Sê sal ji şoreşa 19’ê Tirmehê –9
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê berhema têkoşîna salan e’
ŞÎLAN MIHEMED
KOBANÊ – Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê li Kobanê hatiye vêxistin, berhema têkoşîn û berxwedana gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye û piştî ku serdemeke ji paşguhkirinê karibû li tevahî cîhanê erênî deng vede.
Bi boneya rast hatina 3’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim derbarê qonaxên ku şoreş têre derbas bûye di hevpeyvînekê de pirsên ANHA’yê bersivandin.
* Gelê Kurd şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser çi bingehê dest pê kir?
Di cîhanê de tu şoreş ji valahiyê dest pê nakin. Eger gel rastî zilm, birçîbûm, înkarkirin, tundiyê neyê, bi şoreşan ranabe. Para gelê Kurd di van tiştan de gelek bû. Ji ber vê yekê gelê Kurd ji ber ku xwedî mîraseke dirêj di têkoşîn û berxwedanê de ye, di 19’ê Tîrmehê de li dijî zilm û desthilatdariyê rabû ser piyan.
Li Sûriyeyê rêjîma Baasê desthilatdar bû û siyasetên xwe yên birçîkirinê û vemirandina azadiyan li dijî hemû pêkhateyên Sûriyeyê dimeşandin. Di Sûriyeyê de gelê Kurd herî zêde rastî tundiyê dihat. Lê tevî hemû îşkence û tundiya li ser gelê Kurd, welatiyên Kurd bi partî û kesayetên xwe yên siyasî çalakiyên xwe didomandin û çalakiyên xwe birêve dibirin. Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Rojava bi roleke mezin rabû û rihê netewî derxist asta herî jor û tevahî gel ji bo lidarxistina şoreşê amade kir.
Piştî ku li gelek dewletên ereban şoreş dest pê kirin, şoreşa buhara gelan derbasî Sûriyeyê jî bû. Di Sûriyeyê de jî gelê Kurd têkoşîna xwe li ser bingeheke aştiyane û siyasî da meşandin. Lê piştî aloziya Sûriyeyê mezin bû û şoreşa Sûriyeyê veguhest şerekî çekdarî di navbera opozîsyonê û rêjîma Baasê de, hilweşandin û pêlên koçberiyê dest pê kirin. Her wiha destwerdana gelek hêzên derve ketin Sûriyeyê. Li hemberî vê yekê gelê Kurd ji bo xwe ji vî şerî biparêze tedbîrên xwe girtin. Gelê Kurd dest bi avakirina hêzên erka xweparastinê kir û bi riya saziyên cuda xwe di hemû aliyan de bi rê ve birin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê wekî alternatîfekê li hemberî desthilatdariya Baasê bû û qonaxa rêveberiya xweser dest pê kir.
* Taybetmendiyên şoreşa Rojava ji şoreşa Sûriyeyê çi ye û hûn rewşê beriya û piştî şoreşê çawa dinirxînin?
Taybetmendiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê li bajarê Kobanê hatiye vêxistin, xwe nespart şoreşa leşkerî û di bin sîwaneya ti aliyan de tevnegeriya. Gelê Rojava bi vîna xwe ya azad xwe di hemû aliyên jiyanê de bi riya saziyan bi rêxistin kir. Gelê Rojava ji bo xwe bi xwe bi rêvebibe biryara lidarxistina şoreşa 19’ê Tîrmehê da.
Beriya şoreşê gelê Rojava ji her tiştî û ji hemû mafên xwe bê par mabû. Mafê sereke ji ziman, dîrok û çanda xwe bê par mabû û ji aliyê rêjîma Baasê ve dihat înkarkirin.
Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê tiştekî nû derket holê û gel bû xwedî biryar û herêmên xwe di hemû aliyan de bi rê ve dibir û cara yekemîn riya ber bi azadiyê ve hate vekirin. Li ser vê yekê gel liv û tevgera xwe di xebatê bi rêxistinkirinê de zêde kirin û hêzên YPG’ê û YPJ’ê ava kirin. Piştî ku YPG’ê û YPJ’ê hatin avakirin bi hezaran ciwanên Rojava berê xwe dan navendê YPG’ê û beşdarî nava xebatên parastin û berxwedanê bûn. Hêzên YPG’ê di demeke kurt de û tevî kêm derfetên xwe li hemberî hêza herî hov û terorîst li ber xwe da û heta niha berxwedaneke bê hempa dimeşîne.
* Li gel saziyên civaka sivîl pêwîstî bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çi bû?
Îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê gaveke girîng ji bo pênaskirina projeya kurdan li Rojava bû. Rêveberiya Xweser wekî tê zanîn ji hemû pêkhateyên civakê pêk tê. Ev rêveberî projeya çareseriya demokratîk a herî guncav ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Îlankirina vê Rêveberiyê bi awayekî fermî dê rê li pêşiya danûstandinên dîplomasî ve bike û dê jiyana welatiyan bi riya deste û saziyan bi rê ve bibe.
Piştî ku vê Rêveberiyê serkeftinên mezin di hemû aliyan de bi dest xwe ve anîn, îspat kir ku ew çareseriya herî guncav ji aloziya Sûriyeyê ye.
* Armanca hêzên ku dijminahiya gelê Kurd dikin ji qutkirina riya di navbera kantonên Rojava de çi ye?
Sedema sereke ji qutkirina riyên di navbera kantonên Rojava de ew e ku gelê Rojava rêveberiya xwe neke û sedema duyemîn jî ew e ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Ev proje ne li gorî daxwazên hêzên tarî ne ku bi hemû hêza xwe hewl didin berhemên herêmê bidizin û vîna gel bişkînin. Ji ber vê yekê piştî ku Rêveberî hate îlankirin êrîşên bi ser hersê kantonên Rojava de zêde bûn. Çeteyan ku alîkariya xwe ji hêzên derve û herêmî werdigirtin herêmên Rojava dorpêçkirin. Piştî du salan ji pevçûnan û bi saya xwîna gelek têkoşeran ev dorpêçkirin bi şer û pevçûnan hate şikandin û riya di navbera kantonên Kobanê û Cizîrê de hate vekirin.
* 15’ê îlona 2014’an bandoreke çawa li raya navnetewî kir?
Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an bi hemû hêza xwe û bi hemû çekên giran û tankan êrîşî kantona Kobanê kirin û hewl dan dagir bikin û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Lê berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şikandin û ziyanên giran gihandin çeteyan.
Di vê berxwedana efsaneyî de ku mînaka wê di dîrokê de nayê dîtin, bala tevahî cîhanê kişand û nêrîna tevahî cîhanê li hemberî gelê Kurd û berxwedana wê li hemberî hêzên tarî ku tu girêdana wan bi nirx û exlaqên mirovahiyê re tune ne, guhert. Ji ber vê yekê 1’ê Mijdarê wekî roja Kobanê ya cîhanê ji aliyê navnetewî ve hate îlankirin. Her wiha bandora şervanên YPJ’ê jî li tevahî jinên cîhanê mezin bû û îspat kir ku jinên Kurd qeydên xwe qetandin û li herberî komên çete li ber xwe dan û ji tevahî cîhanê re îspat kirin ku ew xwedî vîneke azad in û tu carî nayê şikandin.
* Parastina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê dê çawa bêne kirin?
Wekî em dizanin armanc ji van êrîş û komployên li dijî vîna azad a gelê Kurd ew e ku destketiyên şoreşa Rojava têk bibin. Komkujiya 25’ê Hizêrana borî jî bersiva van serkeftinên YPG’ê û YPJ’ê li kantonên Kobanê û Cizîrê bû. Armanc ji vê komkujiyê ew e ku tirs û xof di dilê welatiyên ku bi axa xwe ve girêdayî ne biçûnin. Her wiha alîkariya dewletên herêmî bi çeteyan re ji bo pêkanîna komkujiyê eşkere bû.
Li hemberî van êrîş û komployan ji me hemûyan tê xwestin ku em asta têkoşîna xwe bilind bikin û erka her kesî ye beşdarî xebatên parastinê bibe. Divê em ji aliyekî ve parastinê bikin û ji aliyekî din ve jî destên xwe bi hevûdu din û welatê xwe ji nû ve ava bikin. Divê her welatiyek xwedî li xwîna şehîdan derbikeve.
(jh/ra)
Şoreş û dijminatiya Şoreşê
KOBANÊ- Siyasetên înkarkirina hebûna gelê kurd ji sala 1963`an heya beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê didan meşandin. Şoreş di sala xwe ya sêyemîn de jî ew siyaset hîna li dimeşînin û ji aliyê heman hêzan ve lê bi şêwazên cûda tên meşandin.
Baas û desthildariya înkarkirinê
Baas partiya ku li ser diruşmeya neteweke ereb ya yekbûyî, xwedî peymeke nemir li Suriyê di sala 1947`an hat avakirin. Di rêziknameya xwe de xwe weke partiyeke ku yekîtî, azadî û sosyalîstê armanc dike nîşan dida. Di 8`ê Adara 1963`an de bû partiya desthildar li Suriyê. Di serdema desthildariya xwe de êdî li hember rêziknameya xwe durutî li gel kir, tevî hemu idîayên xwe yên layiklik û pêşverû, lê wê li Suriyê netewperestî pêş xist, ji bilî ereban hemû pêkhateyên din ên li Suriyê di bin navê yek netew înkar kir. Civaka Suriyê li gora lêkolînên istîxbaratî yên netewperest li gora mezheb, çîn, gundî, eşîrtî, qebîlî û gelek navên din parçe kirin. Kursiyên wezaretan li gora ol û mezheban belav kirin û tu girîngî neda hebuna neteweyan.
Partiya desthildariya Suriyê kir, bû yek ji desthildarên parçeyek ji parçeyên Kurdistanê (Rojavayê Kurdistan). Mîna hemû desthildarên Kurdistanê wê jî ji bo kurkirin û hêzkirina siyaseta înkarkirina hebûna kurdî gelek rêbaz bikar anîn.
Çawa partî hat ser desthildariyê yekser di sala 1962`an de li gora qanûna numare 93 kurd ji nasnameya welatiyeta Suriyê hatin mehrumkirin û ji hemu mafên rewa yên hemwelatiyekî Suriyê hatin mehrûmkirin. Di sala 1966`an de projeya Kembera Erebî derxist hole. Armanc dikir ku herêma CIzîrê ji Kurdan vala bike û li şûna wan ereb bên bi cih kirin. Li dirêjahiya 350 Km û firehiya 15 Km ji sînorê Îraqê heya rojhilatê Serêkariyê kember fireh bû. Dîsa jî di aliyê çandî de hemû rengên kurdî ji perwerde û axaftina bi zimanên zikmakî, navlêkirina zarokan, stran û cejnên netewî hatibûn qedexekirin. Li ber van hemu jî kurd ji parastina herêmên xwe hatibûn durxistin û li ber wan bi dehan rêbazên din ên kurkirina siyaseta înkarê.
Rejîma suriyê heya sala 1998`an kurd ji bo siyaseta xwe ya li hember dewletên cîran, li ser 2 xetan hem înkarkirina kurdan û dijberiya Tirkiyê dimeşand. Di 1998`an de Turkiyê perwerdeya Natoyê pêş xist û li ser sînorê xwe bi Suriyê re hêzên xwe kom kirin û gefa mudaxeleya leşgerî lê kir. Di encamê de rejîma Baasê li gel Dewleta Tirkiyê peymana edeneyê îmze kir. Di peymana ku ji derve weke ku bi tenê ji bo Lîwa Iskenderon e dihat nîşandan, lê di cewherê xwe de li hember Kurdan bû. Ji wê demê de êdî zexta li hember kurdan li Suriyê gurtir û kurtir bû.
Herî dawiyê jî di sala 2008`an de li gora qanûna 49`an a ku wê sale derket, di wir de ji kirîn, firotin û lêkirina avahî û erdan hatin li herêmên kurdan hatin qedexekirin. Bi wê re jî ekonomiya van herêman bi temamî hat felckirin.
Kobanê û siyaseta Baasê
Yek ji berztirîn siyasetên Baasê li ser Kurdan li Suriyê û bi taybet li Kobanê guhertina navê wê bû. Serokê berê yê komarê Hafiz El Esed di gava erebkirina herêmê de nav ji Kobanê veguherand kir Ên El Ereb, ji ber wê jî navên hemu gundên herêmê hatin guhertin û erebkirin.
Mamoste Osman
Osmanê Dadeliyê, yek ji welatparêzên Kobanê ku di sala 1990 de bû namzetê perlementoya gel û di hilbijartinan de dengên welatiyên herêmê ew bi ser xistin û derbasî parelementoyê bû û 4 salan parlementerî kir. Piştre jî 4 caran ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin. Herî dawiyê jî ji ber îşkenceyê û îhmalkirina tenduristiyê li nexweşxaneya Martînî li Helebê di 18`ê Sibata 2008`an de jiyana xwe ji dest da. Roja şehadeta wî bi hezaran kes ji hemu pêkhateyên herêmê hatin konê sersaxiya wî û bi wê yekê re jî neqebûlkirina wan ji siyaseta Suriyê re nîşan didan.
Şûnwarên gelek gundên Kobanê ji şûna xwe dihatin rakirin û sewqî muzexaneyên deverên din ên Suriyê dikirin an jî dihatin dizîn. (li muzexaneya Helebê û bajarê Reqayê şêrên Şêranê) û firotina desthildarên bajar ji entîkan re.
Li bajar aş tunebûn, berhemên çandiniyê ji genim û ceh li herêmê nedihatin hêrandin, ew derdixistin bajarên ereban ên derdorê û li wir dihêrandin. Heya elektirîka herêmê ji bajarokê Sirîn dihatin rêvebirin.
Li bajarê ku bi tenê firehiya wî 3,068,04 Km2 û hijmara niştecihên wî digihişt 200 hezar kesî, 5 buroyên îstîxbaratê hatibûn avakirin û navendeke parastiya Baasê hebû. Li herêma ku tu balafirgehên leşgerî lê nebûn, navendeke ewlekariya hewayî lê hatibû vekirin. Leşker, polîs, şaredar, erkdar, mamoste û hwd ji xizmetkar û xebatkarên saziyên rejîmê li herêmê ne ji kurdan bûn. Gel ji zanebûn û çanda rêveberiya herêma xwe hatibûn dûrxistin.
Deriya sînorê herêmê bi Tirkiyê re (Murşid Pinar) weke deriyekî fermî hat girtin. Li beramberî wî jî li Til Ebyed û Cerablusê 2 deriyên din ên fermî (Akçakela û Qerqemîş) hatin vekirin.
Bersiva gel ji Serhildana Qamişlo re, gava yekem a şoreşa azadiyê bû
Serhildana 12`ê Adarê ya 2004 Qamişlo re derket holê û deng veda. Li vir nimuneya serhildana gelê şoreşger li pêş bû. Gelê kurd dîwara tirsê yê li hember rejîma Baasê hilweşand. Hefteyekê di bin dirûşmeya “Êdî bes e ji zulmê re, Bes e ji bê dengiyê re” bi ruhê serhildanê daketin kolanan. Li Kobanê gel herikîn kolanan û erkdarên rejîmê ji bajarê xwe derxistin.
Şoreşa Gelan
Serî rakirina gelê Suriyê yê ku bêyî rêxistin û koleyê rejîmê hatibû hiştin di 26`ê Sibata 2011`an destpêkê bi zarokên Derayê re û piştre di 15`ê Adarê de gihişt qonaxa vereşînê. Gel hemû binpêkirinê rejîmê avêt û herikîn kolanan ku destpêkê azadî xwestin. Dirûşmeya azadiyê ji aliyê rejîmê ve û gelek hêzên din ên herêmê û navnetewî hat pêşxistin heya gihişt şerekî çekdarî ku ev zêdeyî 4 sal in Suriyê di nav de bêyî ku bigihêje tu rêkeftinê.
Tevî ku di destpêka şoreşê de, gelek aliyan dixwestin kurdan sewqî şerê çekdarî û dîsa jî xwekuştina ji bo berjewendiyên ên din, lê vê care ji mîrasa tecrubeyên 29 serhildanên kurdan û şaştiyên dîrokî kurdan ders wergirtibûn.
Gelê Kurd mîna hevparên welatê xwe daketin kolanan û li hember binpêkirinên salan ên rejîma Baasê azadî qêriyan. Her roja înê di bin nav û dirûşmeyeke cûda ya azadiyê gel dadiket qada Azadiyê û meşên xwe li dar dixistin. Lê ji gelê Suriyê cudatir kurdan şoreşa xwe bi rêve birin. Tenê li ber dirûşmeyan ranewestiyan û yekser alterrnatîfa rejîmê û desthildariya wê li herêmê hat sazkirin. Ew jî komîn û meclîsên gel bûn.
Li Kobanê şeva 19’ê Tirmehê
Di 23`ê Sibata 2012`an de civîna yekemîn a damezrandina Meclîsa Gel a Kobanê hat li darxistin û bi vê re jî xebatên rêxistinkirina civakeke komînal dest pê kirin.
Li ber van jî, hêdî hêdî li ser psîkolojiya civakeke ji rêvebirina herêma xwe hatiye mahrûmkirin xebat hat meşandin. Jin û ciwanên ku di nava civakê de hatibûn bê dengkirin destpêkê hatin rêxistinkirin û perwedekirin. Bi wê re hemwext ji bo gel li zimanê zikmakî vegere, Saziya Zimanê Kurdî hat avakirin û perwerdeya bi Kurdî dest pê kir.
Wisa heya dema derxistina bermahiyên rejîmê ji herêmê hat. Roja 19`ê Tîrmehê li Avahiya rêvebirina aloziya Suriyê teqîn pêk hat û gelek endamên desthildariya rejîmê hatin kuştin. Vê re li herêmê yekser Artêşa Azad dest danî ser hemû deverên bakurê Suriyê yên girêdayî Helebê û gelek deverên din. Beriya ew bigihêjin herêmên kurdan, gelê Kobanê di şeva 19`ê Tîrmehê de bermahiyên rejîmê dest danîn ser û azadkirina herêma xwe ji rejîma Baasê îlan kirin.
Piştî 19`ê Tîrmehê hemû Saziyên herêmê serbest dest bi xebatên xwe kirin û karên xwe firehtir kirin.
Di altirnatîfa artêşa Suriyê YPG`ê hat îlankirin
Di 19`ê Tîrmeha 2012`an ango di heman roja şoreşa Rojava re hêza leşkerî weke Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê îlan dike. Yekemîn tabûra wan yekîneyan di 14`ê Îlona 2012`an bi navê “Tabûra Şehîd Çekdar” û tabûra 3`yemîn jî li herêma Kobanê bi navê “Tabûra Şehîd Sadiq Kobanê” hatin ragihandin. Li ber wê jî ji bo parastina di hundir bajar de Hêzên asayîşê tên avakirin.
Dîsa jî rêxistinên civakî, abûrî, siyasî, sandîqeyên her pîşeyan, komeleyê xêrxwaz û hwd di bin sîwana TEV-DEM`ê de hatin çêkirin.
Êrîşên siyasî û leşkerî
Mîna ku di cewherê şeran de rêgeza sereke ew e ku, bi her xetmandineke siyasî êdî rê li pêşiya şerekî çekdarî tê vekirin, li Rojava jî bi wî rengî bû.
Di nava sala yekem a şoreşê de gel xwe bi rêxistin kir û herdu hêzên parastina hundirîn Asayîş û derve YPG`ê hatin xurtkirin. Di yekemîn salvegera şoreşê re di 18`ê Tîrmeha 2013`an de Dewleta Tirkiyê, bi riya deriyê sînor ê bi Til Ebyedê(Girê spî) re Akçakela, di seatên êvarê bi awayekî veşartî, 4 tirimpêlên bi cûreyên cûda yên çekan barkirî, ji Cebhet El Nusre û DAIŞ`ê re şandin. Çeteyan bi wê re êrîşî taxên Kurdan ên li Girê Spî û gundên wê kirin û di 20`ê Tîrmehê de êrîşî rojhilatê Kobanê kirin.
Di heman rojê de, çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di seatê serê sibehê de, bi sedan endamên Cehet El Nusre û DAIŞ`ê ji Tirkiyê derbasî bajarê Til Ebyedê bûn. Her wiha diyar kirin ku bi dehan tirimpêlên bi çeteyan barkirî ji bajarê Reqayê gihiştin bajêr.
Mehek nakevê navberê de dibin 2 enî
Di 4`ê Tebaxê de çeteyan dest bi êrîşên ser rojavayê herêmê kirin. Di wê demê de ji bajarokên Şêxlera jor û jêr êrîşî gundên rojavayê herêmê kirin.
Beriya her êrîşeke leşkerî civîneke li Tirkiyê
Êrîşan wisa dom kir heya 8`ê Adara 2014`an. Wê rojê li bajarê Dîlok ê Tirkiyê di navbera nunerên komên çete de civînek li dar dikeve. Piştî wê hêzên xwe ji derdora bajarê Heleb, Idilib, Hema û Homsê di bin çavdêriya hêzên rejîmê de dikişîne Kobanê û dest bi hemleyeke êrîşên nû kiribû.
Di 10`ê Adarê de komên çete yên DAIŞ`ê bajarê Minbijê ji artêşa Azad girt û bajarokê Sirîn ê ku 45 km dikeve başûrê herêma Kobanê kontrol kirin û ji wir destpêkê êrîşî enbarên genim ên Sirînê kirin û piştre eniyek li aliyê başûrê Kobanê re li hember herêmê vekirin.
Ew êrîş yekemîn êrîşa ku DAIŞ`ê li herêmê li ser navê xwe û bêyî bikaranîna navê ketîbeyên din ên Artêşa Azad û Cebhet El Nusrayê pêk anî.
Di 11`ê Adarê de jî DAIŞ bajaroka Şêxler a jorîn û pira Cereblusê ya ku 40 km dikeve rojavayî herêmê girtin.
Civîna Umanê
Di 1`ê Hizêrana 2014`an de li paytexta Urdun Umanê bi amadebûna nûnerên Amerîka, Îsraîl, Saudî Erebîstan, Tirkiyê, PDK`ê civînek hate darxistin. Li gora nûçeya Rojnameya Ozgur Gundemê di civînê de êrîşên DAIŞ`ê yên li ser Musilê û girtina bajar li wir hat plankirin. Ji xwe piştî civînê bi 7 rojan artêşa Îraqê Musil radestî DAIŞ`ê kir.
3 caran li Kobanê seferberî
Bi girtina Musilê re DAIŞ`ê êdî carnan bi giranî êrîşî deverên Kobanê dikir. Li vir seferberiya gel hatibû îlankirin. Bersiva bangê ne tenê ji aliyê kobaniyan lê ji aliyê kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Bakur û derveyî welat hat.
Li hember Kurdan madeyên kîmyewî hatin bikaranîn
Wê demê di 12`ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ`ê çekên kîmyewî ku ji Iraqê bi dest xistibûn, li hember şervanên YPG`ê li gundê Evdiko bi kar anîn, di encamê de 3 şervanan jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnên heya wê demê de 1519 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Piştgiriya Tirkiyê ji çeteyan re
Dewleta Tirkiyê ji destpêka êrîşan ve piştgirî da çeteyan. Sînor ji wan re vekirin, birîndarên wan li nexweşxaneyên xwe de derman kirin û çek û cebilxane didan çeteyan.
Di pêşvaçûnên vê dawiyê de balafirên keşfê Tirkiyê “Heron” li ser bargehên YPG`ê yên li rojhilatî herêmê geriyan.
Xwe li her derê ceribandin û ji hemû deverên din ên Suriyê zêdetir îsrar dixwestin Rojava dagir bikin. Ev tê wê wateyê ku hêza dihat ser herêmên me ne tenê hêzeke ku bi navê DAIŞ`ê xwe bi rêxistin kiriye û avakirina dewleteke îslamî armanc dike ye. Ew li pêşiya perdeyê xuya dikin, lê belê di bingeha xwe de şerê ku tê kirin şerekî sîstema hegemonîk, dagirker û desthiladar e.
Hemleya Hizêranê
Hizêranê de çeteyên DAIŞ`ê hemleyeke nû dest pê kirin. Vê ca ji aliyê rojava re dest bi êrîşa yekemîn kir.
Endama Fermandariya YPG`ê Meryem Kobanê diyar kir ku piştî çete di hemleya Hizêranê de bi bin ketin amadekariyên hemeleya Îlonê kirin û wisa pê de çû: “Piştî binketa operesyona Newrozê bi 3 mehan DAIŞ li bajaroka Şêxler a jorîn û jêrîn bi serjêkirin û gefxwarinê çend ketîbeyên Artêşa Azad teslîm girtin û wan bi hevre êrîşî Kobanê kirin û şerên Hizêranê dest pê kirin. Armanca wan di meha Hizêranê de yekser girtina Kobanê bû. Lê bi ser neketin û di tîrmehê de xwe careke din ceribandin. Vê ca di 2`ê Tîrmehê de ji aliyê rojava êrîşî gundê Zormixar ê ku li ser bajarê Cerablus û gelek gundên Kobanê hakime kirin. Li du wê re jî êrîşî rojhilat û başûrê herêmê, gundên evdiko, ebû sirê û hwd kirin. Wê demê amadekarî û planên operesyoneke bingehîn ji bo dagirkirina Kobanê dihatin hazirkirin”.
Pêwîstbû gel jiyana xwe li gorî şer amade bike
Dîsa jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah, êrîş dîtin û ji bo tevlîbûna berxwedanê banga seferberiyê kir. Li du wê re tevlîbûna gelê Bakurê Kurdistanê ji berxwedanê re çêbû. Bi sedan kes berê xwe dan Kobanê. Di 19`ê Tîrmehê de sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê hat rakirin.
Heya gelê bakur ê li ser sînorê Kobanê li gundê Ziyaretê derbarê tevgera çeteyan agahî didan şervanên YPG`ê. Li ber wê jî li Kobanê êdî gel jiyana xwe li gorî şer amade dikiri. Gel bê şer û ber tevlî refên YPG`ê bû.
Odeya Burkan El Furat îlan bû
Di yekemîn gava xwe de, li Suriyê hêzên leşkerî yên ji gelek aliyan tên gel hev û di bin yek sîwanekî de şer dikin. Ev bi Burkan El Furat re cara yekem pêk hat. Gelek ketîbe û tugayên Artêşa Azad li gel YPG`ê hatin gel hev û Odeya Opereyonan a Burkan EL Furat îlan kirin. Ew hêz li gel hev di hemû şerên Kobanê de amade bûn û li hember DAIŞ`ê şer kirin.
Ji bo pêkanîna 15`ê Ilonê gelek amadekarî kirin
Beriya operesyona dawî ya 15`ê îlonê DAIŞ li herêmê gelek amadekarî kirin. Gelek cih girtin û cebilxane kom kirin. Fermandar Kobanê derbarê amadekariyên DAIŞ`ê ji operesyona 15`ê Ilonê re ev agahî dan: “Piştî Musilê hewl dan ku berê xwe bidin Kurdistanê, ji başûr çend herêman bigrin û bên Rojava. Tugaya 93`an a Eyn Îsa ku gelek tang û cebilxane tê de hebûn girtin. Êrîşî Dêre zorê kirin. Vê carê berê xwe dan balafirgeha Tebqeyê. Di nava hefteyekê de ew jî girtin.
Piştî ew dever hemû girtin şerê xwe li hemû cihên din dan seknandin û êrîşî herêma Kobanê kirin. Hemû encamên şerên xwe yên li deverên cûda ji meha Hizêranê û vir ve, bi carekê di 15`ê Îlonê de anîn ser Kobanê. Di 15`ê îlonê jî dest bi operesyonê hate kirin.”
Şeva 15`ê Îlonê şerê giran dest pê kir. Di yek hemleyê de êrîşî gundê Nebo, Qizelî, Bîrkêtkê, Serzûrî û gundên din kirin. Dîsa jî di xeta sînorê Tirkiyê re jî xwestin ku têkevin û hêzên YPG`ê bixin çembera xwe de. Gundiyê Dinayik girtin û di biniya gundê Xanê de jî êrîşî gundê Serzûrî kirin.
Heman rojê êrîşî Xerûs, Kunheftar,Aşmê, Zêrik, Talik, Cadê û çend gundên din jî kirin. Beriya wê jî bi rojekê li eniya Ebû Sirê li Korik û Leqleqo jî pevçûn hebûn. Her wisa ji aliyê başûr bi çekên giran êrîşî gundê Xerûs dikirin.
DAIŞ li her 3 eniyê Kobanê dest bi êrîşan kir. Hedef û plane wan ew bû ku di çend rojan de bigihêjin navenda herêmê. Dema dest bi hemleya dawiyê kirin amadekariyên wan cidî bûn. Çekên giran û teknolojiya pêşketî di wir de bi kar anîn.
Tektîk û planên ku bi kar dianîn didan xuyakirin ku fikrandinên xwe li ser herêmê kur û fireh bûn. Ji bo derbasbûna Kobanê gelek lêhurbûnên wan ên kur çêbibûn. Naskirina erdnîgariyê diyar dike ku wan hema wisa bi çavkorî nehatine. Piştî şerên destpêkê dema ku nikaribûn bi rengê berê pêşve biketana tektîkên xwe guhertin. Hem bi teknolojiya, hejmareke zêde û bi tektîkekî nû êrîş kirin. Ev saleke xwe li ser tecrube dikin.
Lê berxwedana ku hat meşandin dîsa jî cihê rêzdariyê bû. Bi dehan şervan canê xwe kirin mertal û teslîmiyet û paşketin qebûl nekirin. Bi dehan çalakiyên fedaî pêk hatin. Arîn Mîrkan, Rêvana Kobanê û şehîdên Serzûrî mînakên herî ber bi çav ên vê berxwedanê bûn. Heya li hin cihan tang li ser cenazeyên ên re neçin qebûl nekirin paş bikevin. Mînaka wê jî Agirî, Zozan û Êrîş Kobanê yên ku ji çepera xwe derneket û şer kirin heya ku tang bi ser çepera wan re meşiya. Şervanên ku çûn û mayîn xistin bin tangan de hebûn.
Heya di nava vê berxwedanê de mirova bal nekşîne ser rola jin wê kêm bimîne. Berxwedana jin û tevlîbûna wê ji vê berxwedanê re rengekî din dan vî şerî. Jinên YPJ`ê kes neçû û berxwedan terk nekir. Li Serzûrî 6 jin bûn ji xwe di wir de jî diyar bibû wê çawa YPJ`ê mil bidin hevûdin û bi ruhekî fedaî tekoşînê bikin. Ji bo vê esas berxwedana ku hatiye nîşandan û heya niha jî didome ya jinê ye.
Piştî berxwedana 134 rojan ango 26’ê çile 2015’an Kobanê bi serket û çeteyên DAIŞ`ê ji bajar hatin derxistin. Yekser li du wê re jî êdî opereyona YPG`ê li bejahiya Kobanê dest pê bû.
Li bejahiyê, piştî ku gundên Kobanê bi dawî bûn gelê ereb bang li YPG`ê dikirin ku bên û gund û herêmên wan ji çeteyan rizgar bikin. Li ser banga wan bi dehan gund û deverên ku şêniyên xwe ereb in ji aliyê YPG`ê ve hatin rizgarkirin. Herî dawiyê jî di hemleya Şehîd Gelhat de bajarên Til Ebyed û Ên Îsa yên girêdayî Reqayê Paytexta DAIŞ`ê rizgar bûn.
Bi wê re jî atmosferê ku DAIŞ ava kiribû ku kes nikare li hember me li ber xwe bide şikest û têk çû.
Beriya berxwedana Kobanê û piştî wê
Dema Cenevera 2`emîn hat li darxistin û kurd weke hêzeke parêzvan û muxalif nehatin dîtin xeteriya herî mezin li wir derkete pêş.
Heqîqet nayê veşartin. Dibe ku li ser maseyan ji nedîtî ve bê û çav jê re bên girtin lê belê berxwedanî dikare qedera her tiştî biguhere her tiştê ku ne di waqii û li ser rastiyê be wê weke dîwarê ku ji berfê çêkirîbe bi derketina tavê re bihele. Cenever jî wisa bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Suriyê hin alî çûn li welatekî din civiyan û derheqê vî welatî de biryar girtin û muxatebên rast ên ku van şeran dimeşînin jî tê de nebûn.
Lê belê berxwedana Kobanê, destekdayîna hewayî ya Koalîsyona Navnetewî, serkeftina HDP`ê di hilbijartinên bakurê Kurdistanê ku pareke mezin jê vedigere serkeftina kobanê, dawetkirina nunerên YPG`ê, Rêveberiya xweser ji civînên muxalefetê re li Rusiya, Misir, Cenever û hwd bi xwe re anîn.
Li aliyekî din jî şerê ku hat meşandin kurd û hêza wan a parastinê bi hêz kirin û hişt ku tecrubeyên pir giran bên wergirtin. Kurd ji gelên din re bun cesaret û îsbat kirin ku dikarin bi îrade û felsefeya jiyana rast li hember her tiştî li ber xwe bidin. Stalîngirad şerê li hevpêçanê bû û li Kobanê jî ev şer hat meşandin. Gav bi gav berxwedan hat meşandin.
Ji nû ve avakirina kobanê
Çawa bajar hat rizgarkirin û gelê Kobanê dest bi vegera li welat kirin, di 29`ê Çileya 2015`an de li Qada Azadiyê biryara avakirina Desteya ji nû ve avakirina Kobanê hat girtin û ew dest bi hemû xebatên avakirina Kobanê erkdar bû.
Destpêkê ziyanên gihiştine herêmê hatin tesbîtkirin û li du wê re jî xebatên ji bo avakirinê di aliyê piratîk de ji aliyê Şaredariya Gel a Kobanê bi tirektorekê û 5 xebatkaran tevî destekdayîna Şaredariyên Bakurê Kurdistanê dest kirin û her çûn firehtir bûn. Li ber wan jî ji aliyê cîhanî ve jî deriyê alîkarîdayînê li pêşiya sazî û rêxistinên mirovahî yên cîhanî hat vekirin.
Li Amedê ji bo destekdayîna Kurdistanî konferansek hat lidaxistin û tê de biryara avakirina kordînesyona ji nû ve avakirina Kobanê hat girtin. Kordînesyon ji 15 kordînetoran ji her çar parrçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêk hat. Xebatên avakirinê dewrî wan hatin kirin.
Ji wê konferansê biryara destpêkirina kampaniyeke dayîna alîkariyê ji xebatên avakirinê re û lidarxistina konferanseke navnetewî ji bo destekdayîna cîhanî hatin girtin. Kampanî di bin diruşmeya “Bi filsekî be jî dest bidin Kobanê” dest pê bû û hîna jî didome. Di 1`ê Tîrmehê de jî konferansa navnetewî li Brukselê hat li darxistin.
Di vê navberê de vekirina riya di navbera herdu herêmên Rojava Cizîr û Kobanê alîkariyeke mezin di aliyê xwe têrkirin û jiyandinê da Kobanê. Dorpêça li ser herêmê piştî 2 salan li pey xwe dihêle rabû û nefesk hat kişandin.
Çav li deskeftiyan nehatin girtin, komkujiya gel pêk anîn
Di 25`ê Hizêrana 2015`an de car din hevkariya Tirkiyê ji DAIŞ`ê re ket meriyetê û bûn hevkarên êrîşa komkujiya kobanê. Wê rojê ji 3 aliyan ve êrîş bi armanca komkujiya gel, valakirina herêmê û dagirkirina wê pêk hatin. Welatiyê kobanî bûn qurbaniyên êrîşa DAIŞ`ê û Tirkiyê li ser Kobanê. 3 rojan şer dom kir. Bi saya alîkarîdayîn û piştgiriyeke mezin a gelê herêmê ji şervanên YPG`ê re 80 çete di nava bajar de hatin kuştin û cenazeyên wan ketin destê YPG`ê de û hejmarek ji wan dîsa jî di riya sînorê Tirkiyê reviyan Tirkiyê.
Tehdîdên mudaxeleyê
Bi êrîşê re hemwext rayedarên Dewleta Tirkiyê bi daxuyaniya gefa mudaxeleya leşkerî ji xaka Rojava re li hember avakirina dewleteke kurdî li herêmê xwarin.
Tirkiyê vekirina derî kêm kirin
Piştî êrîşa 25`ê Hizêranê Dewleta Tirkiyê roja vekirina deriyê Sînor ê Murşid Pînar li pêşiya vegera gel daxist 2 rojan û seatên wê hatin kêmkirin. Lê beramberî wê gelê kobanê di nava 18 rojan ji derbasbûna buyerê hejmarek heya 4 hezar kesî vegeriyan herêmê.
Kobanî û xweparastin
Piştî derbaskirina 2 tecrubeyên êrîşên giran niha kobanî hemû di nava kolanên xwe de bi mejiyê xweparastinê tevdigerin. Jiyana komînal a li ser hîmên hevpariya jiyanê pêk tê. Her kes ji aliyê xwe ve ji bo parastina her kesî amade ye. Rêxistina hevgirtina civakî piştî derbasbûna 3 salan li ser şoreşê hîna tê xurtkirin.
(EKÎP/ra)