Stephenson: Em neçarin ji bo aştiyê têbikoşin
EVRİM KEPENEK
STENBOL (DÎHA) - Akademîsyen Chris Stephenson ku dozger der barê wî de biryara dersînor da, ji Tirkiye çû Îngîlîstanê û dîsa vegeriya Tirkiyê. Stephenson, têkildarî helwesta hikûmetê diyar kir ku pêwiste ew têbikoşin û mirovan ji bo aştiyê îkna bikin û wiha got: "Divê em mirovan îkna bikin û hemû kesan tev li tekoşîna aştiyê bikin."
Endamê Zanîngeha Bîlgiyê Chrîs Stephenson ê ji bo piştevaniya akademîsyen Esra Mûngan, Mûzaffer Kaya û Kivanç Ersoyê hatin girtin çûbû Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê, ji ber di çenteyê wî de belavoka Newrozê hebû hatibû binçavkirin. Stephenson, li Dadgeha Stenbolê serbest hat berdan, lê piştî serbest hat berdan der barê wî de biryara dersînorkirinê hat dayîn û hat dersînorkirin. Stephenson ku di 15'ê Adare de hat binçavkirin û di 16'ê Adarê de derket dervê sinor di 22'ê Adarê de dîsa vegeriya Stenbolê û li Zanîngeha Bilgî dîsa ket dersan. Stephenson, diyar kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna aştiyê pir zor e û wiha got: "Pêwiste em li dijî vê pêla şer, têkoşîna aştiyê bidin. Di 15'ê Adarê de ji bo piştgiriya akademîsyenan ez çûm edliyê. Lê qet ez nedifikirîm ku bêm binçavkirin. Li îngîlîstanê belavokek Newrozê tenê wekî perçeyek kaxiz e. Li Îngîlîstanê li dijî akademisyenan zext û zordariyen wisa tune."
'Ez fikirîm ku mi bigirin'
Stephenson, da zanîn dema di bin çavan de bû bihîst ku 3 akademisyen Esra Mungan, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy hatin girtin û wiha got: "Piştî 3 akademîsyen hatin girtin, ez fikirîm ku dê min jî bigirin. Ez ji bo hevalên xwe yên hatin girtin pir xemgîn bûm. Akademisyenên hatin girtin, bi awayekî adil nehatin girtin. Daxwaza aştiyê ne sûc e. Ew ne mirovên qatil in û ne mirovên qaçak in. Girtina mirovên aştiyê dixwaze ne li gorî edaletê ye. Dema dozger daxwaza dersînor kir, ez di deriyê Kumkapi re derbas bûm û çûm Îngilîstanê. Dema ez çûm Îngîlistanê jî dibin dorpêça polîsan de çûm. Dema ez wisa zû vegeriya jî şaş man."
Stephenson ku xwe wekî welatiyê Tirkiyeyê dibîne, wiha axivî: "25 salin li Tirkiyeyê dijîm. Ez xwe ji vir hîs dikim. Çand û koka min li Îngilîstanê ye. Lê ez li vî welati dijîm. Me nan û xwarina vir xwariye. Tenê daxwazek min heye ew jî aştî ye. Li vi welati fikarên mirovan zêde ne. Ez dixwazin Tirkiye dîsa vegere pêvajoya aştiyê. Ez dê di aştiyê de isarar bikim. Di koma akademisyenan de nêzî 2 hezar îmze hatine avêtin. Dibe ku hêjmara kesên aşti, wekhevî û edaletê dixwazin hindik be. Lê em mafdar in. Divê em mirovan ji bo aştiyê îkna bikin û di aştiyê de israr bikin. Divê em hemû kesan tev li têkoşîna aştiyê bikin."
(mae)