1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sê herêmên xweser li dijî êrîşan dê bibin yek
Sê herêmên xweser li dijî êrîşan dê bibin yek,sê,herêmên,xweser,li,dijî,êrîşan,dê,bibin,yek

Sê herêmên xweser li dijî êrîşan dê bibin yek

A+ A-

ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN– Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê diyar kir ku erka wan a netewî we e ku parastina herêmên xweser ên Rojava bikin û bersiva êrîşên komên çete yên li dijî Kobanê bidin.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rewşa li Sûriyê bi girştî û êrîşên komên çete yên li dijî herêma Kobanê ku bi piştgiriya hêzên herêmî, navnetewîû hin opozisyona Sûriyê ya li dijî demokratîkbûnê derdikevin, pêk tên û wiha hate gotin. ''Li ser vî esasî me bi birayên xwe yên Meclîsên Rêveber ên herêmên Efrînê û Kobanê re nîqaş kirin û di encamê de me bi hever biryar git ku pêwîste di vê dema dîrokî ya hesas de em erka xwe ya mirovî pêk bînin. Li ser vî esasî me biryar da sê herêm divê li dijî êrîşên li ser Kobanê yekîtiya xwe xurtir bikin û li dijî êrîşên çeteyan hemû cûreyên alîkariyê bi hever bikin.''

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku helwesta bi armanca parastina nimûneya demokratîk a pêşeroja Sûriyê û parastina hemû pêkhateyan, hwr wiha jiyana hevbeş pêk hatiye. Di daxuyaniyê êrîşên li dijî kobanê hate şermezar kirin û wiha hate domandin: ''Em soz didin gelê xwe ku em ê berxwedana xwe ya li ser nehcê parastina rewa dewam bikin. Em ê rumeta xaka xwe û mirovahiyê biparêzin.''

Di dawiya daxuyaniyê bang li civaka navnetwî û hemû saziyên mirovî û hiqûqî hate kirin ku helwesta xwe li dijî êrîşan zelal bibin.

(ie)