1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Sîstema Federasyona Demokratîk dikare pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike'
'Sîstema Federasyona Demokratîk dikare pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike',sîstema,federasyona,demokratîk,dikare,pirsgirêkên,sûriyeyê,çareser,bike

'Sîstema Federasyona Demokratîk dikare pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike'

Serokê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Enver Çavîş diyar kir, projeya feerasyonê li ser bingeha pêwîstiyên gel hatiye amadekirin û destnîşan kir, ku li gorî tecrûbeyên wan, sîstema federasyona demokratîk wê hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike

A+ A-

SERÊKANIYE - MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ

Serokê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Enver Çavîş diyar kir, projeya feerasyonê li ser bingeha pêwîstiyên gel hatiye amadekirin û destnîşan kir, ku li gorî tecrûbeyên wan, sîstema federasyona demokratîk wê hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike.

Serokê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Enver Çavîş (Ebû Azam) pêngava Minbicê, sîstema federasyona demomkratîk û salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji ANF'ê re nirxand.

DI DEMEKE NÊZ DE WÊ MINBIC AZAD BIBE

Çavîş da xuakirin, ku ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê azad bibe, ev demeke dirêj e li dijî çeteyan têkoşîn tê meşandin û got, "Ev têkoşîn ne bi Minbicê destpê kir, ne jî bi Minbicê diqede. Ev karê pêvajoyekê ye û dewam dike. Em hêvîdar in wê Meclîsa Leşkerî a Minbicê, YPG, YPJ, QSD û hêzên destekê didin wan, demek ji ya din zûtir herêmê ji terora DAIŞ'ê paqij bikin û gelê li herêmê azad bikin. Em bawerin, azadiya Minbicê nêz e. Gel wê ji zilma DAIŞ'ê rizgar bibe û bêhn were ber."

'FEDERASYONA PARÇEKIRINA SÛRIYEYÊ NÎNE'

Çavîş li ser mijara Federasyona Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê, ev nirxandin kir: "Projeya Feerasyonê ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê, li ser bingeha daxwaz û pêwîstiyên gelên herêmê hat amadekirin. Ev rêziknameya hatiye amadekirin wê bi nêrîn û pêşniyarên gel, zelal bibe. Di pêşnûmeya hatiye amadekirin de glek xalên cidî yên demokratîk û azadîparêz hene. Û ev yek wê azadiya demokratîk bide gelên li herêmê. Hin hêz û derdor, bi rengekî berevajî rastiyan, hewl diidn federalîzma demokratîk reş bikin. Weke gelên li herêmê dijîn, me bi ragihandina vîneke hevpar dest bi rêxistinbûneke bi vî rengî kirin. Ez vê yekê bêjim; bi kîjan rengî dibe bila bibe, ev proje îlana dewletekê yan jî parçekirina Sûriyeyê nîne."

Çavîş destnîşan kir, ku ev proje projeyeke civakî ye û got, "Tê wateya çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê û ragihandina jiyana bi hev re ya gelên li Sûriyeyê ye. Di bingeha sîstema federalîzma demokratîk de vîn û hêza gel hene. Xebatên li ser hevpeymana civakî, bi rengekî bersivê bidin daxwazên civakî, dewam dikin. Lê belê xala bingehîn ew e; ev hevpyemana civakî xwe dispêre vîn û hêza gel. Piştî ku pêşnûmeya hatiye amadekirin ji aliyê gel ve hat erêkirin, em ê hewl bidin bi rêya vê yekê hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin."

'SÎSTEMA FEDERASYONA DEMOKRATÎK DIKARE BIBE ÇARESERÎ JI HEMÛ PIRSGIRKÊN LI SÛRIYEYÊ RE'

Serokê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Enver Çavîş da zanîn, ku îro li gelek welatên xwe pêşverû pênase dikin, bi sîstema federalîzmê tên birêvebirin û ev tespît kir: "Em jî di wê baweriyê de ne, ku sîstema federal a demokratîk ji bo hemû gelên Sûriyeyê rêya çareseriya rasteqîn e. Lewma me ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê dest bi bicihanîna vê projeyê kirin û em ê li tevahiya Sûriyeyê belav bikin. Tecrûbeyên me yên ji Xweseriya Demokratîk nîşan dan, ku li ser bingeha azadî û demokrasiyê, em dikarin bi hev re bijîn. Sîstema Federasyona Demokratîk a em niha li se dixebitin, ji gelek sîstemên federal ê li cîhanê bêhtir pêşverû û demokratîk e. Em vê yekê bi tenê bi gotinê bilêv nakin. Sîstema me ya federasyona demokratîk xwe dispêre tevlîbûna gel û daxwazên demokratîk ê gel."

Çavîş destnîşan kir, ku ji ber ev projeya wan a federasyona demokratîk li ser bingeha rastiya gel û daxwazên demokratîk derket holê, gel xwedî lê derdikeve û weke siberoja xwe ya azad dibîne.

'LI KOBANÊ HÊZA BERXWEDANÊ Û JINÊ DEKET HOLÊ'

Li ser salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku çirûska wê ya destpêkê li Kobanê vêket, Çavîş ev nirxandin kir:

"Pêwîste her kes vê yekê baş zanibe. Şoreşa 19'ê Tîrmehê û şerê Kobanê şerekî dîrokî bû. Ji ber vê yekê rol û hêza jinê bi awayekî zelal derket holê. Ji bo bi ser xistina vê şoreşê û dewamkirina serketinan, divê em dest bidin hev û hemû derfetên xwe seferber bikin. Ji ber ku serketin a me ye. Divê her kes cihê xwe di nava vê demê de bigire û bi hêza serketinê tevlî bibe.

Girîng e neyê ji bîrkirin, hemû destketiyên şoreşa Rojava bi ked û xwîna şehîdan afirîn. Li her bihosta xaka me, xwîn û keda şehîdên me hene. Em hêvîdar in hemû gelên Sûriyeyê vegerin welatê xwe û cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin. Her wiha em li bendê ne ku di avakirina civakeke nû de jî cih bigirin. Eger bi vî rengî nebe, wê nikaribe xwe weke Sûriyeyî bide naskirin. Eger bi vî rengî nebe, ev welat wê nikaribe bê avakirin."