1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya UNESCO de ne
Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya UNESCO de ne,sûrên,amedê,û,baxçeyên,hewselê,di,lîsteya,unesco,de,ne

Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya UNESCO de ne

Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê UNESCO de cihê xwe girt. Biryar li salona dengdayînê bi çepikan hat pêşwazîkirin

A+ A-

BONN - ANF Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê UNESCO de cihê xwe girt. Biryar li salona dengdayînê bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Civîna 39. a Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO, li bajarê Elmanya Bonnê hat lidarxistin. Di civînê de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê hatin nirxandin. Di rûniştina civînê de slayta ji 8 deqeyan a ICOMOS (Konseya Peykeran û Sîtan a Navneteweyî) ya li ser Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê amade kiribû, hat nîşandan. Pişte sefîrên bilind ên 26 welatan li ser Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê nêrînên xwe aşkera kirin.

Endamê Sirbîstanê piştî ku nêrîna xwe ya li ser Sûrên Amedê ragihand, axaftina xwe bi gotina "Bijî Amed" bi dawî kir. Di encama dengdayînê de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ji bo "Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê" hatin qebûlkirin.

Biryar li salona civînê bi çepikan hat pêşwazîkirin û endamên welatan Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli pîroz kirin.

Piştî aşkerabûna biryarê Hevşaredar Kişanak û Anli spasiyên xwe pêşkêşî rayedarên UNESCO û hemû saziyên keda wan di pêvajoya namzetê de derbas bûne, kirin.