1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Spiegel: Cemeeta Gulen mafyayek a Tirkan e
Spiegel: Cemeeta Gulen mafyayek a Tirkan e,spiegel,cemeeta,gulen,mafyayek,a,tirkan,e

Spiegel: Cemeeta Gulen mafyayek a Tirkan e

A+ A-

Perwer Yaş Berlîn - Li Almanyayê cara yekemîn saziyek naskirî û bi bandor a çapemeniyê rûyê rast ê Cemeeta Gulen aşkere kir. Kovara heftane Der Spiegel nivîsand ku her çendî cemeat gihiştiye astek tirsnak jî , lê weke “xweşbiyê” tê nasandin. Lê hate zanîn ku piştî vê nûçeyê gelek alîgirên cemeetê ji bo Spiegelê nameyên protestoyî şandin.

Cemeeta Fethullah Gulen li seranserê cîhanê xebatên xwe dimeşîne û yek ji welatê lê bi bandor e Almanya ye û hema bêje li Almanyayê ‘destdana’ wê tenê jî weke tabûyekê bû. Herî dawî di meha hezîranê de kanala WDR ya girêdayî televîzyona dewletê ya Almanyayê ARD’ê belgewariya bi navê “Artêşa Bê deng a Meleyan-Tevgera Cemeeta Gulen” a ku rûyê rast a cemeeta Gulen nîşan dide, amade kir, lê roja ku dê bihata weşandin, ji weşanê hat derxistin û nehat weşandin.

Lê li hemberî hemû zext û nerazîbûnan yek ji saziyên bi bandor ên çapemeniyê kovara nûçeyan Der Spiegel cih da nûçeyek 4 rûpelî ya der barê cemeetê de. Kovar jiyana Gulen vedibêje û balê dikişîne ku Cemeeta Gulen di serî de li Almanyayê, li seranserê cîhanê êdî bûye terîqatek bi bandor. Kovarê nivîsand ku hin siyasetmedarên têkiliyên wan ên xurt bi cemeetê re hene û cih dide nêrînên gelek pisporan.

'JI BO ALMANYAYÊ PIR XETER E'

Di nûçeya bi îmzeya Maximilian Popp de tê gotin ku berevajiyê weke ku tê zanîne, dijminê Rojava ye û tê destnîşankirin ku cemeet her roj li Almanyayê alîgiran ji xwe re qezenç dike û li welat bingehê xwe xurtir dike. Kovara Spiegel dinivîse ku Almanya bi tevgerek mezin a Îslamî ya xeter re rû bi rû ne û ev şîrove dike:

"Cemeet bi temamî ji hemû awayê şefafî û zelaliyê dûr e û xwedî sazûmaniyek pir veşartî ye. Lê encamên cemeetê vê yekê weke ew kesên aşitiya di navbera olan de dixwazin û alîgirê xweşbîniyê ne, nîşan didin. Lê li gorî nêrînên piranî cemeet tevgerek muhafezekara tundraw e. Her çendî naveroka wê tê zanîn jî lê li Almanyayê bi rehetî dixebite û bi taybet di nava ciwanan de hejmara xwe zêde dike."

"FERQA WÊ JI XUMEYNÎ TUNE"

Kovar cih dide analîzên pisporên Îslamê jî û dîrokzanê Holandî Martin van Bruinessen dibêje; “Cemeeta Gulen rêxistina Katolîk a veşartî ye û nêzî “Opus Dei” ye." Dîrokzanê DYA’yî Michael Rubin jî diyar kir ku tu ferqa cemeeta Gulen ji Xumeynî tune ye. Profesorê navdar ê aboriyê Dani Rodkrik jî got; “Tevger di nava karên qirêj de bin av bûye. Saziya vê tevgerê ya çapemeniyê rojnameya Zaman jî hewl dide ku vê mafyayê bi derew û manîpulasyonan fihêl bike."

Kesên ji Cemeetê cûdan bûn jî tevgerê şibandin terîqata Scientology. Kovar siyasetmedarên Alman ên ku têkiliya wan bi endamên Cemeetê re pir xurt e jî wiha rêz dike: CDU’yiya seroka berê ya Meclîsa Federal Rita Süssmuth (şêwirmenda saziya FID a ku navenda wê li Berlînê ye û girêdayî cemeta Gulen e), Wezîrê Dadê yê Eyaleta Hessen (endamê FDP) Jörg-Uwe Hahn, parlementerê CDU'yî parlamenter Ruprecht Polenz, senator Ehrhart Körting ê ku demek dirêj berpirsyartiya karkerên Berlînê kir.

LI DIJÎ SPIEGELÊ PROTESTO Û NERAZÎBÛN

Ev yekem care ku Der Spiegel nûçeyek ewqas berfireh der barê kiryarên Cemeeta Gulen de belav dike û vê nûçeyê di nava nêzî milyonek xwendevanên kovarê de dengek mezin veda. Bi taybet endamên cemeetê li hemberî Maximilian Popp ê vê nûçeyê nivîsandiye, dest bi kampanyayan kirin û ji bo tekzîpa vê nûçeyê were kirin, zextên dijwar li kovarê tê kirin. Hate zanîn ku gelek endamên cemeet nameyên protestoyî ji kovarê re dişînin.

ANF NEWS AGENCY