Stenbol bi rengên kurdî xemilî
STENBOL (DÎHA) - Li Stenbolê pîrozbahiya Newrozê ku kurd û kedkar bi hevre pîroz dikin bi çoş didome. Karkerên ku tevli pîrozbahiyê bûne bi pankarta "Neteweyên ku netewek din diçewisîne, azad nabe" ketin qada Newrozê ya li Kazliçeşmeyê. Ciwananên ku rûyê xwe kesk, sor û zer boyax kirine tşortên nivîsên "PKK û Ocalan" li ser divisî li xwe kirin û qûle sazkirin.
Li Stenbolê bi sedhezaran kes ber bi qada Newrozê ya li Kazlişmeya navçeya Zeytînbûrnû herikîn. Di pîrozbahiya ku ji aliyê Konseya Bajar ya Stenbolê ve tê organîzekirin de bi bi zaravayên kurdî yên dimilkî, kurmanicî û her wiha bi tirkî tên kirin. Ji ber kincên li xwe kirine di navbera ciwan û polîsan de gengeşî derket. Girse piştî lêgerîna polîsan girse kete qadê. Gel bi otobusên taybet ji qada Newrozê re tên kişandin. Bi rengên kesk, sor û zer, qad bi keskesorê hate xemilandin. Dîsa Komelaya Piştgiriya Karkeran a Navnetewî bi pankarta bi heybet a "Ji kurdan re azadî" ketin kadê. ESP'î jî bi pankarta "Newroza aştî û biratiyê pîroz be" tevli Newrozê bûn. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera BDP'ê Sebahat Tuncel, Parlamenterê BDP'ê Ufuk Uras, Nivîskar Ragip Zarakoglu, DÎSK, TUMTÎS, KESK û gelek rêxistinên civaka sivîl jî tevli pîrozbahiyê bûn. Li qadê girseyê bê navber sloganên "PKK gel e gel li vir e" û "Biji serok Apo" hatin berzkirin. Her wiha di pîrozbahiyê de posterên Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Konfederalîzma Demokratîk hatin vekirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinan dewam kir. Piştî axaftinên vekirinê agirê Newrozê ji aliyê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamentera BDP'ê Sebahat Tuncel, Parlamenterê BDP'ê Ufuk Uras, hate pêxistin.
(WÊNE, DÎMEN Û NÛÇE: Omer Çelîk, Îsmaîl Eskîn, Çagdaş Kaplan, Serkan Demîrel, Evrîm Kepenek, Mutha Çetîn, Ferhat Çelîk, Bîlal Guldem, ÎsmaÎl Yildirim)