Sîpan Hemo: Li Efrîn û Hesekê planên şer di dewrê de ne
SEYÎD EVRAN - EFRÎN/ANF Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo da xuyakirin ku li hemberî Efrîn û Hesekê planên şer ketine dewrê û destnîşan kir, ku hewl tê dayîn tevahiya kantonên Rojava bikşînin nava şer. Hemo got, "Tê xwestin, li Hesekê şerekî demdirêj, li Kobanê ji xwe dewam dike, li Efrînê jî bi Cephet El Nûsra re dixwazin şerekî demdirêj bidin destpêkirin. Planên bi vî rengî hene."
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo bersiv da pirsên ANF'ê.
Berxwedana Kobanê ket meha xwe ya sêyemîn, berxwedanê çi bi xwe re anîn?
Piştî serketina berxwedana Kobanê têkiliyeke mezin a gelê Cîhanê çêbû. Bi vê yekê gelê Kurd qedera xwe bi tîpên zêrîn nivîsand. Gelê kurd ku bi salan hatibû binerdkirin û bi batonê li ser hatibû girtin careke din jiyan dît û fermî bû. Bi berxwedana Kobanê re dîrokeke nû destpê kir. Berxwedana Kobanê bû berxwedana gelê Kurd a herî di cihê xwe de ye.
Di encama berxwedana Kobanê de li sedan welatan meşên piştgiriyê hatin lidarxistin û di şexsê Kobanê de piştgiriya hemû gelê Kurd hate pêşxistin. Ji ber van pêşketinan di serî de faşistên ereb û nîjadperest û dagirkerên Tirkiyê tengav û nerehet bûn. Di encama nerehetiya wan de Sûriyê, Îran û Tirkiyê xwestin li dijî destketiyên gelê Kurd ketin nava liv û tevgerê û dest bi komployên mezin kirine. Komploya wan di şexê Kobanê û Cizîrê de hate meşandin û bi komên çete yên ku navê Îslamê didin bikaranîn êrîşên mezin pêş xistin.
Encamên ji berxwedana Kobanê derketine, bandoreke çawa li ser hêzên herêmî û yên navneteweyî kiriye?
Şervanên gelê Kurd ku zêdeyî salekê ye li dijî çeteyan şer dikin, vê carê jî bersiveke tund dan û herêmên xwe parastin. Berxwedana Kobanê ne tenê li erdê lê belê vê carê eleqeyeke mezin a gelê cîhanê jî dît. Bi vê yekê pêşeroja gelê me hate destnîşankirin. Ji niha û pê ve eger pêşeroja Sûriyê diyar bû wê cihê kurdan zelal be.
Careke din jî xwestin bi navê hin tabûrên Artêşa Azad destketiyan bixin bin kontrola xwe. Dîsa jî hesabên wan têk çûn û diyar bû ku tenê şervanên YPG'ê û YPJ'ê dikarin bersivên tund bidin çeteyên DAIŞ'ê.
Hin hêz ji pêşketinên li herêmê tengav in û dixwazin berxwedanê berevajî bikin. Ev çi hêz in û plan û armancên wan çi ne?
Vê carê jî dixwazin planên din pêş bixînin, dixwazin li dijî Efrîn û Cizîrê şer pêş bixînin. Her wiha ji raya giştî re bidin nîşandan ku gelê Kurd ne şerê ‘teroran’ dikin, lê belê şerê gelê Sûriyê dikin. YPG'ê û hemû gelê Kurd ji cîhanê re isbat kir ku gelê Kurd xwedî helwest e û alîgirê çareserkirina demokratîk a Sûriyê ye.
Lê mixabin tişta li Sûriyê tê kirin, heman tiştên rêjîma Baas in û ne dixizmeta gel de ne, tevî hemû nakokiyan em wekî YPG'ê her dem amade ne li kêleka hemû aliyên ku dixwazin Sûriyeke demokratîk û azad ava bikin bisekinin.
Em tekoşîneka demokratîk û jiyana hevbeş a Sûriyê didim meşandin, tekoşîna me ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ye. Gelek aliyên ku naxwazin Sûriyeke demokratîk pêş bikeve, û li dijî têkoşîna demkratîk derdikevin hene.
Dewleta Tirkiyê hêza yekemîn a li dijî tekoşîna gelê Rojava derdikeve. Tirkiyê di hemû êrîş û planan de cih xwe girtiye û herî dawî jî di şexsê Kobanê de êrîş pêşxistin û piştgiriya DAIŞ'ê kir. Niha li Tirkiyê gelek kampên ku çeteyên DAIŞ'ê têde têne perwerdekirin hene. Çete ji vir ji bo şerê gelê Rojavayê Kurdistanê bikin, têne şandin. Kampên wan li Antakya, Dîlokê û Kilis jî hene. Niha DAIŞ'ê li Tirkiyê pir xurt bûye. Çeteyên DAIŞ'ê êdî dikare inasanan ji wir birevîne û li gorî xwe ceza bike. Mînaka wê jî DAIŞ'ê ciwanek ji Kilisê revandin û anîn herêma Babê ya Helebê. Çeteyan ew ciwan li wir li gorî xwe dadgeh kirin û niha li gel wan girtiye. Ev yek diyar dike ku DAIŞ'ê li Tirkiyê pir hakim bûye û dikare mirovan ji wir birevîne.
Ev yek diyar dike ku pişgiriya Tirkiyê bi DAIŞ'ê re pir zêde û zelal e. Niha jî û di çarçoveya planên xwe de dixwazin li derdora Helebê hêzên baş û demokratîk ên Sûriyê tesfiye bikin. Girûpên wekî Cemal Merûf û Hereket Hezim ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve dihate qebûlkirin û pişgiriya wan dihate kirin.
Di rêya Cebhet El-Nusera û girûpên tundrew ên piştgiriya wan dikin şerê van girûpan pêşxistin. Ev yek di berjewendiyê Dewleta Tirk de hatiye kirin. Tirkiyê dixwaze li herêmê tu hêzeke demokratîk nîn be û tu kesên ku behsa biratî û wekheviyê dike nemîne. Tirkiyê ji bo piştgiriya komên ku li dijî gelê Sûriyê tevdigerin û tundiyê li herêmê pêşdixin, amdeye.
Di van planan de roleke mezin a rejîma Sûriyê jî heye. Bi vê yekê rejîma Sûriyê dixwaze ji hêzên navneteweyî re bêje ji bilî hêzên tundrew tu hêz nîne ku pişggiriya wan bê kirin. Rejîm temenê xwe dirêj dike. Bi vê yekê Sûiryê dixwest peyamê bide cîhanê ku ev hêz cihê metirsiyê ne, aramca wan jî parastina rêjîma xwe ye. Sûriyê di vê yekê de heta radeyekê biser ketiye jî. Em li ser erdê jî dibînin ku rêjîma Sûriyê rê ji komên çete re vekiriye û alîkariya wan dike. Rêjîm dixwaze bi vê yekê here hilbijartinên 2 alî, aliyek hêzên tundrew in û aliyekî din rejîm bi xwe ye. Li ser vî esasî ev 3 meh in hemleya tunekirina girûpên artêşa azad dane destpêkirin. Cebhet El-Nusra û alîgirên wan li dijî koman bikaranîn û wan bi rastî ji holê rakirin. Rejîma Sûriyê jî bi vê yekê gelekî kêfxweşe ji ber ku tu carî dê DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusera neyên qebûlkirin û nebin antirnatîfên wan.
Wekî encameke van planan li Helebê û Idlibê tevgerek dibe. Gelo faktorên van tevgeranan kîne û armancên wan çine?
Gurûpên Artêşa Azad ku ji holê hatin rakirin bi rastî anternatîfên rejîmê bûn. Niha ev anternatîf ji holê hatine rakirin. Bi vê ve girêdayî hêzên rejîmê êrîşên mezin li Helebê dane destpêkirin û li Henderat û Lêremûn êrîş pêk anîn.
Di heman demê de li Hesekê jî dixwazin planekî bidin çêkirin. Piştî ku hêzên YPG'ê bajar ji komên çete paqij kirin û aramî li herêmê dan çêkirin. Di vê demê de hin komên ku xwe wekî Artêşa Azad binav dikin û li gorî berjewendiyên DAIŞ'ê tevdigerin xistine tevgerê. Ne dûre Dewlet xwe bi rengekî ji rengan ji Hesekê vekşîne û hêza gelê kurd a Cizîrê li wê derê bixin şerekî kûr. Ji xwe li Kobanê şerekî kûr heye. Di hemen demê de li Efrînê jî El-Nusra bi kurdan re bidin şerkirin û bi vê yekê her sê kantonên Rojava têxin nava şerekî kûr û dûr de.
Helwesta we wekî YPG'ê li beranberî van planan çi ye?
Hêzên demokratîk û xêr xwaz ji van şeran tu fayde nagirn, ev şer di xizmeta istixbaratên Sûriyê, Îran û Tirkiyê tê meşandin. Şerê li Nubul û Zehrai jî di çarçoveya van planan de ye û nûçeyên ku dibêjin YPG'ê pişgiriya rêjîmê di Nubul û Zehrai dikin ji rastiyê dûr in. Ya rast em dixwazin li seranserî Sûriyê komên baş hebin û bêne xurtkirin. Bi vê yekê ev hêz li hember çeteyan şer bikin û pêşeroja Sûriyê demokratîk û wekhev diyar bike. Em dixwazin rêjîm bi temamî were guhertin û rêjîmeke demokratîk ku her kes cihê xwe têde bigere bê avakirin.
Di vê demê de em wekî YPG'ê bi tu awayî pişgiriya rejîmê nakin. Em piştgiriya aliyê din jî nakin. Lê em ê di herêma xwe de erka xwe ya parastinê bi hêz bikin û derxînin asta herî jor. Wekî diyar dibe planên mezin hene.
Careke din ez dibêjim ku em ji bo têkiliya demokratîk a li ser esasê biratiyê amadene ku bi hemû aliyan re têkilyan dînin, lê ji bo parastina herêmên xwe jî em di asta herî jor a amedekariyê de ne û em ê gelê xwe biparêz in. Çi li bajarokên Nubul û Zehrai dibe û çawa ji aliyê raya giştî ve tê şopandin?
Komên tundrew ku El-Nusra serkêşiya wan dikin bi hinceta ku zextê li rejîmê bikin û pêşnekeve xwe komî serhev kirine û êrşî bajarokên Nubil û Zehrea ku pêkhateyên wan şîa ne kirin. Êrîşên li dijî Nubul û Zehra derewin û ne dicihê xwe de ne. Şerê li van cihan rojekê dewam kir, bi vê yekê jî propogendayek mezin li dijî gelê kurd pêşxistin û gelek derew di çapemeniyê de derxistin.
Eşkere bû ye ku hêzên em behsa wan dikin bi vê yekê dixwazin êrîşekê yanî jî embaroyekê nû li ser Efrînê pêş bixînin. Ev êrîş ji aliyê istixbaratên herêmî ve têne kirin. Eger êrîşên li ser Nubul û Zehrai ne derbana wê rê ji rêjîmê re venekiribana û hêzên xwe ji Helebê ne dikşandin. Yanî ev çaw dibe li Nublê dixînin û Helebê rê ji rêjîmê re vedikin. Ev plane da ku êrîşên xwe li dijî gelê kurd pêşbixin.
Çi sîstema ku ji aliyê DAIŞ û El-Nusra were avakirina xetereke herî mezin li ser gelê Sûriyê tîne. Mixabin niha televizyona Oryêntê jî di nav de hêzên ku dibêjim em muxalifên Sûriyê ne di nava van planan de cihê xwe digirin. Wer duxye ku feramandarên wan ji wan dixwazin û ew neçarin li gorî wan tevbigerin.
Hûn wekî YPG'ê rewşê çawa dinirxînin û amadekariyên we di çi astê de ne?
Bila her kes bizanin ku eger êrîşên nû li Efrînê pêk hatin, bêguman dê wekî Kobanê nebin, gelê Efrînê jî xwe ji hemû rewşan re xwe amade kiriye. Kobanê di destpêka xwe de bû Rojava, Kurdistan û di dawiyê de bû hemû cîhan. Hêzên ku êrîşî Kobanê kirine, baş fam kirin ku li dijî kê şer dikin. Ên niha jî dixwazin êrîşî Efrînê jî bikin bila baş bizanin gelê Efrînê çiye û wê hesabê xwe bibînin. Hêzên piştgiriya wan jî dikin baş dizanin. Bê guman di her komployekê de gelê me bi ser diket û hêza xwe mestir û firehtir dikin.
Bêguman em ê jî wekî YPG'ê erka xwe pêk bînin û bi awayekî mezin bersiva hemû cureyên êrîşan bidin, lê pêwîste gelê me û di serî de ciwan li kêleka hêzên me bisekirin û di erka parstinê de cih bigrin. Erka parastinê li ser milê her kesî ye û wê gelê me bê teredid parastina herêmê xwe bike û avakirin û inşakirina saziyên xwe dewam bike.