Sînemaya kurd li Cegerxwînê geş dibe
11:37 10.12.2013 1 / 7 AMED (DÎHA) - Navenda Çanda Cegerxwîn li aliyekî xebatên çand û hunerê dimeşîne û ji aliyê din jî ji bo kesên ku bi hunerê re eleqedar dibin derfetên nû diafirîne. Mamosteyê Akademiya Hunerê ya Beşa Sînemayê İlhan Bakir anî ziman ku di xebatên çand û hunerê de hêza xwe ji çanda Rojhilata Navîn digirin û xwe ji nêrîna oryantalîst, pozîtîvîzma Rojava xilas bikin û li ser vî esasî sînema çêbikin.
Akademiya Cegerxwîn 4 sal in dest bi perwerdehiyê kiriye. Li vir 6 beşên akademiyê hene, yek ji wan jî beşa sînameyê ye. Taybetiyeke akademiya Cegerxwîn jî ew e ku hemû ders bi kurdî tên dayîn, dawiya hefteyê û nava hefteyê perwerdehî tên dayîn. Bi mulakatê xwendekar tên girtin û şertek jî ew e ku şagirt zaravayên kurdî bizanibin.
Di sînemayê de dersên cur bi cur
Li Akademiya Cegerxwîn perwerdehî 3 salan tê dayîn û mamosteyê Akademiya Hunerê ya Beşa Sînemayê İlhan Bakir wisa behsa dersên sînemayê kir: "Wek du salan ders dibînin, sala sêyem staj, tez, projeyê ye. Şagirt ji bo akademiyê biqedîne, mecbûre tezeke teorîk amade bike. Ya din jî gerek projeya belgefîlm an jî kurtefîlmekî amade bike û li hinek cîhan jî li ser vê mijarê staj bike. Em dixwazin di aliyê teorîk de bingehek xurt hebe. Em dersên civaknasî, dîrokê, wêne, felsefeyê didin. Dersên cur bi cur hene. Dersên bingehîn dersa senaryo, pevmebestin, dîroka sînemayê, derhêneriya dîmenê ne. Ji bilî vê fîlm xwendin û şîrovekirin, di dersa wêjeyê de çîrokên gelerî heye ji bo şagirt bikaribin ji çîrokên xwe sûd werbigirin."
'Bi civakê re girêdayî, karibin rastiyên civakê ragihînin'
Di salên dawî de di nav kurdan de eleqeya li hember hunera sînemayê her diçe zêdetir dibe. Li herêmê gelek fîlmên sînemayê tên kişandin û mamoste Îlhan Bakir da zanîn ku di fîlmên li ser kurdan tên çêkirin de di aliyê feraset û nêrînê de kêmasî hene û wiha pê de çû: "Bi çavekî oryantalîst nêzîk dibin. Em dixwazin di nêrîna hunerê, çêkirina sînemayê de ferasetekî rast bê çêkirin. Wek populer neyê dîtin, bi civakê re girêdayî, karibin rastiyên civakê ragihînin. Karibin bi awayekî rast bi gelê cîhanê re parve bikin. Hêza xwe jî ji erdnîgariya Kurdistanê, çanda xwe û çanda Rojhilata Navîn bigirin. Ji bo ku xwe karibin nêrîna oryantalîst, pozîtîvîzma Rojava xilas bikin û li ser vî esasî sînema çêbikin."
'Ev akademî di demek şûn de wekî ekolekî rê veke'
Bakir destnîşan kir ku hêdî hêdî berhemên şagirtên akademiyê yên li vir mezun bûne derdikevin holê û wiha got: "Akademiya Aram Tîgran jî heye, jixwe mamosteyên me hevpar in, ez wisa bawer im de ev akademî di demek şûn de wekî ekolekî rê veke."
Mamoste Bakir diyar kir ku kurd di aliyê mijaran de zehmetî nakişînin, her rojek kurdan wekî çîroka fîlmekî metrajdirêj e û wiha axivî: "Hem dîrok dewlemend e, hem erdnîgarî dewlemend e, hem bi salane têkoşîneke mezin tê dayîn. Ev hemû çîrokên xurt derxistine holê. Di demên dawî de li ser şerê Kurdistanê 2 fîlm hatin çêkirin, lê karakterê wan yê sereke herdu jî tirk in, tirkên spî ne ji Stenbolê tên. Em jî êşa xwe, kedera xwe bi çavê wan dibînin, em jî otooryantalîzmekî dijîn. Ev bandora lîberalîzmê ye."
Ya girîng ew e ku kurd karibin bi çavê xwe tiştan bibêjiin
Bakir anî ziman ku ya girîng ew e ku kurd karibin bi çavê xwe tiştan bibêjiin û wiha got: "Hem têkoşîneke mezin tê dayîn û hem jî bi dîrokê ve girê bidin. Ji bo sînemayê tişta herî girîng çîrok e û her gel rêbazeke wî ya çîrok gotinê heye. Gere vê jî ji xwe re bike bingeha sînemayê. Çand û wêjeya me jî pir dewlemend e, eger kurd jî rê û rêbazê çîrok gotinê, ya dengbêjiyê bikaribin ji sînemaya xwe re bikin bingeh, ez dibêjim dê sînemayeke pir xurt pêşbikeve.
'Huner nêrîneke xurt ya şîrovekirina civakê ye'
Bakir da zanîn ku huner nêrîneke xurt ya şîrovekirina civakê ye û wiha got: "Huner tena serê xwe ne tenê huner e. Huner yan jî sînema tenê ji bo kêfanînê nîne. Huner nêrîneke xurt ya şîrovekirina civakê ye. Huner nêrîneke xurt, giştî û ya civakê ye. Eger em di bingehê de têkiliya xurt bi civakê re nikaribe saz bike ew huner nikare tiştekî biafirîne. Ji ber wê jî bang li ciwanên me dikim bila werin akademiyê me perwerdehiyê bibînin."
Sînemayê dibin kolan, tax û gundan
Mamoste Bakir bilêv kir ku mirov gere sînemayê bibe, taxa, kolanan û gundan û wihag got: "Sînema ne nav di bînayan de be, ev huner xwe di wir de heps neke. Em dixwazin wek mînîbuseke biçûk de sînevîzyon, sîstema deng bar bikin û gund bi gund bigerin. Li wan deran fîlman bidin nîşandan, li wir kargehê çêbikin, bi wan re fîlm çêbikin. Eger em xwe li vir heps bikin, em nikarin tiştekî baş derxin.
Dîlan Toftîk ev du sal in li Akademiya Cegerxwînê perwerdehiya sînemayê dibîne û wiha behsa dersên sînemayê kir: "Em li vir bi giştî perwerdehiya sînemayê dibînin. Li pişt kamerayê çi heye, em giştî perwerdehiya wê dibînin. Em tevahiya dersan bi zimanê xwe dibînin. Em pratîkê dikin, sala çûyî me belgefîlmek kişand. Wek dawiya salê jî projeyên me yên giştî hene."
'Em dixwazin ji nû ve sînemaya kurd ava bikin'
Toftîk da zanîn ku di sînemaya kurdî de her tişt baş nehatiye rûniştandin û wiha got: "Em dixwazin ji nû ve sînemaya kurd ava bikin. Me rol û mîsyona ku li vir girtiye ser xwe pir girîng e. Eger sînemaya kurd çêbibe dê çawa be, em li vir vî tiştî baş hîn dibin. Bîrdoziyeke me heye, em li gorî wê bîrdoziyê sînemayekî ava dikin. Ji ber vê yekê rol û mîsyona akademiyê girîng e. Em êş û kulên civakê dizanin, em dibînin, me bi xwe jî kişandiye. Rastiyeke me heye, berxwedana me heye, gerek em di sînemayê de vê berxwedana xwe jî nîşan bidin. Em dixwazin jin di her qadê de xwe pêştir bixe û di sînemaya kurd jî jin bêtir zêde be û xwe pêş bixe. Ji ber ku fikir, raman, tevger û xwezaya jinê cuda ye. Em dixwazin vê cudabûnê di nav sînemaya kurd de jî bibînin."
Mehmet Tanrikulu di beşa sînemayê pola yekemîn de dixwîne û diyar kir ku sînema hunereke girîng e û bandoreke girseyî li ser mirovan çêdike û bang li ciwanan kir ku li vir ji bo sînemayê derfet hene û bila ciwan werin perwerdehiya sînemayê bibînin.
(mc-ça)