1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Spîegel: Yekîtiya Ewropayê, hevparê sûcê Erdogan e
Spîegel: Yekîtiya Ewropayê, hevparê sûcê Erdogan e,spîegel,yekîtiya,ewropayê,hevparê,sûcê,erdogan,e

Spîegel: Yekîtiya Ewropayê, hevparê sûcê Erdogan e

Li Elmanyayê Kovara Spîegelê di şiroveyekê de dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê di pêvajoya girtina hevserok û parlementerên HDP'î de Yekîtiya Ewropayê jî hevparê vî sûcî ye.

A+ A-

BERLÎN - ANF Li Elmanyayê Kovara Spîegelê di şiroveyekê de destnîşan kir ku, li Tirkiyeyê di pêvajoya girtina hevserok û parlementerên HDP'î de Yekîtiya Ewropayê jî hevparê vî sûcî ye. Di şîroveyê de hat diyarkirin ku, encama van tê wateya 'rûxandina Tirkiyeyê' û welatên Ewropayê wiha hişyar kir: "Yên niha bêdeng bimînin, wê di rûxandina Tirkiyeyê de hevparê vî sûcî bin."

‘DIYAR E KU ERDOGAN WELAT BER BI KÛ VE DIBE: KARESAT!'

Di şiroveyê de ku bi îmzeya Maxîmîllîan hatiye kirin, wiha hat destnîşankirin: "Di meseleya Tirkiyeyê de, pir zelal e ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan welat ber bi kû ve dibe: Karesat."

Di şîroveyê de hat bibîrxistin ku, Erdogan tenê di nav hefteyekê de li şûna hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê qeyûm tayîn kirine, ji bo cezayê dardakirinê ji nû ve bînin li parlementoyê biryara dengdayînî nîqaş dike û 13 xebatkarên Rojnameya Cûmhûriyetê binçav kirine û wiha hat gotin: "Ev jî ne bes bû, sibeha Înê darbeyeke din li dewleta hiqûqê xist. Hevserokê HDP'ê Selahettîn û 10 parlementer ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Niha, di polîtîkaya Tirk de tenê rastiyek naguhere ku ew jî her tişt tim ber bi xerabiyê ve diçin."

‘WÊ ERDOGAN NEGUHERE'

Di şîroveyê de hat diyarkirin ku, divê welatên Ewropayê du tiştan bi awayekî eşkere bibînin û hat destnîşankirin ku, yek jê 'Wê Erdogan qet êdî venegere polîtîkayên salên 2000'î', ya din jî di her bûyerê de 'Bangên birêjeyî yên Ewropayê' ne.

Di şîroveyê de hat gotin ku, ji niha û pê vê wê karê Erdogan her tim rageşiyek zêde be û ev pêşniyar hatin kirin: "Ya duyemîn jî, bi bangên birêjeyî yên bêyî dilî ti tişt nayên kirin. Divê êdî YE bi zimanekî teqezî Erdogan rexne bike û bi şertan bi ser de biçe: Şertên wek rawestandina muzakereyên YE'yê yan jî li dijî endamên hikûmetê."

‘YÊN NIHA BÊDENG BIN, WÊ DI RÛXANDINA TIRKIYEYÊ DE HEVPARÊ VÎ SÛCÎ BIN'

Di şîroveya Spîegelê de dubare hat diyarkirin ku, tiştên tên jiyîn wê rûxandina Tirkiyeyê bi xwe re bînin û wiha hişyarî hatin kirin: "Dibe, (mueyîde) ne xema Erdoganî bin. Wisa dixuye Erdogan, ji hişyariyên Rojavayê (ya cîhanê)re hemû derî girtine. Lê, yên niha bêdeng bin, wê di rûxandina Tirkiyeyê de hevparê vî sûcî bin."