1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Siyasetmedarên BDP’ê konser dan!
Siyasetmedarên BDP’ê konser dan!,siyasetmedarên,bdp,ê,konser,dan

Siyasetmedarên BDP’ê konser dan!

A+ A-

ÊLIH 08.03.2014 07:07:01 Li navenda hilbijartinê ya BDP’ê ya Êlihê de ku hunermend her şev konser didin, duh jî siyasetmedarên BDP'ê ev yek dewir girtin. Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Serokê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê Mahmût Çîftçî, namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajêr Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel li ser dikê performanseke xurt nîşan dan û rastî pêwendiyeke mezin hatin.

Li Êlihê xebatên hilbijartinên herêmî di nava coşeke mezin de dewam dike. Konserên li Navenda Hilbijartinê ya Êlihê tên dayîn, ku her şev hunermend berhemên xwe pêşkêş dikin, rastî pêwendiyeke mezin a gel tê. Siyasetmedarên Êlihî bi nasnameya 'muzîsyenî' duh derketin pêşberî bi hezaran kesî. Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Serokê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê Mahmût Çîftçî û namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel derketin ser dikê. Ozdemîr bi lêdana tembûra xwe bal kişand.

Nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Veysî Sarisozen bi armanca destekirina hilbijartiyên BDP'yî, li konserê amade bûn. Omer Erkmen ê di 15'ê Sibatê de ji ber bombeya gazê ya polîsan çavê wî yê çepê rijiya, derket ser dikê, nîşaneya serketinê kir û mesaja 'têkoşîn wê dewam bike' da. Girseya gel a amade li ser piyan bi deqeyan ji Erkmen re li çepikan da.

Di şahiyê de siyaset qet nehat axivîn û siyasetmedarên stranên li ser çîrokên lehengiyê yên li Kurdistanê hatine jiyîn distiran, ji aliyê bi hezaran welatiyên hem li navenda hilbijartinê hem jî li derveyî wê, hatin guhdarîkirin. Dema ku nazmet Gulîstan Akel strana "Îmrali Sûlari" got, girseya gel bi deqeyan jê re li çepikan da. Konsera bi coş bi qasî 2 saetan dewam kir.