1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Strana kurdî bû 'propagandeya rêxistinê'!
Strana kurdî bû 'propagandeya rêxistinê'!,strana,kurdî,bû,propagandeya,rêxistinê

Strana kurdî bû 'propagandeya rêxistinê'!

A+ A-

ARARAT ARAS Daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên astengiyên li ser kurdî rakirin berdewam dikin. Lê hunermend Muhammet Oguztemur ji ber ku li Qersê bi kurdî stran got bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kir" 20 meh cezayê girtîgehê girt. Oguztemur, bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku li Tirkyê hemû welatî weke sûcdar hatine îlankirin.

Rayedarên hikûmetê di hemû fersendan da daxuyaniyên astengiyên li pêşiya kurdî rakirine didin lê li Qersê Hunermendê bi navê Muhammet Oguztemur ji ber ku bi kurdî staran gotin li 4'emîn Dadgehan Cezayên Giran a Erziromê bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" doz der heqê wî de hate vekirin. Di rûniştina dozê ya di 18'ê sibatê de hate dîtin de dadgehê ji ber ku Oguztemur di staranên xwe de “gotinên pesnê rêxistinê dide" gotine 20 meh cezayê girtîgehê lê birî. Sedema cezayê hate dayîn jî girteka polîsan hate nîşandan. Dadgehê di biryarê de diyar kir ku Oguztemur di bernameya xwendevanên Zanîngeha Erdexanê de bi stranên gotin pesnê HPG'iyan daye û gotina "Ji bo rêhevalên şoreşger ez we dewetî rêzgirtinê dikim" jî behsa PKK'iyan kiriye hate nirxandin. Dadgehê gotinên Oguztemur ên di bernameya xwendekarên zanîngeha Kafkasa Qersê ya li navçeya Qaqizmanê de anîn ziman ên "Birêz gelê Qaqizmanê di rêzê de besteya min heye. Em dibêjin nake nake. AKP venake. Girtîgehan venake. Îmraliyê venake" û strana "Ha gelîla" jî wekî "propagandeya rêxistinê" nirxand.

'20 meh cezayê girtîgehê'

2'yemîn Dadgehan Cezayên Giran a Erziromê bi îdîya "propagandeya rêxistinê" kir salek ceza da Oguztemur. Dadgehê piştre ceza daxist 10 mehan. Muhammet Oguztemur jî bertek nîşanî biryarê û anî ziman ku di bernameyê de tu propgaganda tune bû. Oguztemur, da zanîn ku êdî li Tirkiyê stran gotin jî sûc e. Oguztemur, bilêv kir ku li Tirkiyê hemû kes wekî sûcdar hatine îlankirin. Oguztemur, destnîşan kir ku bi riya parêzer ceza birine temyîzê. DÎHA(bd/ak)