1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sorik hê jî dibe sedema mirina bi sed hezaran zarokî
Sorik hê jî dibe sedema mirina bi sed hezaran zarokî,sorik,hê,jî,dibe,sedema,mirina,bi,sed,hezaran,zarokî

Sorik hê jî dibe sedema mirina bi sed hezaran zarokî

Li gorî lêkolîna dawî ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hate weşandin, tevî ku di karê dermankirinê de pêşketineke mezin heye jî, salane bi sed hezaran zarok ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest didin

A+ A-

CENEVRE - ANF WHO lêkolîna li ser mijarê tevî saziyên bi navê Unicef, les Centers for Disease Control and Prevention (CDC) û The Global Alliance for Vaccines and Immunization (GAVI) ve meşand. Li gorî lêkolînê, di sala 2015'an de li gelemperiya cîhanê, 134 hezar 200 zarokên 4 salî, ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest dan. Di lêkolînê de hat ragihandin, di nava nexweşiyê vê dawiyê dibin sedema mirina zarokan de, piştî nexweşiyên hilmstandinê, navçûyîn, ta û menenjîtê, sorik di rêza pêncemîn de cih digire.

Di lêkolînê de hat bibîrxistin, ku di sala 1980'î de 2,5 mîlyon zarok ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dane û hat gotin, tevî hemû hewldanên erênî jî pêşî li mirina 135 hezar zarokan nehatiye girtin.

Li gorî lêkolînê, bi tenê di navbera salên 2000-2015'an de, di gihandina derziya dij sorikê de, ji sedî 18 rewşeke erênî derketiye holê. Li gorî vê yekê di sala 2000'î de deriya li dijî sorikê ji sedî 72 ê zarokan hatiye kirin. Di sala 2015'an de ev rêje gihîşt ji sedî 85'an.

Di nava 15 salan de herî kêm 20 mîlyon zarokên bi nexweşiya sorikê ketibûn, bi saya derman û derziyê hatine rizgarkirin.

Li gorî lêkolînê, herî zêde li welatên Etiyopya, Komara Kongo ya Demokratîk, Hîndîstan, Endonezya, Nîjerya û Pakîstanê mirov ji ber sorikê jiyana xwe ji dest didin. Nîvê 20 mîlyon zarokên di sala 2015'an de bi sorikê ketin û sê ji çar parên mirovên ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan, li van her şeş welatan hat dîtin.