Swêd: Bila PKK û AKP li ser mase rûnin
Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt, xwest PKK û hikûmeta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd careke din muzakereyan bidin destpêkirin. Parlementerên Swêdî jî diyar kirin ku tu ferqa Îmrali ji Guantanamoyê tune ye û xwestin tecrîda li ser Ocalan rabe.
Ji ber daxwaza partiyên Keskan, Lîberal û Çepgir ên Swêdê, rewşa dawî ya pirsgirêka Kurd li Parlementoya Swêdê hat gotûbêjkirin. Parlementera Keskan Bodil Ceballos pirsa “Gelo hûn di hevdîtinên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û rewşa 100 rojnamevanên girtî tînin rojevê?” ji Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt pirsî.
Li gor nûçeya Radyoya Swêdê, Bildt bal kişand ku rojnamevan di çarçoveya zagona “li dijî terorê” de hatin girtin û angaşt ku li Tirkiyeyê reformên qenç tên kirin. Wezîr Bildt xwest ku li Tirkiyeyê sîstema hiqûqê ji nû ve bê sererastkirin û makeqanûn bê nûkirin.
Wezîrê Swêdî Bildt bal kişand ser hevdîtinên di navbera PKK û dewleta Tirk de yên di raya giştî de weke hevdîtinên Osloyê tê binavkirin û diyar kir ku hin hêzên niyeta wan xirab pêvajoyê asteng kirin. Bildt daxwaz kir her du alî careke din ji nû ve li ser maseyê muzakereyê rûnin.
"FERQA ÎMRALI JI GUANTANAMOYÊ TUNE"
Parlementera Keskan Bodil Ceballos bersiva Wezîr kêm dît û got; “Min pirsî ka hikûmeta Swêdê çi kiriye. Lê wezîrê behsa reformên li Tirkiyeyê kir. Yên din çi dikin, çi nakin me eleqeder nakin, ya me eleqeder dike hikûmeta Swêdê ye.”
Parlementerê Partiya Lîberalan Fredrik Malm jî bal kişand ku Swêd piştgirî dide endamtiya Tirkiye ya bo YE’yê û xwest hikûmeta Swêdê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zêdetir hewl bide. Malm wiha axivî; “Di navbera pirsgirêka Kurd û binpêkirinên mafên mirovan de têkiliyek pir xurt heye. Ji ber wê jî divê pêşî pirsgirêk bê çareserkirin. Lê li şûna ber bi pêş ve gav bên avêtin, ber bi paş hatin avêtin."
Parlementera Partiya Çepgir a bi eslê xwe Kurd Emîne Kakabaveh jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got; “Şert û mercên ku Ocalan têde tên ragirtin, Gauntanamoya nû ye. Divê beriya her tiştê tecrîd were rakirin û şert û mercên wî werin sererastkirin.”
ANF NEWS AGENCY