Sîdar Sakik jiyana xwe ji dest da
BDP: Sîdar Sakik xwe ji şaneşînê avêt û jiyana xwe ji dest da
Enqere - BDP’ê ragihand ku kurê Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, Sîdar Sakik di encama qeyranekê de xwe ji şaneşîna mala ku têde bû avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Giştî ya BDP’ê ve hat dayîn de wiha hat gotin; “Kurê Parlementerê me Birêz Sirri Kakik, Sîdar Sakik di encama qeyranekê de, xwe ji şaneşîna ku tevî xaniya ku tevî bavê xwe lê dijiya, avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.
BDP’ê nûçeyên din di çapemeniya Tirk de cih girtin derewand û diyar kir ku ew nûçe hemû derew û şaş in.
Piştî bûyerê, Nexweşxaneya Guven a ku Sîdar Sakik lê bû jî daxuyaniyek da. Serhekîmê giştî yê nexweşxaneyê got; “Kurê Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, Sîdar Sakik saet di 04.15 de anîne nexweşxaneya me. Ji ber ku ji cihek bilind ketibû, mixabin beriya bigihe nexweşxaneya me jiyana xwe ji dest dabû. Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Bi fermana dozger me cenaze şand Saziya Tiba Edlî.”
ANF NEWS AGENCY