1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sînorê Kobanê di bin dorpêça leşker û polîsan de ye
Sînorê Kobanê di bin dorpêça leşker û polîsan de ye,sînorê,kobanê,di,bin,dorpêça,leşker,û,polîsan,de,ye

Sînorê Kobanê di bin dorpêça leşker û polîsan de ye

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Berî meşa li sînorê Kobanê ya ji bo salvegera Şoreşa Rojava pêk bê li sînorê gundê Alîzeran ê Pirsusê bi sedan leşker û polîs bi wesayîtên zirxî sînor dorpêçkirin.

Çalakiya konê nobetê yê li gundê Zaret û Zehrî yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ya "Piştevaniya bi Kantona Kobanê" di roja 11'an de berdewam dike. Çalakiya konê nobetê ya li gundê Xirbê Beranan a 5 rojan berdewam kir duh birin gundê Alîzeran. Konên nobetê di salvegera Şoreşa Rojava de li du nokteyan bi tevlîbûna welatiyan berdewam dike. Konê li gundê Alîzeran bi tevlîbûna hezaran welatiyên ji Wan, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Mêrsîn, Edene, Şirnex, Stenbol, Êlih, Mêrdîn û Amedê hatin gihişte asta herî jor. Berîkîna welatiyên ji bajarên derdorê didome û welatiyên dikevin qqadê bi sloganên "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Bijî Serok Apo" dimeşin. Bi sedan welatiyên Rojavayî ji bo welatiyên sînor pêşwazî bikin hatin ber riya hesin a li ser sînor.

Li qadê pîrozbahî bi coşeke mezin berdewam dike û polîs û leşkeran jî lî ser xeta sînor bi tanq, wesayîtên zirxî û TOMA'yan sînor dorpêç kirin. Li gundê Alîzeran sloganên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Rojava bilind dibin.

(bd)