1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sûîqesta li dijî Tahîr Elçî plankirî ye
Sûîqesta li dijî Tahîr Elçî plankirî ye,sûîqesta,li,dijî,tahîr,elçî,plankirî,ye

Sûîqesta li dijî Tahîr Elçî plankirî ye

Hiqûqnas Hasîp Kaplan û Eren Keskîn dan xuyakirin, ku hempîşeyê wan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê dewleta ku ew hedef nîşan dida ve hatiye qetilkirin

A+ A-

STENBOL / ANF - ZEYNEP KÛRAY Hiqûqnas Hasîp Kaplan û Eren Keskîn dan xuyakirin, ku hempîşeyê wan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê dewleta ku ew hedef nîşan dida ve hatiye qetilkirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî herî zêde hempîşeyên wî xemgîn kir. Hiqûqnas Hasîp Kaplan û Eren Keskîn ku bi Elçî re bi salan ji bo hiqûq û mafên mirovan têkoşiyan, ji ANF'ê re axivîn. Keskîn û Kaplan işaret bi sûîqestê kirin û anîn ziman ku bi sûîqesta li hemberî Elçî re daxwaza civakê ya xwestina mafê xwe, hedef hatiye girtin.

Li dijî înfazkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, duh bi hezaran hiqûqnas herikîn kolanan. Parêzeran bi cibeyê parêzeriyê meşiyan û bi qîrîna dirûşma "Em hemû Tahîr Elçî ne, bi kuştinê naqedin"qetilkirina hempîşeyê xwe şermezar kirin. Di van protestoyan de li refên herî pêş Hasîp Kaplan û Eren Keskîn cih girtin. Kaplan û Keskîn ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku Elçî ji aliyê dewleta ew hedef nîşan dida ve hatiye qetilkirin.

'SÛÎQEST IŞARET BI RÊXISTINBÛYÎNA TARÎ YA LI NAVA DEWLETÊ DIKE'

Hasîp Kaplan ku ji ber ji destdayîna hevalê xwe yê zarokatiyê Tahîr Elçî gelekî xemgîn e anî ziman, ku sûîqesta li hemberî Elçî planeke namerdî û bi rêk û pêk e. Kaplan ragihand ku raporên otopsiyê jî işaret bi vê rastiyê dikin û destnîşan kir ku qetilkirina Elçî yê ku di her firsendê de aştî diparast, divê weke konsepta şer bê nirxandin. Kaplan bibîr xist ku qetilkirina Elçî di çarçoveya êrîşên rojên dawî yên li hemberî çapemenî û hiqûqnasan, tinekirina edalet û azadiyan û destnîşankirina xelekek ewlekariyê ya ji salên 1990'î xerabtir, pêk hatiye. Kaplan destnîşan kir ku ev sûîqest nîşan dide; dewlet a ku DAIŞ û taşeronên mîna wê bi kar tîne, di nava xwe de rêxistinbûyînên tarî ava kiriye. Kaplan da zanîn ku li pişt qetilkirina Elçî hewldana ji bo bêdengkirina civakê û pêşîgirtina li daxwaza maf heye. Kaplan diyar kir ku ji bo xwegihandina vê armancnê, rûspiyekî mîna Tahîr Elçî hedef hatiye girtin.

KUJERÊN XWÎNÊ VERDIŞIN, WÊ HESAB BIDIN

Kaplan hişyarî da ku eger hesabê vê sûîqestê bi awayekî cidî ji hikûmetê neyê pirsîn û kiryar neyê ronîkirin, wê Tirkiye bikeve nava rojên tarîtir û anî ziman ku di van rojên dawî de kuştinên kiryar nediyar û sûîqest wê veguherin pêkanîneke rêk û pêk. Kaplan da xuyakirin ku dadgerî jî hewl dide delîlên heyî ji holê rake. Kaplan bibîr xist ku ew di demeke welê de ne ku terora dewletê tê lêpirsîn, yên sûcê şer li dijî mirovahiyê dikin li Laheyê tên darizandin û ragihand, ku ji ber vê rastiyê dewlet bi taybetî ji hiqûqnasan ditirese. Kaplan da xuyakirin ku li hemberî van kujerên xwînê berdişin, ku di dema banga dawî ya Elçî ya ji bo mirovahî, xweza, dîrok û biratiyê de ew qetil kirin, wê gel bersiva pêwîst bide. Kaplan diyar kir ku îro roja yekkirina hêzê ye û got, "Girîng e em mil bi mil bi ser vê faşîzmê de bi biryardarî biçin. Ji bilî vê ti rê nîne."

Kaplan nerazîbûn nîşanî Serokkomar Erdogan da ku piştî înfaza Tahîr Elçî gotibû, "Ev bûyer nîşan dide ku biryardariya Tirkiyeyê ya li dijî terorîzmê çiqasî rast e" û wiha axivî: "Eger desthilatdariyek ev 13 sal in bi tena serê xwe desthilatdar e û hînê jî kujer li kolanan li serê her goşeyê dikare mirovan qetil bikin, ev yek tê wê wateyê ku qetlîam di bin kontrola desthilatdariyê de tê kirin." Kaplan bibîr xist ku eger asayîşa bajarekî mîna Amedê yê ji 1 mîlyon şêniyî nikare Serokê Baroya Amedê biparêze, divê ev rewş bê lêpirsîn û got, "Yê ku YSK qedand hûn in, yê ku dadgerî bi xwe ve girê dan hûn in, yên ku dozger û dadgerên taybet ên ceza wezîfedar dikin hûn in, yê ku qanûnan derdixînin hûn in, yê ku edaletê rezîl dike hûn in. Tevî vê rewşa xwe jî hûn ê rabin xwe berpirsyar nebînin û mirovên rastî êrîşê hatine berpirsyar bibînin. Ji niha û pê ve kujer wê hesabê kujerbûyînê bidin."

'ÊRÎŞA LI HEMBERÎ ELÇÎ ÊRÎŞA LI DIJÎ GELÊ KURD E'

Parêzvana mafê mirovan parêzer Eren Keskîn, qetilkirina Tahîr Elçî weke yek ji cînayetên kontrgerîla yên li Kurdistanê pênase kir û got, "Bi Serokkomar, Serokwezîr, Daîreya Şerê Taybet û JÎTEM'ê re dewlet li hemberî me heye û berpirsyarê yekane yê vê cînayetê, dewlet e."

Keskîn da xuyakirin ku bi qetilkirina Elçî re salên 1990'î vegeriyane û got, "Di salên 90'î de her roj agahiya kuştina hevalên me ji me re dihat. Îro jî bi qetilkirina Tahîr Elçî re ji nişka ve çûm salên 90'î." Keskîn diyar kir ku dewleta Tirk a li ser qirkirinê ava bûye neguheriye û êdî naguhere û destnîşan kri ku hemû nîqaşên li ser yekîtî û hevgirtinê tên kirin êdî gelekî bê wate û bê exlaq in. Keskîn da zanîn, ku êrîşa li hemberî Tahîr Elçî êrîşa li dijî gelê Kurd e û got, "Pirsgirêkek Kurdistanê heye, pirsgirêkek mêtîngeriyê heye."