Sîstema trafîka Kobanê tê rûniştandin
ALJÎN HEMOKOBANE-POLÎSEN-TRAFIKE-1
KOBANÊ – Li Kantona Kobanê sîstema trafîkê ku demek beriya niha hatibû destpêkirin, bi alîkariya Trafîka Kantona Cizîrê tê rûniştandin.
Bi vegera gel re li Kantona Kobanê zindîbûna li nava bajar jî zêdetir dibe. Lewre ji bo ku pêşî li aloziyan bê girtin, pêdiviya sîstema trafîkê bûye yek ji karên pêşîn.
Ji bo pêşwazîkirina vê pêdiviyê jî Asayîşa Kobanê demek beriya niha xebatên avakirina miduriyeta polîsên trafîkê dabûn destpêkirin û bingehek ava kir. Niha jî bi alîkariya Trafîka Kantona Cizîrê tê plankirin ku sîstema trafîkê li kantonê bê rûniştandin.
Bi vê armancê 15 endamên trafîka Kobanê li Kantona Cizîrê tevlî perwerdeyê hatin kirin. Ji Kantona Cizîrê jî wê 12 endamên trafîkê bînin Kobanê da ku tecrubeyên xwe parve bikin. Ji van 12 endaman wê 6 kes li navenda bajar, 6 kes jî li Girê Sipî bêne bicîhkirin. KOBANE-POLÎSEN-TRAFIKE-4
Endamê Rêveberiya Polîsên Tirafîkê yê Kantona Cizîrê Cemîl Yusif diyar kir ku ji bo ku sîstema tirafîkê li Kantona Kobanê were runiştandin pêdivî bi perwerdekirinê heye. Cemîl Yusif da zanîn ku wan li ser daxwaza Rêveberiya Polîsên Tirafîkê ya Kantona Kobanê wan ev xebat daye destpêkirin.
Yusif anî ziman ku li Kobanê liv û tevgera gel zêdetir dibe, lewre pêwîstiya wan bi zêdekirina endamên polîsên tirafîkê heye.
Cemîl Yusif got ku ew ê di çarçoveya xebatan de hemû tirimpêl û motoskletan qeyd bikin û ji welatiyan xwest ku tirimpêlên xwe qeyd bikin.
ANHA