihîje nirxê xwe.
Em hêvîdar in rojekê li Siwêdiyê bi çalakiyekê wî bi bîr bînin û rihê wî şad bikin.