1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Stêrk Tv êdî dê tenê bi kurdî weşan bike
Stêrk Tv êdî dê tenê bi kurdî weşan bike,stêrk,tv,êdî,dê,tenê,bi,kurdî,weşan,bike

Stêrk Tv êdî dê tenê bi kurdî weşan bike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Televizyona Stêrk TV ku di sala 2010'an de hat damezrandin û di sala 2012'an de dest bi weşana profesyonel kir biryar êdî tenê bi kurdî weşan bike girt.

Televizyona Stêrk TV biryara êdî tenê bi kurdî weşanê bike girt. Weşana Stêrk TV heya niha ji sedî 20 bi tirkî bûn. Lê belê êdî di weşanên vê televizyonê de tirkî tûnebe. Stêrk TV êdî dê bi hemû zaraveyên kurdî weşan bike û ji aliyê naverokê ve jî xîtabî tevahiya Kurdistanê bike.

Di weşana Stêrk TV de wê her roj nûçeyên bi kurmancî, kirmanckî (dimilkî) û soranî hebin. Her wiha bernameyên nûçeyên û nîqaşan jî wê bi hemû zaraveyan werin weşandin.

Di Strêk TV de bernameyên ku li her çar aliyên Kurdistanê hene jî dê bên werin nîşandan. Ji Rojhilat, Başûr, Bakûr û Rojava hemû bûyer û pêşketinên çandî, civakî, siyasî û aborî wê werin weşandin. Dîsa bernameyên zarok û ciwanan, jinan, bernameyên ku herêmên kurdistanê didi nasandin jî wê hebin. Heftê carekê bernameyek 90 deqe ya bi zaraveyê Hewremanî wê pêk bê. Dîsa bernameyên ku li deverên cuda yên başûrê Kurdistanê têne kişandin jî hene. Ji Rojavayê Kurdistanê hetanî gund û bajarên bakurê kurdistanê wê bernameyên civakî di weşanên stêrk tv de hebin.

Rayedarên Stêrk TV ragihandin ku ew hemû deng û rengên Kurdistanê ne û di demên pêş de wê di weşanên wan de bernameyên dewlementtir werin weşandin.

Stêrk TV saeta xwe ya weşanê jî diguhere

Weşan piştî 5'ê Çile êdî saetekê zûtir dest pê dike. Weşanên Stêrk TV li gorî saeta Ewropayê bi bernameya Stêrka Sibê dest pê dike.

Di vê bernameya ku Rêşad Sorgûl pêşkêş dike de nûçe û sernûçeyên rojnameyan bên ragihandin. Saet di 07:30'an de jî Bernameya Rojbaş Kurdistanê dê dest pê bike û weşana televizyonê di nava rojê de bi bernameyên çandî, civakî, siyasî û nûçeyan berdewam dikin.

Li gorî saetên Ewropayê, nûçeyên Dimilkî saet 16:00, soranî 17:00 û Kurmancî jî 18:00'an de têne weşandin.

Stêrk TV heta niha tenê di Hotbirdê'de weşan dikir. Ji ber ku êdî wê xîtabî tevahiya Kurdistanê bike weşan li ser Nîlesatê jî hatin destpêkirin.

Agahiyên frekansan wiha ne;

Hotbird 13 Frekans: 12.520 S.Rate: 27,500 Pol: V fec: 3/4

NÎLE SATE

SYMB: 27500 FREKANS 11075 FEC 3/4

(oî/bd)