1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Sînemeya kurd dê bi kurdî be
Sînemeya kurd dê bi kurdî be,sînemeya,kurd,dê,bi,kurdî,be

Sînemeya kurd dê bi kurdî be

Sînemeya kurd dê bi zimanê xwe derkeve pêşberî temaşevanan

A+ A-

İBRAHİM AÇIKYER - ENQERE - ANF Kurdên ku xwedî nasnameyeke wêjeya dewlemend û qedîmin, di salen dawî de lêgerîn û heyecana wan ya cuda a hunerê heye. Civaka Lêkolîna Sînemeya Kurd ku di nava lêgerîna pêşvebirina sînemeya kurd ya bi zimanê xwe û rengê xwe de ye, armancên wan yê bi îdia hene.

Perspektîfeke din ya vê lêgerînê jî eve ku dişibe Civaka Lêkolînê ya Sînemeya Kurd a di bin bana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî. Ev civak di cotmeha 2012’an de li Stenbolê hat avakirin. Civaka ku ji 10 kesan pêk dihat di meha sibatê de bi awayekî rêk û pêk di bin navê ÎBV de xwepêşendanan nîşan didin. Xwepêşendan tenê bi armanca temaşekirinê nîşan dan.

Derhêner Mîzgîn Mujde Arslan û Muhammet Gozutok proje, pêşeroj û temaşekirina sinemaya kurd axivîn.

Mizgîn Mujde Arslan got piştî fîlmê ‘Dema Hespên Serxweş’ yê derhênerê kurd Chobadî xelata Cannesê girt şûnde sînemaya kurd bilind bû û wiha got:“Sînemeya kurd ji ber êşên mezin ji sînemayên din cudaye.kurd ji bo çand û zimanê we sînemayê çêdikin. Şox û şenx di sînemaya kurd de li pişt dibîme. Ji ber vê jî her tim zext û zardariyên liser kurdan tên vegotin.

DESTPÊKÊ XEBATÊN SAHAYÊ PIŞTRE YÊ PLATFORMÊ

Armanca hatina me ya ba hev eve ku, bi bandora vê ji xebatên akademîk pêk hat. Ez û Muhammed xwendekarên doktorayê ne. Dixwazim teza xwe li ser sînemaya kurd binivîsim. Muhammed di qada felsefê de dike. lê em hema hema ji heman pirsan re li bersivê digerin. Hevalên me yên din jî hene. Me dest pêkê xwest xebatên sahayê bimeşînin û piştre jî platformekî ava bikin. Me her bi nîşandana fîlman dest pê kir. Welatî hefteyê du rojan fîlmên kurd temaşe dikir. Ev fîlm ji xwe ji bilî mîhrîcanan nedihat nîşandan. Armanca me eve ku em gel bi sînemaya kurd bidin nasîn. Em tenê bi nîşandana fîlm sînor namînin. Di heman demê de em der barê fîlmê de jî kurdî pêşendanê dikin.”

HEDEFÊN BI ÎDIA

Mizgîn destnîşan kir ku hedefên wan hene û got hêviya wan eve ku ev tevgera biçûk dê mezin be û wiha got: “Sînemaya kurd potanasiyela wê gelek zêde ye. Em dixwazin li Stenbolê mîhrîcana fîlmên kurdî çêbikin. Em dixwazin koveke sînemaya kurdî ya bi du zimanan kurdî û îngîlîzî derbixin. Ger îngîlîzî be dê sînemaya kurd li hemû cîhanê bê bihistin. Gelek fîlm tê çêkirin. Hinek gelek başin. Piranî ne başin. Ev nîqaş çiqas derkevin dê kalîte zêde be. Xerab baş em dixwazim pirsgirêka sînemaya kurd bidin nîqaşkirin. Divê efsaneyên dengbêj, çîrok û çanda devkî li sînemeyê bê zêdekirin. Ev dê çawa pêk were? Em vê mereq dikin. Dewlemendiyeke pir mezin heye lê vegotinên balkêş tunene. Ez û Muhammed bi hev re fîlman dikişînin. Emê berdewam jî bikin. Em dê fîlmên kurdî tên vegotin bikişînin û emê bibin parçeyek sînemeya krurdî.

MÊR SERDESTE

Mizgîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di azadiya gelê kurd de jin rola sereke dilîzin û got ew dixwazin di fîlman de jî zêdetir jinan vebêjin qeheremaniya wan vebêjin. Mîzgin got;di her qada civakê de serdetiya mêr heye û di sînemayê de jî heye. Lê derhênerên me yên jin yên wekê Berivan Binevş, Beri Shalmashi, Nuray Şahin, Ayşe Polat û Ozay Şahin hene.

Muhammed Gozutok jî diyar kir ku piştî nîşandana fîlman şûnde nirxandinên temaşevanan erênîne û bi perspektîfin. Gozutok wiha got: “Ji ber vê jî nîşandana fîlman hem di alî temaşekirinê de û hem jî di alî endamên civakê de erênî derbas bû. Piştgiriya bo civaka sînemaya kurd me kêfxweş dike. Dereng be jî kurdan sînema keşf kirin. Divê li dijî sînemayê empatî hebe û divê temaşevan bi qehremanê fîlm re empatiyê dayen. Di vî alî de dê kurd bi berxwedana kurdan û mafên hatine xespkirin de roleke girîng bilîze. Di salên 90’î de muzîka kurdî di pêşveçûna têkoşîna siyasî de rolek girîng lîst. Niha jî em dinêrin ku sînemayê roleke girîng daye ser milê xwe.

ELEQEYEK MEZIN DIBÎNE

Muhammet dsetnîşan kir ku wan wek civakê di du pertîyotên 15 hefteyê de biryara nîşandan fîlman girtiye û got: “Me ji 8’ê Sibatê heta 24’ê Gualnê di 16 hefteyan de 20 fîlmên kirn, 7 belgefîlm û 4 fîlmên metraja dirêj bi gitşî 31 fîlm nîşan dan. Em bi 9 dernêherên van fîlman, du lîstikvan û fîlmçêkêrekî re gotobêj çêkir. Gotobêj di Radyoya Yaşamê de hat weşandin.

em plan dikin ku xebatên atolyayê bimeşînin. Her wiha hevalên me yên di civaka me de perwerdehiya rojnamegeriyê dibînin, ji niha de bo kovara sinemaya kurd dixebtin. Em di dawiya vê salê de an jî serê salê de dê kovarê derbixin.”


Bêjeyên Miftehî