Sê taxên Şengalê ji aliyê gêrîlla û pêşmergeyan ve hatin kontrolkirin
ŞENGAL/ROJNEWS Li gor zanyariyên RojNewsê heta niha 3 taxên Şengalê ketine destê gêrîllayên HPG, şervanên YPG û pêşmergeyan de. Li aliyê din jî balafirên hevpeymanê, navendên DAIŞ’ê yên li Şengalê bombebaran dikin.
Nûçegihanê RojNewsê ji Şengalê ragihand ku ji saetên sibehê ve li Şengalê şerekî dijwar di navbera hêzên hevbeş ên kurdî û çeteyên DAIŞ’ê de didome û wiha got: “Îro saet 08.00’an çeteyên DAIŞ’ê cihê ku gêrîlla û pêşmerge lê dimînin û di destê hêzên hevbeş de ye, dan ber hewanan. Di encama van êrişan de ti windahiyekî hêzên kurdî çênebûye. Li ser van êrişan, gêrîlla û pêşmergeyan bersiv dan û şer derket. Serê sibehê şerek dijwarî hebû. Lê niha şer car caran diqewime.”
Li gor agahdariyên nûçegihanê RojNewsê, heta niha 3 taxên Şengalê hatine rizgarkirin. Derbarê taxên hatine rizgakirin de wiha got: “Sê taxên Şengalê ji çeteyên DAIŞê hatine paqijkirin. Niha taxa Suka Serî, Berberoşk û Sîkê bi temamî di bin kontrola hêzên gêrîlla û pêşmergeyan de ne. Li taxa Hey Nasir şer didome û zêdetirî nîvê wê taxê jî di bin kontrola hêzên hevbeş ên kurdî de ye.”
Nûçegihanê RojNewsê diyar kir ku balafirên hevpeymanan jî baregehên DAIŞ’ê yên di nava Şengalê de bombebaran dikin.