1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sûriyeyiyên li Sûrê hatin bicihkirin di lîsteyên hilbijêran de ne
Sûriyeyiyên li Sûrê hatin bicihkirin di lîsteyên hilbijêran de ne,sûriyeyiyên,li,sûrê,hatin,bicihkirin,di,lîsteyên,hilbijêran,de,ne

Sûriyeyiyên li Sûrê hatin bicihkirin di lîsteyên hilbijêran de ne

A+ A-

AMED - Li navçeya dîrokî Sûrê ya "qedexeya derektina derve" ya herî dirêj lê didome, di lîsteyên hilbijêran ên ji keyayên taxan re hatin şandin de, di lîsteyan de wek hilbijêr bi awayekî zêde cihgirtina sûriyeyiyan balê kişand.

Têkildarî referandûma dê di 16'ê Nîsanê de bê kirin, lîsteyên hilbijêran ên ji aliyê Serokatiya Lijneya Hilbijartina Bajêr a Amedê hatin amadekirin, ji aliyê keyayan ve hatin daliqandin. Li Sûra Amedê ku 17 meh e li 6 taxên wê hîn jî "qedexeya derketina derve" didome, di lîsteyên ji keyayên taxa Alîpaşa, Melîkahmet, Îskender Paşa, Suleyman nazîf, Ziya Gokalp, lalebey,, Abdal Dede, Camîr Kebîr, Camî Nebî hatin şandin de, wek hilbijêr bi awayekî zêde navê sûriyeyiyan li ber çavan dikeve. Di lîsteyan de bi awayekî zêde cihgirtina penaberên sûriyeyî bû cihê şik û gumanan.

Keyayan, got di nava 2 mehan de malbatên sûriyeyî li navçeyê hatine bicihkirin. Her wiha hat zanîn ku, sûriyeyên li navçeyê hatine bicihkirin ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Navxweyî li Rîze, Manîsa, Îzmîr, Hatay, Konya, Ordûyê nasnameyên Destûra Îkametê ya Komara Tirkiyeyê ji bo penaberan hatiye dayîn.