Sêwana şanoya kurdî hat avakirin
EVRÎM KEPENEK
AMED (DÎHA) - Ji bo çareserkirina pirsgirêkên şanoya kurdî Meclîa Şanoya Kurdistan hat avakirin. Endama Koordînasyona Meclîsa Şanoya Kurdistanê Berfîn Emektar diyar kir ku ew naxwazin bibin parçeyek pergala kapîtaslîst. Derhênerê Şanoyê yê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firat Giyasetin Şehîr jî got ku heta niha karê şanoya kurdî bi awayeke belav û bêrêxistin dihat kirin û pêwîstî bi rêxistinekê hebû.
Ekîbên şanoyê yên paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê diparêzin li ser van rêgezan meclîs ava kirin. Meclîsê li ser rêgeza "Her cihê ku civak lê dijî dika şanoyê ye" ji xwe re esas girtin û armanca wan ew e ku li her derê şanoyê bi gel re bînin cem hev. Armanca meclîsê ew e ku destanên Kurdastanî, mîtolojî, efnase û çîrokên dîrokî yên çandî yên Kurdistanê li ser dika şanoyê bidin nasîn. Armancekî din a meclîsa şanoyê ew e ku koordînasyona di navbera komên şanoyê de pêk anîn e. Meclîs di heman de dê xebatên akademîk li ser şanoya kurdî bike û armanca wan ew e ku amademiyên şanoyê ava bikin e. Meclîs li gel xebatên çandê dê li Kurdistanê mihrîcanên şanoyê organîze bike.
17 komên şanoyê li Amedê bi civînekê hatin cem hev. Civîn di 3'yê tîrmehê de li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firat, Navenda Çandê ya Mezopotamya, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û komên şanoyê yên ji Dîlok, Agirî, Şirnex û Wêranşarê hatin tevlî civînê bûn. Di civînê de pirsgirêk û pêşniyarên li ser şanoya kurdî hatin nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de derket holê hewcehî bi rêxistinbûnekî nû heye. Ev yêk dê hem pirsgirêkên şanoyê çareser bike û hem jî dê pêşiya wan vebike. Li ser vê yêkê Meclîsa Şanoya Kurdistan hat avakirin. Di nava meclîsê de koordînasoya ji 7 kesan pêk tê.
'Em dikarin di çarçoveya pardigmaya xwe de bi komên din re bixebitin'
Endama Koordînasyona Meclîsa Şanoya Kurdistan Berfîn Emektar diyar kir ku demek dirêje dihizirin ku rêxistinekê di nava komên şanoyê de avabikin. Emektar got ku eger li hemû qadên civakê rêxistinbûnek hebe, divê şanoger jî rêxistinbûna xwe pêk bînin. Emektar da zanîn ku ew naxwazin bibin parçeyek pergala ku civakê parçe dike û wiha axivî: "Me dît ku tişta herî rast ji bo me li ser rêyek kolektîf rêxistinbûna xwe pêşxistin û xebata xwe li ser vê yêkê meşandin e." Emektar anî ziman ku ew dixwazin bi komên şanoyê yên li bajarê din re jî kar bikin û wiha got: "Em dikarin li di çarçoveya paradîgmaya xwe de li gel komên şanoyê yên din re jî bixebitin."
'Divê em şanoyê bi civakê re bikin yek'
Endamê Koordînasyona Meclîsa Şanoya Kurdistan Kemal Ulusoy jî diyar kir ku gelek pirsgirêkên şanoya kurdî yên teknîkî, hûnerî û rêxistinî hene û wiha got: "Ji ber wê jî hewcehî bi meclîsekê hebû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê têkilî di nava komên şanoyê de hebe. Da ku em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin û li ser pirsgirêkan hurbibin." Ulusoy da zanîn ku bi pêşketina teknolojiyê re şano lewaz bûye û wiha axivî: "Niha teknolojî ketiye hemû mal û gundan. Divê em jî tekiliyên xwe bi civakê re çêbikin û şanoyê bibin nava civakê." Ulusoy got ku divê ew ji gel re bêjin di jiyanê de şano heye.
Meclîsa Şanoya Kurdistanê ji bo hemû zimanan re vekiriye
Endamê Koordînasyona Meclîsa Şanoya Kurdistanê Yavuz Akkuzu jî destnîşan kir ku divê têkilî di nava şanogeran de hebe, ji bo ku alîkariyê bidin hev û wiha got: "Em dikarin di aliyê xebat, lîstikvan, derhêner û hemû qadên kar de alîkariyê bidin hev." Akkuzu anî ziman ku bi saya tekoşîna azadiyê pirsgirêka ziman nemaye, lê zimanê kurdî hêj di bin asîmîlasyonê de ye û taluk hêj berdewam dike. Akkuzu da zanîn ku ji bo ev taluke û pirsgirêk ji holê rabibe divê ew li ser çîrok û efsaneyên kurdî xebatên xwe bikin û van bi civaka kurdî re bînin cem hev. Akkuzu got ku dibe navê meclîsê "Meclîsa Şanoya Kurdistanê" be lê meclîsa wan ji komên din ên şanoyê re jî vekirine. Akkuzu daxuyand ku ji bo bikaribin hêsantir karê xwe bikin dê pêvajoyek fermî ji bo meclîsê avabikin.
'Pêwîstî bi rêxitinekî nû hebû'
Derhênerê Şanoyê yê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê Giyasetin Şehîr jî got ku heta niha karê şanoya kurdî bi awayek belav û bêrêxistin dihat kirin û wiha axivî: "Pêwîstî bi rêxitinekî nû heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan 'Meclîsa Şanoya Kurdistanê' ava kirin. Ev karek pir baş e."
(byt-ek/bd)