Swoboda komkujiya Parîsê şermezar kir
Rêberê Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropayê Hannes Swoboda bi daxuyaniyekê qetilkirina siyasetemdarên jin ên Kurd şermezar kir
A+
A-
Bruksel - Rêberê Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropayê Hannes Swoboda bi daxuyaniyekê qetilkirina sê siyasetemdarên jin ên Kurd ku li Parîsê pêk hat şermezar kir.
Swoboda bi daxuyaniya li ser navê komê weşand, komkujiyê şeremzar kir û ji polîsên Franseyê xwest ku kujeran peyda bike û derbixe pêşberê dadgehê.
Her wiha, Swoboda ji malbatên her sê jinên Kurd re daxwaza sersaxiyê kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka Kurd bi tundiyê çareser nabe, tenê dikare bi diyalogê çareser bibe.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî swoboda,komkujiya,parîsê,şermezar,kir