Sûcekî bi navê 'Berxwedana bêdeng a giştî' heye!
Binpêkirinên li Girtîgeha Şakran her diçe zêde dibin. Bi îdîaya "li hemberî îdareyeê bigiştî berxwendena bêndeng kirin, bêarmanc surd û slogan berzkirin" derbarê 150 girtiyan re bi dema çavderiyê salek cezayê dîsîplînê yê name şandinê, telefon û telgrafbûnê hate dayîn.
Li Girtîgeha Şakranê her tim bi binpêkirinên mafên mirovan di rojevê de cihê xwe digire û herî dawî li hemberî binpêkirinan girtiyên jin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Li Girtîgeha Şakranê êdî bêdengî jî sûc e. Girtiyê bi navê Abdullah Nas têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê dijîn ji DÎHA'yê re name şand û diyar kir ku li girtîgehê gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk tên. Nas, anî ziman ku nûçeyên derbarê binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê tên çêkirin de tu bandorê li rayedarên girtîgehê nakin û ji helwesta wan tu guherîn çênebûn e. Nas, da zanîn ku girtîgeh her roj bi awayekî pergalî li ser girtiyan zextan pêk tîne. Nas, bilêv kir ku 9 meh berê ji girtîgehên herêmê bi fermana Wezareta Dadê ji Girtîgeha Şakranê re hatin sirgûnkirin û wiha got: "Niha li blokên T3, T4 hevalên me yên jin ji binpêkirina nerihet in. Li vir tu rêzikname û giştname nayên bikaranîn. Me xwe di nav tecrîdekî giran de dît. Li girtîgehên berê em lê diman me bi hevalên xwe re li qadên hevpar sohbet dikir, spor û bernameyên çandî me li qadan hevpar pêk tînan. Ev di giştînameyên de weke mafên girtiyan in. Me gelek caran ji bo wan bikar bînin me serlêdan kir. Lê her tim serlêdanên me hatin redkirin. Me gelek caran serlêdanên sûc kirin lê her tim Serdozgeriya Komarê weke berê biryara ji lêpirsînê re guncav nîn e da."
Ji 150 girtiyan re cezayê ji ragihandê bêpar da
Nas, diyar kir ku armanca wan ew e ku mafên di giştînameyan hatin nasîn ji wan re bên dayîn e û dema gardiyan mazgalê vedikin teblîgata cezayê dîsîplînê yê nû ji wan re tîne û wiha pê de çû: "Bi îdîaya 'Li hemberî îdareyê bi giştî di nava berxwedana bêndengî de cih girtin, bê armanca surd xwendin û slogan berzkirin' derbarê 150 girtiyan de bi dema çavdêriyê salek cezayê disîplînê yê name neşandin, telefon û telgrafê hate dayîn. Malbatên me hemûyan li Kurdistanê ye û ji ber vê yek em dernakevin hevdîtinan û tenê em bi telefonê bi malbatên xwe re diaxwivin. Lê niha em di nava tecîrdê de tecrîdê dijîn. Rêveberiya girtîgehê bi vê yekê name. Hevalên me yên divê tahliye bibin bi cezayên dîsîplînê dîl tên girtin. Niha hevalên me yên Şerîf Yaman û Omer Turgut wisa ne. Hevalên me nayên tahliyekirin. Gelek hevalên me yên dema wan nêzîk dibe jî bi wî şiklî nayên tahliyekirin. Disa hevalên me yên cezayê wan di bin salekê de ne ji bo biçin girtîgehên navçeyan bi hinceta cezayê dîsîplînê serlêdanên wan tên redkirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ji ber pêvajoya diyalogê em hinek bêdeng man. Roja heyeta yekemîn çû Îmraliyê hevalên me hatin darpkirin. Niha derve li ser navê çarseriyê û aştiyê rewşek baş heye lê hûndir? Hevalên me yên tên darpkirin ji bo Komîsyona Lêkolîna Girtîgehan wan nebîne bi lezgînî tên sirgûnkirin. Tenê li vir na li hemû girtîgehên Tirkiyeyê hevalên me rastî zextan tên. Wezîrê berpirsiyarê girtîgehan her roj derdikev televîzyonan behsa aştiyê dike."
Navê 150 girtiyan
Nas, di nameya xwe de navê girtiyên cezayê dîsîplînê giritn wiha rêz kirin: Hayrettîn Ekîncî, Ahmet Turay, Cemal Yilmaz, Cuma Tanirgan, Hacî Aydin, Osman Alkiş, Resul Baltaci, Eren Tekin, Mehmet Ay, Habîp Guler, Serdal Sevîşoglu, Mehmet Tekîn, Alî Fuat Kop, Erhan Noyan, Medenî Kiye, Îbrahîm Kul, Îskan Çelîk, Mahmut Urek, Omer Turgut, Yunus Sevîmlî, Firat Maçîn, Gultekin Aydemir, Yilmaz Guven, Orhan Çacan, Şerîf Yaman, Vahyeddîn Sari, Mehmet Erîk, Îlyas Yeşîlçayir, Mehmet Alî Caymaik, Mehmet Kara, Mesut Gasir, Mubarek Erdogan, Necat Amaç, Şahîn Yasîngoçer, Heybedullah Yapici, Faruk Kuçuk, Serbest Paksoy, Mustafa Tunçyuzlu, Nazmî Çetîn, Sabahattîn Yildiz, Saît Dayar, Şahîn Aslan, Vahdettîn Yalçiner, Yilmaz Yavuz, Îbrahîm Tekîn, Îrfan Guzel, Hamdullah Başdaş, Abdullah Nas, Abdulbarî Kalkan, Bedrî Erken, Alî Ark, Emîn Îlhan, Beşîr Akîl, Tuncay Cograt, Abuselam Baran, Ahmet Taş, Abdulbakî Kaçar, Ercan Aslan, Sidik Batu, Îbrahîm Aklin, Huseyîn Avşar, Kasim Ozdemîr, Mahmut Gurîbeydemîr, Abdullhamît Orbay, Basrî Kilinç, Husnî Ormandi, Murat Aktaş, Kenan Bakay, Memduh Uren, Nurallah Koç, Mehmet Yavuz, Abdullah Ateş, Abdullah Korkmaz, Emîn Yildiz, Abdulcelîl Keskîn, Abdullah Oflaz, Mehmet Mehtî Ataca, Mehmet Selam Çagirga, Yilmaz Adiguzel, Mehmet Sumbul, Şefket Aslan, Huseyîn Guçlu, Mustafa Ozluk, Hekîm Denlî, Sanî Bahadir, Sabrî Ormanli, Samî Paksoy, Îsmaîl Yaman, Zekî Yîgît, Reşît Çagli, Kerem Akdogan, Mehmet Babrak, Murat Duran, Sekvan Unsal, Serhat Urek, Hurşît Çetîn, Mehmet Okur, Şahbaz Sunbul, Yusuf Aktaş, Leşker Acar, Mehmet Alî Yaşa, Hanîfe Kaçar, Osman Elaldi, Selman Aydin, Ulaş Ozaykan, Murat Bîlge, Yusuf Çetîn Kaya, Hamît Gulerce, Hamdîn Işik, Hasan Pîşkîn, Erdogan Uçar, Fedaî Ekîn, Abdurrazak Suyur, Asim Tuncer, Abdulgafur Anli, Emîrhan Aydemîr, Fîkrî Demîr, Abdurrahîm Durmuş, Abdulhalît Guneş, Namet Erîpek, Nevzat Çapkin, Serbest Sevîşoglu, Selîm Eklîk, Mehmet Durak, Mustafa Îke, Zekî Kunur, Nurettîn Ari, Vedat Îdîz, Yahya Golmen, Kemal Çelîk, Salîh Doganturk, Îdrîs Yakut, Suleyman Çagirda, Vezîr Kaya, Mahmut Aba, Huseyîn Tunç, Salîh Dayan, Lutfîşah Maruf Îmuk, Îdrîs Erenç, Îzettîn Sevîlgen, Lokman Tekîn, Faruk Baysu, Ramazan Şîmşek, Mehmet Boşatlioglu, Eyyup Olmez, Nurettîn Atinç, Orhan Karabaş, Şukru Erîk, Ferman Sercan, Orhan Karabaş.
(bd)